Tirkî  |  Erebî

BIRANIN

Razberên jiyanê di xakên Kurdistanê de veşartî ne, mirovên lêgerînvan bi azweriya azadiyê re gav bi gav efsane, gav bi gav hêvî dineqşînin. Herêma Xakurkê jî yek ji wan herêmên ku xwedî efsûn e û ew bi efsûnên xwe re her kesê ku bi van çavan li wê temaşe kirine, kiriye evîndarên xwe.

Qada Xakurkê, ji aliyên Bakûr, Başûr û Rojhilatê de sê goşe ye, weke herêmeke tampon e. Ji bo gêrîlatiyê qadeke pir dewlemend e, çiyayên bilind, zozan û mêrgên bê dawî, kaniyên cemidî û weke bihûştê ye. Ji xwe navên din ya Xakurkê; bihûşt û axa welatê min e. Miroveke biçe Xakurkê û bihûştê jiyan neke, tişteke wiha qet nebûye û nabe.

Rêwîtiya ber bi Xakurkê di demeke baranê de destpê kir. Dilopên baranê li ser rûyê erdê digihîştin hevdu û di gêliyên kur de weke lehî ber bi bêdawîbûnê ve diherikîn. Rêwîtiya min û heval Hevîdar jî di nava bêhna axê de destpê kir. Dilopên baranê bêhneke bêhempa di her gaveke çiyayên me de belav dikir û mirov ji ber vê xweşikbûnê sermest dibû. Ev cara duyem bû ku ezê çûbama Xakurkê. Dema derbasbûnê hindek zehmet bû ji ber ku di wê pêvajoyê de êdî wê şer bi hemû dijwariyên xwe re pêşketibûya. Piştî em gihîştin şûnve heta direngiya şevê bi obûs û hawanan êrîş birin li ser Lêlîkan û derdora wê. Êrîşên hewayî bi hemû dijwariyên xwe heta 12:00 yê şevê berdewam kir, bi helîkopteran dijmin daket ser Lêlîkanê lê, hevalên li ser girê di berxwedanê de bi biryar bûn ji ber vê heta dawî berxwedan da ku dijmin nikaribe xakên Kurdistanê dagir bike. Di wê berxwedanê de gelek hevalên bi nirx û xwedan seknên milîtan gihîştin şahadetê. Armanc diyar bû ew jî heta dawî berxwedan.

Di jiyana gerîla de dibe ku di kêliyeke de her tişt were jiyan kirin. Ji ber wê, gerîlayeke xwe di her alî de perwerde dike. Lê gerîla heman demê de xwedan hestên herî bi nirx in. Hemû heval bi hezkirineke mezin li çavên hevdu mêyze dikirin. Weke ku êdî gotin pêwîst ne dikir ji ber ku êdî dil pênaseya xwe di çavan de didîtin û xwe didan der. Çi dibe bila bibe emê nehêlin dijmin kêyfxweş bibe. Ew kêlî hem bi êş hem xwedan wate bû. Bêguman rêhevalên şehîd, an jî mirovên bi nirx ên ku di dilê hevalan de bi cîh bibûn di her mêyze kirinekî de dîsa zindî dibûn, di wêneyekî de jî be dîsa li gel wan bûn lê, kêliyên wiha de ya rast divê bê kirin û dihat kirin.

Demjimêr derbas dibû, çavên rêhevalan bi hezkirinên mezin li hev temaşe dikirin, dil û ruhê me li gel hevalên ku di pevçûnê de bûn, lê guhê me jî awayeke vekirî li derve bû. Ji nişka ve me dengek bihîst. Belê, ev dengê lingan bû. Dibe ku dijmin be li gorî wê bi tedbîr, hevalek çekê xwe hilda û berbi derî ve meşiya. Dilê me hemû yan rehet bû ji ber ku ew dengê heval Bager (yek jê rêveberiyê eyaletê) bû. Heval Bager dibêje; ezê biçim hevalan derbixim û ber bi cîhê me ve dest bi meşê dike.

Hevaltî xwedan nirxeke wiha ye. Mirov ji bo hevaltiyê dikare tevahiya zehmetiyan hilde berçav û berê xwe bide nava cenga mezin. Gerîlayên Kurdistanê bi ruhê hevaltiyê berê xwe didin çeperên şer yên herî dijwar jî. Bêguman ruhê PKK’ê, cewhera hevaltiya rast di her derê de jiyan kirin e. Heval bi saetên dirêj meşiya bûn ruxmê ku tevgera hewayî bê navber berdewam dikir. Westandin çêbibû lê encam de ew gihîştin armancên xwe, rêhevalên xwe. Me ji bo hevalan xwarin amade kir, bi çayeke germ westandin hate ji bîr kirin.

