Tirkî  |  Erebî

Rojda Ronya

Piştî meşeke dirêj a deh seatan em gihane cem hevalan. Em ewqas westiyabûn ku tenê me karî silavekê bidin hevalan û derbas bibin. Piştî wê her hevalek cihekî guncaw ji xwe re dît û hinekî bêhna xwe veda. Min jî hema serê xwe danî ser çentê xwe û heya destê seherê wisa xewva çûm...

Di rê de hemû heval têra xwe aciz bûn. Ji ber heval Şiyar ê ku rêzanê grûba me bû, şiverêya gir a ku tenê du seatan dikşîne şaş kiribû. Ji ber wê jî em xistibûn rêkeke wisa ku ne av hebû ne jî tiştek cuda bi me re hebû… Ji xwe ji ber ku hevalên grûba me hemû şervanên nû bûn rewş hê zehmetir bû. Hinek diketin, hinek radibûn, hinekan digot; “em westiyan”, yên ku zû dev ji xwe berdidan û hevalên ku fêrî bilindî nebûbûn, her wiha gelek bûyer bi serê me de hatin… Ji xwe mirov çawa ji bajar were hema fêrî şert û mercên çiyê nabe. Lingên me yên ku di rêkên asfaltê de, di rêkên çêkirî de rêwîtî dikirin bi rengek xwezayî di rêkên çiyayî de zorî dikşînin. Lê ev rewş ewqas jî dirêj nake. Di nava demeke gelek kin de tu dibînî ku bedena te pir zû fêrî axê, çiya û keviran dibe. Herî zêde jî lingên te zû fêr dibin. Lingên te beriya te biryar didin, rêkên dirêj didin berxwe û dimeşin. Helbet di rojên destpêkê yên jiyana xwe ya gerîlatiyê de bi vê nefikirîbûm. Her wiha dihizirîm ku wê ev lingên min, min di nivî rêde bihêle. Ji xwe di rêwîtiyên me yên şevînî de min di vê mijarê de xwe zelal kiribû. Lê di sibeha wê şevê de gelek tiştên ku têde zelal bûm çêbûn.

Min ti carî tav ewqasî ji nêzde pêşwazî nekiribû û jêre negotibû merheba. Destpêkê germahiyeke ku ti enerjî nikare wê biafrîne xwe li nava rûyê min da. Min ew germahî di hemû bedena xwe de hîs kir lê herî zêde min di çavên xwe de hîskiribû. Dema min hewl dida guh bidim bedena xwe ya ku hêjî westandin li ser xwe neavêtibû, çavên min bi israr germahiya rojê dikşande nava xwe û dixwest min şiyar bike. Li hemberî vê israrê min zêdetir israr nekir û hema min çavên xwe vekirin. Dîmeneke wisa xweşik li pêşberî min bû ku di cihê xwe de cemidîm. Te digo qey xwezayê bi hemû rengê xwe ez silav dikirim. Qet nehizirîbûm ku dibe xweşikbûneke wiha hebe. Ji xwe ew tebeqa mijê ya ku mîna astarekê xwe li ser hemî rengan bicih kiribû, her der hê bedewtir kiribû. Tenê ji cihê ku rûniştîbûm min ewqas bedewî dîtin. Piştî wê ji cihê xwe rabûm û berbi latan ve meşiyam. Her ku dimeşiyam min hîs kir ku di nava xweşikbûnê de winda dibim. Ji nişkêve bi dengê; “heval Rojbaş, tu berbi kuve diçî?” ve, veciniqîm. Ne ku tirsiyam, lê ewqas bi wê bedewiya xwezayê re bûbûm yek ku te digo qey ez bi wî dengî re cardî ji xeweke giran şiyarbûm. Dema min berê xwe zivirand û meyzand, min dît ku jineke porê wê gelek dirêj bi rûyê xwe yê li ken berbi min ve dihat. Ez bawerim ku ev hevala ku navê wê Dîroke heman hevala ku duh şev em pêşwazî kirin bû. Hêdî hêdî berbi min ve dihat, lê min hê jî bersiv nedabû pirsa wê. Ji ber wê jî piştî min ew matmayîbûna xwe derbaskir, min jêre got; “Ez li van dîmenên bedew dinêrim.” Ew jî ji min re got;

“Waa te dîmenên çiyayê Garê eciband. Başe baş… tu zanî pir heval zêde ji Garê heznakin. Ew wisa dihizirin ku Garê ji qadên şer pir dûre. Ji ber wê jî hema dixwazin ji vir biçin. Raste, Garê wê demê ne qadeke şer bû lê di dema xwe de şahidî ji gelek şeran re kiribû. Me gelek hevalên xwe di şerê me yê li dijî KDP’ê de şehîd da. Di gelek şiverêyên ku em niha têde derbas dibin şopa bi dehan hevrêyên me yên şehîd heye. Bêrîvan, Akîf, Mava û gelek hevalên din li vir şehîdbûn, xaka van deran bi ava xwe ya esîl ango bi xwîna xwe ve avdan. Ma me yê çawa bi çavê qadeke şer li vir nemeyzanda.”

