Tirkî  |  Erebî

Tamara Gever

BIRANIN ADAR

Navê min Tamara Gever. Ez li bajarê Makû yê girêdayi Rojhilatê Kurdistan ê hatim dinê. Sala 2012 an tevlî nava refên azadiyê bûm. Sedema tevlîbûna min a bingehîn naskirina Serokatî, ji sekin û jiyana hevalan bandorbûn û qirêjiyên pergala kapîtalîst kêm bê jî dîtine. Hîna di malê de naskirina min a hevala dihişt ku li hember partiyê hezkirineke min çêbibe,

taybet çek rakirina hevalên jin pir min bandor dikir. Dema min nêzîkatî, hezkirin, girêdanbûn û rêzdayina hevala a li hember hev dît xwesteka vê jiyanê bi her du destan hemêzkirin dida ava kirin. Ev nêzîkatî hezkirinek cûda di min de dida avakirin. Têvlîbûna min a jiyanê jî di vê çerçovê de pêk dihat. Pergala heyî jin binpê dikir, lê belê di nav refên azadiyê de xuya dibe ku jin di her alî de dikare pir tiştan bike. Piştî şervanên nû ez hatim qada Xakurkê. Erdîngariya Xakurkê ji bo gerîla pir giranbiha ye. Milê avê de pir dewlemende. Hinek aliyên wê daristan hinek jî zozanin. Çiyayên wê pir bilindin. Di nav wê bilindahiyê de asêbûna vê xweşikbûnê li rûyê me dikeve. Xakurkê him dikeve sinorê Rojhilat him jî dikeve sinorê Bakur û Başûr. Qadek stratejîke. Qada Xakurkê di pir hêlan de mirov pêş dixe. Dema ez nû hatim destpêkê min bi navê Heval Berîtan Xakurkê nas kir. Ji xwe bi berxwedaniya heval Berîtan Xakurkê naskirin hîna serî de hezkirinek di mîrov de dide avakirin. Him milê birdozî him jî milê manewî de cihek wê pir cûda heye. Gerîlayên ku di qada Xakurkê de dimînin dikarin pir hêlan de ji xweşikbûn û avantajên wê sûd bigrin. Him milê fizikî him jî milê jiyanî de mirov pir pêş dixe. Qada Xakurkê derfet dida ku weke jinekê xwe nas bikim. Dema min li derdora xwe mêzedikir cardin ez mest dibûm. Di van çiyayên azad de wek jinekê min jî di qada Xakurkê de rastiya xwe dît û ez ketim wê ferqê de ku dikarim pir tiştan re hêz bînim.

Ez sê salan li herêma Geliyê Reş mam. Wek arazî firehe, çiyayên wê bilindin û wek her cihê Xakurkê milê avê de dewlemende. Araziyek ji bo gerila pir bi derfete. Ji ber ku araziya wê rengê reş didê navê wê xistine Geliyê Reş. Piştî ku ez ji herema Geliyê Reş derketim ez derbasî yekîneya tevgerî bûm. Du salan jî di nav vê yekîneyê de mam. Di vê yekîneyê de min pir tiştên xweş jiyan kir. Him ji ber rewşê û him jî ji ber cih nav me de tevgerandinek zêde hebû. Ev tevgerandin dihişt ku girêdanbûnek werê avakirin. Nêzîkatiyên hevala yê li hember hev hezkirinek pir bi wate dida avakirin, taybet bi şehîd Şiyar û şehid Dilşêr re jiyankirin hestên pir cûda di min de dida avakirin. Her wiha di milê fizîk û arazî naskirinê de jî pêşketinên mezin çêbûn. Wek yekîneyek bi tevger mijara ku herî zêde me ser lêhûrbûn dikir şer û çalakiyên serkeftî bûn. Ji xwe cihbûna me jî li ser esasê çalakiyan çêbû bû. Ger di cihekî de tiştek çêbûba wek hêza mûdehelekirinê ê yekemîn em amade bûn. Yekîneya me di vê pêvajoyê de her tim xwest rolê xwe bileyîze. Bi rastî jî hevalên girêdayî vê yekîneyê yê ku şehîd ketine rol û misyonê xwe pir xweş leyistin û wek şopdarên Berîtan mohra xwe li serkeftina Xakurkê xistin. Ji xwe yekîneya me bi navê yekîneya hevalên şehîd dihat naskirin. Heval Şiyar jî yê ku sala 2016 an li hember dijminê hovane çalakiya fedaî kir endamê yekîneya me bû.

Di nav yekîneyê de min jî rolê xwe wek sekvan digirt. Hezkirina min a li hember çeka karnasê pir cûda ye. Sedema wê jî ewe ku perwerda sekvantiyê Şehîd Dilşêr da min. Dema min hezkirina heval Dilşer a li hember çeka karnasê mêzedikir ez pir pê bandor dibûm. Ji bo ku bi çeka xwe encamên serkeftî bidest bixim li ser pir lêhûr dibim. Çeka me ji bo me hemûya perçeyek ji canê me ye. Hemû armanc, daxwazî, hêvî û xeyalên me jê nequtin. Mîna siya me her tim bi me re ye. Taybet wek jinekê bi navê sekvantî çek rakirin encama berdelên pir giranbiha ye. Bi saya Serokatî û hevalên şehîd em gihîştin vê astê. Wek deyn ji bo ku di branşa xwe de pispor bibim hewldanê min hene. Sekvanek pêwîste xulukkar, bivîn, bi însiyatîf be. Ev taybetmendî heman demê ji bo milîtanekî jî derbas darin. Ji hev nequtin. Ger ev taybetmendî di kesayet de werê rûniştandin bi hewldanan re mirov dikare bibe sekvanek pispor.

