Tirkî  |  Erebî

pevajo 30 7 2018

Fermana 73’an ya 3’ê Tebaxa 2014’an ku di wê fermanê de bi hezaran Êzidî hatin qetil kirin û revandin, bi sed hezaran hatin koçberkirin em bi rêzdarî bi bîr tînin. Di şexsê wan de em wan kesên ku bûne mertal lê pêşiya fermanê û canê xwe fedayî xaka Şengalê kirin bi rêzdarî û hurmet bi bîr tînin. Armancên ku wan xwe feda kiriye emê pêkbînin û emê şopdarê rêya wan bin. Meha Tebaxêheman demê roja vejînê roja berxwedanê û roja têkoşîna mezin li hember zilmê,

zorê her cureyê êşkencê û hemû şîdeta ku bi zihniyeta faşîzma 12’ê Îlonê pêşket, wek bersivek ji vê re ku bi pêşengtiya fermandarê efsanewî rêheval Mahsûm Korkmaz (Egîd) de pêngava 15’ê Tebaxê pêşket ez vê roja pîroz, roja berxwedêr, vê cejnê di serî de li Rêber Apo û hemû gelê Kurdistanê, disa şexsê rêheval Egîd de hemû malbatên şehîdên têkoşîna azadiyê û li hemû şervanên azadiyê ku li qadên têkoşînê li ber xwedidin piroz dikim. Meha Tebaxê di dîroka Têkoşîna Azadiyê de, dîroka tevahiya gelê Kurdistanê û bi taybetî jî di civaka Êzidiyan de du hestên cuda di mîrov re dide ava kirin. Ji aliyekî din de pêngava 15’ê Tebaxê li hember zilmê, zordariyê, kedxwariyê, koletiya li ser jin, desthilatdariya dewletê û sîstema bavik salarî rihê serhildanekî daye avakirin. Ev jî keyfxweşiyekî mezin, bîr û baweri û moralekî mezin di dilê gelê me de daye avakirin. Ev roj dema nêz dibin heman hest carek din xwe nujen dike. Lê ku çendî mirov pê keyfxweş dibe carek din bi taybet 14’ê Tebaxa 2007’an de li Sîba û TilIzêr du teqemeniyên mezin ku pêkhatin di encamê wê de bi sedan insan hatin qetil kirin. Piştî wê bi 10 salan ji aliyê hêzên tarî ku ji bo berjewendiyên xwe gelên TilIzêr û Sîba firotin. Hêzên desthilatdar û hegomonîk ku di eyîn wê mehê de jî di 3’ê Tebaxa 2014’an de Şengal firotin DAIŞ’ê .Di

Rojhilata Navîn de çeteyên DAIŞ’ê di salên dawî de derket û gelek komkujiyên mezin bi ser civakan de anîn. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de êrîşa li ser Şengalê pêkhat bêguman ev êrîşekî wiha ji xweber nebû. Berî vê jî derbasbûnek heye û gelek sedemên hatina vê rojê hene, milê wê yê civakî, siyasî û dîrokî û dîsa rengekî hesab û kitabên ku li ser heremê hatine kirin hene. Di nava vê fermanê de van sedema jî rolekî girînge lîstiye. Hêzên hegomonîk yên dagirker çi dema xwestin êrîşê Rojhilata Navîn bikin an jî Rojhilata Navîn çiqas bûye hedefa êrîşên dagirkeran bi teybetî xaka Kurdistanê bûye navenda van êrîşan. Ji bo ve di hilweşandina bloqa sosyalîzma reel (Pakta Varşova) bingeha van êrîşa di salên 1989-90’î û vir de hat amadekirin. Li ser Rojhilata Navîn hêzên hegomonîk şerekî parvekirinê didine meşandin. Mudaxalekirina ser Rojhilata Navîn di vê demê de destpêdike. Heya niha jî ev gengeşî û kaos, qirkirin, koçberî û şideta li ser civakê wekî girêkekî kor ev alozî berdewame. Şerê 1991’ê mudaxilekirina Rojhilata Navîn di ser rejîma Saddam Hûseyîn û ev rejîm wekî marakê birîndar hiştin û ji bo hîn zêdetir xwe Rojhilata Navîn de cîh bike. Ev pevajo berdewam kir heya 2001 di êrîşa a li ser Emerîkayê li Îkîzkula’n hatî çêkirin, wek çawa sedema mudexelekirina Ii Iraqê di 2003’ê pêşket, 2001’ê mudexelekirina Efxanîstanê pêşket bi van buyerên bi vî rengî da diyarkirin ku hêzên hegomonîk ên gerdunî ew aloziya ku milê xetimandinêk jiyan dikin. Di milê siyasî, diplomasî, aborî û wek pergal tengavbûn û kaos jiyan dikirin, xwestin ku bi vê rebazê derbas bikin. 2003’an heya 2011’an şerê ku li Iraqê û Efxanîstanê ve carê bi navê Buhara Ereba bi welatê Kendav destpekir. Ev şer piştî Yemen, Misir, Libnan û ev 6 salin ser Sûriye şere derbas dibe û hîna jî dabejkirina hereman tê meşandin. Ev şerê di Rojhilata Navîn de pêşket her çiqas wekî ku li dijî El Qaîdê û hêzên pêve girêdayî bi hemû awayî şerê parvekirina herêmê û xwe têde bi cih kirin