Heger hun rastiyê bixwazin, heya wê kêliyê ez jî bi van nedihizirîm. Raste, xweşikbûna qada Garê, bi taybetî jî dîmena di girê Garê de ez pir bandor kiribûm. Ji Qendîl heya Heftenînê, ji Zagrosê heya Çiyayê Sipî heya Rojava û gelek qadên din ji vir ve xuya dikir. Û ev dîmen heya dawî pir bedew û bi bandorbûn, lê min jî mîna her şervaneke nû û wek her gerîlayekê dixwest biçim qadên pratîkî. Ez bawerim heval Dîrok ev rewş ji çavên min de famkiribû ku hema ji min re got; “Temam, hate famkirin, tu jî dixwazî biçî qadên şer, lê jibîr neke di PKK’ê de şer li her derê ye. Herdem û li her cihî şerek veşartî tê meşandin, her roj serkeftin û binkeftin tên jiyîn. Ji ber di PKK’ê de şer ne tenê karê çekê ye; şer karê dil, mejî û îradê ye.”

Dema heval Dîrok van gotinên xwe dikirin min hêna jî li derdor xwe dimeyzand. Ji cihê ku lê dimam gelek deşt, çiya û bajarên Kurdistanê xuya dikir. Vaye grûba ku di navê de dimînim ji gelek bajarên Kurdistanê ne. Hevalên ji Efrîn, ji Mûşê, ji Kobanî, Ji Ûrmiyê, ji Dersimê û ji gelek bajarên din ên Kurdistanê hene. Dibe ku heya berê du mehan jî  agahiya kesek ji me ji hevdû nîn bû. Her yek ji me li cihên pir cuda, gelek ji me jî di metrepolên ne aîdê me Kurdan de jiyandikir. Lê niha em hemî bi hev re di heman cihî ne. Êdî em hevdû nasdikin. Ne tenê hevdû êdî em xaka xwe, çiyayên xwe, rêkên xwe, hevrê û welatê xwe nasdikin. Ya herî girîn jî ewe ku êdî em xwe nas dikin. Ev hizrana di wê kêliyê de di mejiyê min de çûn û hatin. Wê demê kêmek jî be min gotinên heval Dîrok famkirin… Şer karê dil, mejî û îradê bû.

Nêzî deh panzdeh deqe ez û heval Dîrok em hem bi hevre meşiyan hem jî me sohbet kir. Ji min re gir, qada Garê û jiyana rojane ya gerîlayan vegot. Dema ji min re got ku ew nêzî rêya du seatan avê tînin û rêya wan her serbejorî ye çavên min vebûn. Ji ber wê jî piştî xwarina taştê me grûbek heval biryar da ku biçin avê. Bi vî rengî jî me yê alîkariyeke biçûk bida hevalên ku timî di gir de dimînin û parastina qadê dikin. Helbet dema em ji jor berbi jêr ve çûn her tişt pir xweş bû. Em bi stran û marşan ve daketin ser kaniyê. Vê şahiya me heya ber kaniyê jî dewamkir. Heya nîvê rêya ku em jê hatibûn jî em bi coşbûn. Dema em daketin jêr me zêde ecele nekir û li ser kaniyê jî me gelek xwe meşxûlkir. Bi rengek xwezayî roj jî bilindbûbû û tam hatibû ser serê me. Bi vî rengî her ku enerjiya me kêmbû, tempoya me ya meşê jî diket. Dema em gihane gir êdî di kesekê de hal nemabû. Hevalên di gir de diman di milekî de ji ber alîkariya me em sipas dikirin ji milek din de jî bi halê me dikeniyan. Helbet ew gerîlayên bi salan bûn û ev rê ji bo wan ewqas ne zehmet bû. Piştî em demekê rûniştin berpirsyarê grûba me got; “Dê ka heval em rabin xwe amade bikin, emê derkevin. Rêya me dirêje û pir zore, zû xwe amade bikin.” Dema got rêzanê grûba me dîsa heval Şiyare, hemû heval bê ku bikevin rê ji hal ketin. Piştî ewqas westandin em razîbûn ku bimeşin, lê belê kes nedixwest heval Şiyar rêzanê grûba me be. Ji ber herkes ditirsiya ku careke din rê şaş bike. Ewî jî ev rewş hîskiribû ku got; “Heval temam raste me carekê rêya xwe şaş kir, ev nayê wê wateyê ku emê hertim rê şaş bikin. Vê carê baweriya xwe bi min bînin. Ezê we di rêya rast û kurt de bibim.” Me pir zêde ev rewş bawer nekir lê em neçarbûn ku barê xwe rakin û cardin bikevin rê. Di warê psîkolojîk de me xwe ji bo meşeke dirêj amadekir. Lê piştî demekê em gihane serê kaniya ku me av jê anîbû. Wê demê heval Şiyar ji me re got; “Min ji we re gotibû, emê di rêya kurt û ya rast de biçin. Lê we ji min bawer nekir.”

Belê bi rastî jî em hemû şaş mabûn. Me hemiyan xwe ji bo rêwîtiyeke dirêj amade kiribû, lê em nêzî kaniyê li cihekî sekinîn. Rêveberiya şervanên nû mîna hemî şervnên nû, henekeke wiha li me jî kiribûn. Destpêkê gotin rê pir dirêje, lê piştî seatekê me dît ku navbereke dirêj danê.

Wê şevê em li ser Kaniya “Kanî Botkî” man. Bi armanca perwerdê em ji heftiyekê zêdetir li her derê geriyan. Me gelek cih dît, gelek heval naskir û min hewl da ku çîroka her cihê em diçinê guhdarbikim. Kanî Orhan, Noqta Kontra, Siyanê, Babîl, Deşta Kafiya… lê cardî cihê herî zêde ez bandor kirim Tepê Garê û gotinên heval Dîrok bûn. Heval Dîrok rast gotibû. “Di PKK’ê de şer, karê dil û mejiye.” Vaye niha di her rêwîtiya min de ev gotin di bin her şert û mercan de bi min re rêwîtî dikin…

Kategori: Biranînên Gerîla