Çalakiya min a yekemîn sala 2016 an çêbû. Li hember girê Genîş pêk hat. Ev gir dikeve milê Şemzînan. Herema Gostê jî xweş dibîne. Ji ber ku girek firehe jê re dibêjin Genîş. Araziya wê zozane. Hevala ji bo çalakiyê gazî min kir. Hestek pir cûda di min de hat avakirin. Cara yekem ezê tevlî çalakiyekê bûbame. Hestê tolgirtinê di min de pir xurt bû bû. Di van salên dawî de di Kurdistanê de berxwedaniyên pir mezin pêş ketin. Ji bo çalakiyê em şev ketin tevgerê. Em giştî sê heval bûn. Ji ber ku dijmin balafirên keşfê ji ser heremê qut nedikir em du rojan de gihîştin. Cihbûna me li ser esasê parastinê bû. Me her tim keşfa xwe dikir. Me her ihtîmal dida ber çav. Piştî keşfa herî dawî em gihîştin cihê çalakiyê. Beriya ku em biçin li ser şewazê çûndinê nîqaş di navbera me de pêşketin. Di çerçova wan nîqaşan de çûndina me pêk hat. Kêleka girê Genîş girê Şehît Dilşêr hebû. Leşker li beramberî me bûn. Leşkeran pir rehet tevdigeriyan. Dema leşker xuyabûn me nikarîbû em xwe bigrin. Kîn û hêrsek mezin di hûndirê me de hatibû avakirin. Min her tim li ser difikîrî ezê di vê çalakiyê de çawa tevbigerim, ji xwe ji bo min derfetek mezin bû. Dema me li ser êrîşên dijmin yê faşîzane difikirî hêrsa hîn xurttir tevlîbûn û tolgirtin di me de ava dibû. Cihê ku em çûn hesan nînbû. Dijmin jî teknîka xwe pir li ser me da şuxulandin. Di çalakiyê de weke sekvanekî li hember leşkeran me çalakiyek serkeftî pêk anî.

Piştî ku em paşve kişiyan dijmin panzer anîbû cihê me. Teknîkeke pir zêde li ser wir da şuxulandin. Heval Bawer jî fermanderê yekineya me bû. Difikirê ku navbera me û dijmin de pevçûn derketiye. Ji ber ku têkîliyên wa bi me re çênabe dibêjin heval şehîd ketine. Dijmin pir êrîş dikir ji ber wê me nedîkarî bersiva hevalan bidin. Heval jî çûbûn fikrandinek wisa. Em rojekê di arazî de man. Goti bûn em biçin cênazên hevalan bigrin, li ser vê esasê sê heval berê xwe didin cihe çalakiyê. Heval Bawer û du hevalên din hatibûn. Dema me dît ku sê heval ji bo me tên em pir pê bandor bûn. Ruxmê ewqas teknîka zêde jî hevala qed guman jiyan nekiribûn û berê xwe dabûn milê dijmin. Dema min heval Bawer û hevalên din dîtin ez pir kêfxweş û hestiyar bûm. Cardin rihê hevaltiya PKK derketi bû holê. Mijarên wisa girêdanbûna me hîn bêtir zêde dike. Hevalan ji bo şahadeta me xwe qaneh kiribûn. Dema em çûn gel hevalan pêşwazîkirina wan pir cûda bû. Dema ku di gotin heval Tamara min ew germbûn û hezkirin di ahenga dengê hevalan de hîs dikir.

Piştî çalakiyê lêhûrbûnên min hîn bêtir pêş ketin. Lêhûrbûnek li ser arazî naskirin, teqtîk pêş xistin, çek şuxulandin û wek jinekê ji xwe bawer bûn di min de da avakirin. Di jiyana min a gerîla de ceribandinek serkeftî bû. Her tişt girêdayî pêkanîna rêgezên gerîlaye. Dema perwerde û pratîk hevdu temam dike mirov serkeftinê bidest dixe. Perwerde bingeha her tiştî ye. Ger di jiyanê de ger di şer de pêwîste her tim perwerde ji bo me armanca yekemîn be. Di demên pêş de ger cardin tevlîbûna min a çalakiya çêbibe ezê dîsa di vê çerçovê de tevbigerim. Rihê serkeftinê qed winda nakim. Serkeftin her tim ji bo me esase. Qada Xakurkê xwediyê serkeftin û lehengin mezinin. Wek şopdarên wan lehengan hewldan û armanca me wê her tim ew bê ku li ser xeyalên wan serfirazî bidestxistine.

Kategori: Biranînên Gerîla