bû. Ev bingeha xwe bi cîh kirin û sedsala 21’emîn jî xwe nûve sazkirina hereman e . Ji xwe gelek caran pirojeyên bi vî rengî pêşxistin, lê ji ber ku ev pirojeya van hêzên ne li gorî daxwaz, armanc û berjewendiyen civakê bû her çiqas wan hêzan hewildan lê belê nikaribûn bighêjin armanca xwe. Di nava civakên Rojhilata Navîn de ne razîbûnên mezin li himberî desthilatdariya netew dewlet, rejîmên otoqratîk, olîgarşîk her cîqas di çû pêş di ket. Hat xûyakirin ku di heremê de hêzên di mudexeleyên jî derve bên kirin ew nikaribûn tevayî cîhe xwe bigirin. Çareseriya bingehîn di naskirina nasname û çanda civaka deye. Ev heqîqet ji bi taybetî di Iraq û Sûriye de xwe daye diyakirin. Her çiqas hêzên hegomonîk ê gerdunî li gorî berjewendiyên xwe bi hêzên cur be cur mûdexeleyên van heqîqetan kiribin jî, bi teybetî di Kurdistanê bi pêşengtiya Rêber Apo de Kurdên ku tama azadiyê girtîne, li hemberî van hêzan ferasetêkî nû, felsefeyêke azad, di pergalêkî komîn û demokratîk bê ku dewlet ê esas bigire, civakbûyîn pêş xistine. Li hember van êrîşan bûne wek mertalek. Ev heqîqet di şerê Şengal û Kobanê de pir vekirî hat dîtîn. Êrîşê qirêj ya li ser Şengalê de PDK û dewleta Tirk rola xwe lîst

Hezîrana 2014’da de bi beşdarbûna dewleta Tirk, PDK û gelek hêzên din li Urdunê komcivînek pêkhat. Di vê kombûnê de va hêzana di nav xwede lî ser heremê gelek bazarên lî gorî berjewendiyên xwe pêşxistin. Di çarçoveya hevkirina de çeteyên DAIŞ’ê wekî tektîkiçî ji xwe bi kar anîn. Bê ku li hemberî wan berxwedaniyekê bikin ev qadan radestî DAIŞ kirin, kesên ku li ser maseyê rûniştin û li qedera gel li hev kirin cihên ku DAIŞ êrîşî bike ji çetan re belî kirin. Dî encama ve de 10’ê Hezîrana 2014’an bajarê herî kevnar û mezin, yek jî ji van wekî dîroka mîrovahiyê de cîhekî xwe heye wek Mûsil, bê ku şerek çebibe şêvekî de DAIŞ’ê bi dest xist. Çekên giran û îmkanên madî yê DAIŞ’