Em bi lezekî mezin dimeşiyan da ku em bigihîjin cîhê çil û çar. Hêdî hêdî em nêzî şikeftê dibûn lê, heta wê demê weke ku keşîf li pişt me dihat ji ber wê êdî gumanê min çê dibû. Em nêzîkê hevalan bibûn. Lê dengê avê û ya balafiran êdî tevlîhev bibû. Deng dihat lê me digot dengê avê ye. Destpêkê heval Jînda derbasî hundir bû, min gava yekemîn avêt û pê re dengê bombebarana balafirê hat. Bi demsala biharê re av bilind bibû û ji ber wê em şil bibûn. Dema ku balafir lêda heval Jînda paşve zivirî û hat gel min. Gihîştina gel hevalan re bi germahiyeke mezin hatin pêşwazî kirin, em bi ser ketin, dijmin bi binket.

Ji ber ku di direngiya şevê de gihîştin me li wê derê navber da nexwe me rêya xwe bidomanda. Wê şevê em li wir man û roja din êvarê me yê dîsa dest bi meşê bikira. Li wê derê jî em bi tedbîr nêz dibûn, bi tevahiya tiştên rêxistinî re me çente yên xwe dagirt. Me heta êvarê amadekariyên xwe xilas kir. Ji ber ku şeva berê em gelek meşiya bûn gore yê min şil bibûn, heval Avrîn li wir goreyekî nû da lê belê di rewşeke wiha de jî min dil neda da ku li xwe bikim. Min digot; goreyekî bes e. Bi rastî mirov taybetî di kêliyên wiha de mirov dixwaze her tiştî biparêze û di vir de bawerî girîng e.

Destpêkê ez û heval Zîn derketin wê li pişt me jî heval Avrîn û heval Rojîn derketibana. Me rê nedizanî lê emê bi hestên xwe bimeşiyana. Demekî meşiyan şûnve heval Arvîn wan ji me qutbûn, me zêde nedikarî bêtêl jî bikar bînin ji ber wê heval paşve zivirîn. Me jî rê nedizanî ji bona wê rêya du saetan di du rojan de me derbas kir. Wê demê hest û mêjiyên me berê me diyar dikir. Car me berê xwe dida jor carna jî ji ber kortalan me berê xwe dida jêr lê, me pir zehmetî dikşand ji ber ku çente yên me ji me girantir bû. Lê di demên wiha de mirovên xwedan armanc hîn bi hêz dibin û ti carî navber nadin. Heta wê demê min digot; pêwîste tiştekî li me neyê, emê jiyan bikin, bigihîjin hevalan. Di wê kortalan de ez bibûm xwedan hêzeke wiha ku li pêş de dimeşiyam. Min got; heval Zîn ezê vê derê derbas bikim û werim çentê te bigrim da ku tu bikaribî rehet werî. Hindek meşiyam şûnve heval Zîn qîr kir û ji kortalê ber bi jêrê ve ket xwarê. Yekser çûm gel, rewşa wê baş bû lê belê ji ber ku ew li ser bêtêl de ketibû êdî bêtêl nedişixulî. Wê êvarê em li wir man. Bi rastî cew pir sar bû û em li kêleka avê bûn. Heta siharê di bin keşfê de ji serma qerisîn lê ya girîng berxwedan bû çi dibe bila bibe emê bigihîjin hevalan. Roj êdî hildihat, bi şewqa Rojê laş û ruh jî êdî germ dibû. Çiyayên me dîsa di rêwîtiyên me de bi me bûn alîkar û em parastin. Me wiha plan kiribû da ku êvarê bimeşin, lê me tevahiya enerjiyên xwe bikar anî û xweza jî dengê me bihist û di rojeke xweş ya biharê de dilopên baranê li rûyê me dan. Me bi kêyfxweşî ji cîhê xwe rabûn û dest bi meşê kir. Em ji baranê şil û pil bibûn ji ber ku me rê nedizanî du rojan meşiyan. Êdî hal di me de nemabû lê xwesteka gihîştina hevalan hîn dijwartir bû, bi vê hêzê me destên hevdû weke ku qet qut nebe girtibû. Di dema operasyona Şemzînanê de lingên Heval Zîn şewitî bû ji ber wê zehmetî dikşand. Laşê me wisa cemidî bû ku min destê xwe dida heval Zîn weke ku destê xwe bidim cemedê hîs dikir. Ji bo ku hindekî germ bibe min heval Zîn hemêz dikir lê, cilên me yên şilbûyî nedihîşt da ku em germ bibin. Dîsa jî emê xwe li ser lingan bigrin. Bêtêla mezin li gel me hebû, me dixwest xwe bigihîjînin hevalan lê her ku em qablo vedikin diqetê ji bona wê me ne dikarî agahî bidin hevalan. Me got emê li kêleka avê bimeşin û biçin. Di meşê de me hin mangayên kevin dît û wê demê cîhê şikeftê hat bîra heval Zîn. Di dawî de em gihîştin gel hevala lê vê carê jî çente yên ku me li pişt xwe hîştibû di bîra min de bû. Heval Zîn jî heval Avrîn wana difikirî. Lê me dizanî ku heval paşve zivirîne û rewşa wan jî baş e. Hêdî hêdî laşê me germ dibû û me êşên laşê xwe wê demê hîs kir. Hingî di wê koltaran de em car jor car jêr de diçûn, carna jî ber bi jêr de gindir dibûn ji ber wê laşê me hemû reş û şîn bibû.

