Tirkî  |  Erebî

ROHILAT AMANOS

ROJEV 2018 avrel

4ê Avrêlê ji bo tevahî gerîlayên jin xwedî wateyek û nirxek cûda ye. Di dîroka mirovahiyê de fikrên ku li hêviyan geriyan ango mirovahiya ku her wext tije hêvî jiyan kir, li beramberî hemû zehmetiyan serî rakir bê ku bi weste, radest bibe û bê ku her tiştî qebûl bike di rêya heqîqetê de meşiya. Mirov dema ku li dîrokê dinêre dîroka mirovahiyê xwe li ser nirxan daye avakirin.

Çawa ku di demên destpêkê li beramberî çar çaxên cemed mirovahî berxwe da, em jî weke şopdarên wê heqîqetê dikarin li ser vê watê binirxînin. Di dema niha de ger em nirxa herî girîng bigrin dest wê pir zelal xuya bibe ku ew nirx Rêber APO ye. Cardin li hember rastiya mirovahiyê pergala desthilatdarî êrîşên herî mezin yê siyasî, civakî dişuxulîne. Li hember vê rastiya desthilatdar 4ê Avrêlê a ku rojbûna Rêbertî ye em nikarin weke zayînek nû qut bigrin dest. 4 Avrêlê tê wateya rastiya Rêbertî. Di kesayeta dayîka Ûveyş de çanda neolîtîk tê nirxandin û di şexsê dayîka Ûveyş de mirov dikare serî netewandinê bibîne. Rêbertî berê xwe dida dayîka xwe û digot; “ Ey dayîk ger tu min bîne dînê wê demê pêwîste tu bizanibe ku pêşeroja vî zarokî dê çibe.” Rêbertî di 7 saliya xwe de bersiva van pirsan geriya. Rêbertî ji bo ku kesayetek xwedî îrade be, serî netewînê û ji bo ku serhildêr be xwe ji dayîka xwe qut negirt dest. Di 7 saliya Rêbertî de ev nîşane hat dayîn. Li gundê Amara di encama lêgerînê Rêbertî jê re dibêjin “Dînê çolê” ango “ Cîvaya ku di cihê xwe de nasekine.” Ji bo Rêbertî gelek nirxandinên cûda jî tê gotin. Em dikarin di şexsê Rêbertî de temsîla çanda dayîk bibînin. Rêbertî dibêje; “ Min qed li xeyalên zarokatiya xwe îxanet nekir.” Mirov di nirxandinê Rêbertî de jî dibîne ku ti caran berê xwe li çanda dayîk nezîvirandiye. Bi van taybetmendiyê xwe Rêbertî her tim bal kişand ser xwe, lê belê ev bal kişandin ne zanebûn bû ango ji bo ku be nasîn bû. Ne di kesayet ne jî di zaroktiya Rêbertî de mirov vê nabîne. Enerjiya di kesayetê Rêbertî de a ku her tim diherike di dibistan û leyistikên wî de jî xuya dibû û kes nikarî bû pêşî lê bigre. Raperîna Rêbertî her tim wisa dom kir û ev raperîn bi pirs û lêgerîn tije bû. Ji gund bi vê cûdabûnê xwe gihand heya dibistanê. Rêbertî bêwate jiyankirin ji xwe re qebûl nekir. Gerdûn di nav yekbûna cûdahiya de ahengek ava dike. Ger em di şexsê Rêbertî de vê binirxînin yê ku me gihand vê rastiyê û me jî tevlî nav vê ahengê kir Rêbertî bi xwe bû. Bi derketina Rêbertî re gerdûn û herikandina jiyanê ji nû ve zindî bû. Dema em dîrokê dinêrin tê xuya kirin ku ji bo ku mirov xwe penase bike maf jê re nehatiye dayîn, lê belê Rêbertî da diyar kirin ku mirovahî dikare xwe bi nav bike û li ser bingeha rastiya, xwe bide nasîn, ji bo wê jî 4ê Avrêlê ji bo tevahî gerdûnê zayînek nû ye. Ev zayîn ne tenê ji bo gelekî an jî bo zimanekî ye, tevahî gelan hemêz dike. Di sedsala 21mîn de yê ku herî zêde ev rastî anî ser ziman û mîna destanekê li ser zimanan da gotin kesayetê Rêbertî bû. Cihê ku bê xwestin bi ruhê zarokekî, cihê bê xwestin bi ruhê ciwanekî tevgerîn gelek wateyên cûda di hûndirê xwe de dihewîne. 4ê Avrêlê dibe deriyê hêviyan. Kî vî derî veke dikare hêviyên windayî tê de bibîne. Mirov dikare di şexsê Rêbertî de ji bo 4ê Avrêlê bibêje “Evîndarê ku li hêviya digere.” Rêbertî bi evîndarî dîrok, civak, pirsgirêka jin, felsefe û hwd. nirxand. Di vê watê de hest ango di kesayetê mirovekî ku bi dîroka zindî re jiyan dike pêwîste her wext bi evîndarî tevbigere. Ev jî weke diyalektîkekê derdikeve pêş. Lêgerînên Rêbertî jî li ser vê bingehê destpêkir. Di rojek wiha de a ku xwedî giranbihayek mezine mirov dikare wisa bi nav bike; “ çavkaniyek tije lêgerîn.” Em dikarin 4ê Avrêlê bi vê pîroziyê ve bidin girêdan. Mirov ji koka xwe qut nake. Çawa ku giyayek li ser koka xwe şîn dibe, lêgerînên Rêbertî jî vê pir zelal derdixe holê. Rêbertî her ku fikrek pêşxist li ser koka wê vegotina wê kir û bi vê re wateya wê derxist holê. Ev jî vê bi me dide fêhm kirin, mirov pêwîste ji dema bihûrî xwe qut negire dest.

