Tirkî  |  Erebî

17 06 18 biran

Dema em çûn pêşiya hevalan saet 11’ê şevê bû. Heval, ji rêkeke dûr hatibûn û pir westiya bûn. Dema em çûn heval jî ber bi me ve dihatin. Me yek yek silav da hevalan. Dema min silav dida di carekê de Şehîd Arîn got:“Merheba heval tu çawayî?  Ez hatim bîra te?” min jî got; “ heval Arîn tu yî?” bi lez bersiva min da

; “Rast e. Ez im. Waye, di dawiyê de ez gihîştim xeyalê xwe.”Ez di carekê de bi bihîstina dengê heval Arîn şoq bûm. Hema ez çûm cem û me hev hemêz kir. Wê şevê em li cihê herî bilind yê warê Egîdan razan. Dema bû sibe me tiştên xwe kom kir û em daketin ber çemê herî xweş yê wê heremê. Çemê Basret ne tenê ji xeyalên heval Arîn re, ji xeyalê me hemû şoreşgeran re şahîdî kiribû û her şoreşgera/ê ava vî çemî vedixwar, vî çemî ev û xeyalên wê/î bi hemû hezkirina xwe hemêz dikirin.

Êdî keça Çeleng Arîn li wargehê xeyalên xwe bû. Ji ber bi dilek tije hezkirin hatibû, ji dil tevlî dibû. Kelecana wê ya jiyanê reng dida tevlîbûna hemû hevalan. Her dema em bi hevre diçûn cihekê, min yek bi yek navê çiyayên warê Egîdan jê re digot û min baregehên dijmin nîşanî wê didan. Bi xwestek bû. Ji ber li wargeha xeyalên xwe warê Egîdan bû dixwest kêliyeke wê jî wala neçe û di cîh de bêyî dem wenda bike her tiştî fêr bibe. Keça çeleng Arîn hatibû warê Egîdan û rengek din li ser rengên jiyana me zêde bûbû. çaveke ken li ser çavên şoreşger û kedkarên warê Egîdan zêde bûbû. Herema Gabar’ê hîn zêdetir bedew bûbû. Dibe ku herî zêde warê Egdîdan ji ber xeyalê jinek din yê şoreşger bi cîh anî bû kêfxweş bûbû. Dibe ku herî zêde warê Egîdan serbilind bû. Herî zêde warê Egîdan dilxweş bû.

 Çend sal beriya heval Arîn werê warê Egîdan; heval Egîd Mêrdîn nas dike. Heval Arîn pir nirx dide heval Egîd. Heval Egîd di şerekî de şehîd dikeve. Xeyalê herî mezin yê Şehîd Egîd ew bû ku rojekê biçe warê Egîdan. Piştî şehadeta Şehîd Egîd Mêrdîn heval Arîn sond dixwe ku xeyalên heval Egîd pêk bîne û biçe warê Egîdan. Hatina heval Arîn ji bo heval Egîd, hatina min jî ji bo Şehîd Jînda Rêde(Rojhilat) bû. Min pir wate da hestên heval Arîn û min wê fêm dikir. Ji bo ku heval Arîn kêfxweş jiyan bike em hemû heval amade bûn ku çi ji destê me were em pêkbînin.

Dem ji deman şevek tavaheyvê; di nava van bê derfetiyan de pirtûkeke çîrokên bi Kurdî ketibû destê min. Dema pirtûk hatibûn min ev pirtûk di nav pirtûkan de dîtibû û min bi xwe re anîbû cihê em lê dimînin.

Destpêka meha Îlonê bû. Hêdî hêdî Payîzê rûyê xwe nîşanî me dikir. Tavaheyv çardeşevî bû û her der ronî dikir. Xewa me nedihat û pêwîst bû em tiştekê bikin. Li ser vê rewşê min got: “Heval ka çavê kê xweş dibînin û Kurdiya kê xweşe bila were em bi dorê çîrokan bixwînin.” Li ser vê gotina min beriya hemû hevalan Şehîd Arîn û Şehîd Zehra hatin. Me di bin ronahiya tavaheyvê de dest bi xwendina çîrokan kir. Ezman ewrî bû. Carna ewir diketin pêşiya tavaheyvê û ronahiya vê kêm dibû. Heya ew ewir ji pêşiya tavaheyvê diçû me li ezmanan temaşe dikir û me bi hev re bang li ewrên payizî dikir ku ji pêşiya ronahiyê biçin. Çawa ewir ji pêşiya ronahiyê diçû me çîroka xwe dewam dikir. Dema me dest bi çîrokê kir ez heval Arîn û heval Zehra bûn. Lê her ku dengê çîrokan çû hevalan heval li dora me kom bûn. Piştî heval Arîn û heval Zehra Şehîd Eftelya, Şehîd Gulan, Şehîd Dîlan, Şehîd Bêrîtan, Şehîd Warbîn, heval Şerda, heval Ronahî, heval Dorşîn, heval Rêjîn û heval Şîlan koçer, hemû heval li dora me kom bûn. Dema ez diwestiyam heval Arîn, dema heval Arîn diwestiya heval Zehra pirtûk dixwend. Em pê nehesiyabûn dem çawa derbas bûye. Hêdî hêdî tavaheyvê û ronahiya wê ji me dûr diket. Dinya her ku diçû tarî dibû. Ji ber vê em neçar bûn xwendinê biqedînin. Ji xwe dema nobedar hat saet bûbû 1’ê şevê. Ev şeva çîrokan bûbû yek ji şevên me yê herî bi wate. Demeke dirêj bû ku ji ber kar em heya demeke ewqas dirêj li cem hev ne rûniştibûn. Jiyan li warê Egîdan bi rengê jinê û bi keda jinê dixemilî. Warê Egîdan şahîdiya şeveke tije kêfxweşî û hezkirina hevaltiyê ya jinên şoreşger kiribû. Ev şev dibe ku yek ji şeva herî xweş û bi wate ya warê Egîdan bû. Dibe ku tavaheyv û ewrên payizê ti carî weke vê şevê bi wate nebûbûn. Şehîd Arîn, Zehra, Gulan, Warbîn, Bêrîtan, Eftelya û Dîlan serkêş û rengên vê kêfxweşiyê û vê şeva bi wate bûn. Wate ew bi xwe bûn. Wate kenê wan, hezkirina wan û şoreşgertiya wan jinên giyanbexş bû. Warê Egîd, Adil û Gulbaharan bihuşt bû.

Zîlan Agir

Kategori: Biranînên Gerîla