Ber bi êvarê min û du hevalên xort me berê xwe da jêr ê da ku çente yên xwe bigrin. Dîsa tevgera keşfê berdewam dikir lê ji ber ku du rojan di bin keşfê de em meşiyan û bi serkeftî gihîştin gel hevalan êdî baweriyeke pir mezin di min de ava bibû. Dema ez û heval Zîn em ji noqtê derketin wê demê me bi hev re biryar da lê niha min israr dikir da ku biçim û çente bigrim û du hevalên xort jî ji bo ku ez tenê neçim wê bi min re werin ji ber wê hindek tirs di dilê min de çêbû. Ew jî; gelo rewşeke pêşbikeve û tiştek li hevalan werê ezê çi bikim? Bêguman ev tişteke wîcdanî bû. Ez, heval Mîrxan û heval Arnos ber bi êvarê derketin. Carek me destpê rêyeke kir û emê bi serkeftî bi dawî bikin. Dema me dest bi meşê kir şûnve balafirên şer jî hatin. Em bi lezekî gihîştin gel çente yên xwe lê dema ku min çente rakir ez di bin çentê de serberjêrkî diçûm. Heval Arnos dema ku çente rakir got; “Hûn çawa di bin vê çente yan de ewqasî meşiya ne bi rastî pir giran e.” Min got; “Tiştên rêxistinî ye ji ber wê me dagirt.” Em gihîştin şikeftê.

Li hember Lêlîkanê gireke bi navê Şehîd Derwêş hebû dijmin bi obûs, hawan û balafiran şer bê navber lê dida. Ber bi seherê pênc heval hatin. Yek ji wan hevalan jî heval Sîser bû. Dema ku gihîşt bi rastî dema mirov li rûyê wî dinêrî dizanî da ku pir westiya ye û heval Sîser got; “Heval dilê min çiqasî diçe nîskê, xweziya niha nîskek hebûya û me xwaribaya.” Demek dirêje nexwaribûn û em rabûn me xwarin da hevalan.

Piştî rojek heval çalakî kirin û hêjmareke zêde dijmin hatibûn kûştin û heta niha jî heval rûxmê tevahiya rewşên zehmet çalakiyên pir mezin dikin û tola hevalên şehîd radikin. Piştî demek şûnve em derbasî Xinêrê bûn, beriya ku operasyon destpê bike hin rêkurt hebûn lê bi operasyonên leşkerî re meşên dirêj destpê kirin lê çi tişt nedikarî li pêşiya têkoşîna tevgera Azadiyê bisekine.

Gelek hevalên bi nirx di nava vê operasyonê de gihîştin şahadetê. Rêhevalên şehîdan bi girêdanbûna xaka Kurdistan û jiyana azad re xwedan çalakiyên mezin in. Ji çalakiya yekem şûnve êdî heval heta dawî pê bawer bûn ku wê Lêlîkan carek din werê rizgar kirin. Bi baweriyeke mezin ruheke tolgirtinê hat ava kirin. Ger ew rih derneketibûya dibe ku dijmin deverên din jî bidana ber xwe û pêş ketibana lê nedikarî ji ber ku heval berxwe didan. Teknîkekî ewqas dijwarî ji aliyê dijmin ve tê şixulandin lê li hember wê mirov dibîne ku serkeftineke mezin heye. Dibe ku em berdêlên gelek giranbûha jî bidin lê her ku heval ji xwe bawer dikin hîn zêdetir asta têkoşînê bilindtir dibe û şer serkeftî bi encam dibe. Ev hêz di PKK’ê de heye. Ew hêz bi xwe re bawerî, hezkirina hevaltiyê û girêdanbûneke xurt ava dike.

Sara Xwînda

 

Kategori: Biranînên Gerîla