Piştî ku desthîlatdarî xwe saz kir, behna jiyanê çikand mirov kete nav tirsek û tariyek ku nema jê xilas dibe. Mîna nexweşiyekê li ser ruh û fizîka mirov serweriya xwe dike. Ruxmê vê jî mirov di hûndirê xwe de her tim hêviyek şîn kir û her li bendê bû ku dê mirovek derbikeve û ji wan re bibe çavkaniya ronahiyê. Dijmin di got; “ Bê me li Kurdistanê pelek jî naheje” ango “ Me tevahî Kurd binax kir” li hember vê zihniyetê bi derketina PKK re ew kirasê zilmê hat çirandin, weke cejn û vejînekê xwe ji nû ve penase kir. Yê ku ev rastî di kesayetê xwe de temsîl kir Rêbertî bû. Êdî bi derketina PKK re Rêbertî ji bo tevahî gelên di tarîtiyê de bû hêvî û weke heqîqetekê her kesê ku dixwaze xwe ji vê tarîtiyê xilas bike berê xwe da vê yekê. Ramanên Rêbertî bû şewqek. Ew pelên ku dijmin di got naheje, li ber ahenga ku Rêbertî afirand dest bi dilanê kirin. Em dikarin bibêjin Rêbertî di hemêza xwe de dîrokekê hildigre. Em dikarin ruhê 4ê Avrêlê wiha binirxînin. Demên xwe yê bihûrî qed înkar nekir, berovajiyê vê dema bihûrî re jiyan kirin, roja xwe îro watedarkirin û pêşeroja xwe ronîkirin ji xwe re esas girt. Em dikarin di felsefa Rêbertî de vê bibînin. Gelê me her tim bi qetlîaman re rû bi rû ma. Heman demê ji bo tûnekirinê rêbazên cûr bi cûr hat bikaranîn. Xwestin gelê me bi rêbaza tirsê terbiye bikin, lê belê ev hovîtî ti caran nehat pejirandin. Ev neqebûlî di felsefeya Zerdûştan de jî derket holê. Dan diyarkirin ku piştî her tarîtiyekê ronahî jî heye. Bi derketina Rêbertî re jî ev heqîqet gihişt asta herî bilind û bi wate. Li kudere êşek û qetlîamek hebe Rêbertî xwe di nav de dît û wisa nirxand. Em dikarin di vir de bibînin ku kesayetê Rêbertî bi tevahî gelan re di nav yekbûnê de ye. Vegotina wê a herî rast ewe ku Rêbertî gerdûn bixwe ye. Her ku dem derbas bû hat dîtin ku kesayet, fikir û ramanên Rêbertî çavkaniya hêviyê ye. ev hemû vegotina zayîna 4ê Avrêlê ye. Ji bo tevahî gelan û taybetî ji jinên ku hatine bêdeng kirin, ji cevher û çanda xwe hatine dûr xistin li hember vê fikrê Rêbertî alternetîfa jiyana azade. Taybetî jî ji bo jinên Kurdistanî mîladeke. Rêbertî rojbûna 4ê Avrêlê şexsî nagire dest. Di cevher de rojbûna tevahî mirovahî û taybetî ya jinê ye. Di gerndeka hişmendiya Rêbertî de jin jî dîroka xwe nivîsand. Penaseya çanda neolîtîk a ku bi destê jin hatibû hûnandin yê ku herî rast kir Rêbertî bû. Em nikarin înkar bikin, berê jî dîrok hat lêkolîn kirin, lê belê di çarçova vê lêgerîn û lêkolînê de yê ku hişt jin vegera cevher çêbike kesayetê Rêbertî ye. Ji bo wê jî 4ê Avrêlê rojbûna tevahî jina ye. di PKK de jî ev pîrozbûn û vegera cevher di şexsê Sarayan û herî dawî jî di şexsê Delalan de derket pêş. Yê ku şagirtiya herî baş ji heqîqetê re kirin ev kesayet bûn. PKK bi komek biçûk destpêkir. Di pêvajoya destpêkê de pirsek wiha derdikeve pêş; “Ger jin nebe wê civak were birêxistin kirin?” Ev jî bi hemû zelaliya xwe derdixe holê ku çavkaniya afirandina civakek azad bi jinê destpê dike. Ev ne xeyal ango teoriyeke, heqîqet bi xwe ye. weke jin me di şikandina yekem û duyem de windakir, ji bo vê Rêbertî dibêje; “ Xezîne cihê ku hatiye windakirin tê lêgerîn.” Li ser vê rastiyê Rêbertî jin gihand cevherê xwe. Jin xwedî li vê felsefê derket û perçeyek ji xwe dît. Di vê watê de roja 4ê Avrêlê ji bo jin dibe hêvî û girêdanek bê dawî. Ruhekî hemdemî ye.

Kesayetê ku herî zêde bi çanda civaka xwezayî re jiyan dike, êş û kêfxweşiyê wê eyîdî xwe dibîne Rêbertî ye. Ji bo mirovahiyê bû bîranîna herî zêrîn. Gerdûn bi pir rengiya xwe tê nasîn, bi vê ahenga xwe jiyanê didomîne, di wextê xwe de pêwîst bike deng vedide, pêwîst bike destan jî dinivîse. Felsefa Rêbertî jî mîna vê liva pîroze. Tevahî reng, deng, netew xwe di nav vê felsefê de dibînin. Ev yekbûn di kesayetê Rêbertî de xwe di sertaban de penase dike. Îro di ronahiya Rêbertî de jin li Kurdistanê ji bo azadiyê qîr dike û dibêje; “ Bijî Rêber APO”, heman demê jineke ji welatek dûr xwedî li vê bangewaziyê derdikeve û piştgirî dide. Rêbertî heqîqetek bê dawiye. Em çiqas bixwînin jî jê eciz nabin. Ji ber ku her tim xwe nû dike. Kurdistan di dîroka xwe de her tim bi êrîşan re rû bi rû maye. Roja me îro jî li ser Kurdistan taybetî jî li ser Efrînê êrîşek bêhempa tê meşandin. Li hember vê êrîşa ji derveyî mirovahiyê berxwedaniya ku gelê Efrînê raber dike û fedaiyên ku mîna Avesta, Barîn û lehengên din yê ku gihiştine nasnameya fedaiyîtî bi ruhê 4ê Avrêlê xwe gihand vê astê û îro bi vî ruhî hovîtiya dijmin têk dibe. Ruhekî bêhesab û bêgumane. Can dide, berdêl dide, lê belê radestîbûnê ji xwe re qebûl nake. Serkeftina pêvajoya ku em tê de jiyan dikin eve. Li hember van êrîşan tevahî dewlet bêdeng dimînin, lê belê yê ku li wir berxwe dide û serî natewîne ruhê 4ê Avrêlê ye. Ger gel li ser koka xwe be, çiqas êrîş çêbibe jî ji çand û rastiya xwe dûr nakeve. Yê ku dihêle ev rastî her tim zindî bimîne kesayetê Rêbertî ye. Di vê watê de serî de ji bo gelê Kurdîstanî û tevahî gelan 4ê Avrêlê heviya azadiyê ye. Cihê ku zimanê tevahî jinan hate birîn, 4ê Avrêlê tevahî jinan kir xwedî ziman. 4ê Avrêlê destê hemû jinan digihîne hev. Li hember vê heqîqetê desthilatdarî di nav xofek mezin de ye. Dijmin bi vê xofa xwe biçûk dibe û têk diçe, Li hember vê di ronahiya 4ê Avrêlê de govenda azadiyê fireh dibe. Li ser vê bingehê her jina ku dixwaze xwe nas bike pêwîste di 4ê Avrêlê de xwe bigere. Pêwîste bêje; “Min xwe li vir dît û ev rojbûn dibe rojbûna tevahî jinan.” Jin nefesa ku winda kiriye dikare vê rojê de bistîne. 4ê Avrêlê bi watedarbûn û pîroziya xwe cardin erk dideyne ser milên me. Pêwîste di şewqa vê rojê de em rast bifikirin, rast pratîk bidin meşandin û ya herî girîng rast bijîn. Hebûna vê rojê serî de li Rêbertî, hevalên şehîd, gelê me yê ku li qadan berxwe dide û li tevahî jinên azadîxwaz pîroz dikim. 4ê Avrêlê weke her tim dê ji bo me bibe hêviyeke ku em qed jibîr nekin û lê xiyanet nekin.

Kategori: Nivêsên Rojêvî