ê bi dest xist despêkê cih û deverên ku teybetî Kurdên resen tê de jiyan dikirin. Dîsa cihên ku bandora Tevgera Azadî tê de çêbibû DAIŞ ji xwe re kir armanca êrîşkirina yekemîn. Êrîşkirina DAIŞ’ê ya li ser Şengalê de hêzên ku di Şengalê debûn berxwedan û nava çend saetan de Şengal teslîmî DAIŞ’ê kirin encamê van bazarê qirêj ku me anîne ser ziman bû. Şengal di Iraqe’e de xwedî cîhekî stratîjîke. Kî Şengalê bi giştî kontrol bike ew dikarî di Iraq û Sûriye de hîn zêdetir serdestiya xwe avabike. Çeteyên DAIŞ jî civaka ku li vir jiyan dike, cîvakakeke ol û baweriyekî xwe yê cuda heye ji bo ku bi xwe ve girê de û Kurdîtiya resen ya bîngehîn dî kokê wê de tûne bike êrîş da destpê kirin. Vê êrîşê qirêj de jî PDK û dewleta Tirk rola xwe lîst; PDK û dewleta Tirk vê heremê bi hemû awayên ku gel bixapîne meşandin û radestî çeteyên DAIŞ kirin. Di milêk dîn de ji PDK wek yêkem alternatîfekî Kurdî derxînîn pêş û Şoreşa Rojava yê Kurdîstanê bi fetisînî, bî rehetî bi karibe li ser Sûriye serdestiya xwe peş bixe. Dewleta Tirk wê bi vî awayî bi aliyekî bi Tevgera Azadiyê re pejavoyekî dîyalog peş bixe û gerîlayên azadiye yê Bakurê Kurdistanê derbixe û Başûr têxe nav şerekê mezin û heman awayî şer jî Bakurê Kurdistanê û Tirkiye derbixîne. Di bîngeha van erîşa de gelek milên ku hîn nehatîne eşkerekirin jî yên van bazaran bêguman heye. Pêş çavê cîhane de qirqirinekî hovane pêk hat

Di dema êrîşê çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê destpêkir hêzên Iraq’ê û PDK’ê berî ku yêk gule biteqînin bi hezaran leşkerên xwe şûnde dan. Gel jî yên dixwestin li ber xwe bidin çekên wan jê birin û yên çek ne dayîn jî li pêş çavên dinyayê hatin înfaz kirin. Dixwestin bi vî şêweyî yek şahîdê buyerê nehêlin û vê pêvajoyê li gor berjewendiyên xwe bimeşînin. Di vê fermanê de bi hezaran zarok heta kesên bi temen mezin, ji keça heya dayikan dîl hatin girtin. Bi

hezara kesen ku berxwedan û ji bo ol, bawerî û çanda xwe ne guherînin serê van hatin jêkirin. Bi sed hezaran kes jî ji cih û warê xwe hatin koçberkirin. Pêş çavê cîhane de di vê sed sala 21’emîn qirqirinekî hovane pêk hat. Tevahî cîhanê wekî ji xwe re şanoyekî temaşe bikin lê mêzekirin. Bêguman bê deng bûyin erekirina vê fermanê bû. PDK hem berî fermanê hem ji di demê fermanê ne di xwest Tevgera Azadiyê derbasî Şengalê bibe û gel biparêzê. Tevî ku gelek caran Rêber Apo îşaret bi vê xeterî ya li ser Şengalê jî kiribû wekî Tevgera Azadiyê gelek hewildanen me jî çebûn. Ji bo astengkirina va hêzan berî fermanê em ne ketin Şengal ê. Şert û mercên leşkerî û sîyasî dîve demê de gelek di nav hevde bû. Di milê sîyasî de gelek hêzên hindûrin û derve hesabên xweye yên cuda kirîbun. Di milê leşkerî ji armancê wan li ser rûye erdê serdestiyê xwe avakir. Ji bo hêzên demokratîk ye azadîxwaz beşdarî vê pêvajoye nebin, hemû awayî astengî pêş dixistin. Tevî ku van aloziya û rewşa ewqas ne diyarde de jî roja 3’ê Tebaxa 2014’an Tevgera Azadiyê hemû hesabên hêzên desthilatdar xirakir û pengavekî nû bi vî awayî peşxist. Destpêkê mûdexelekirina Şengalê û berdewama wê Kerkûk û Mexmûr di serîde civaka Êzidî û gele li Iraq û Başûrê Kurdistanê jiyan dikir ev pengav wekî cejnekî azadiyê peşwazî kir. Şervanên azadiyê bi dirûşmê azadî kulîlkan hat peşwazî kirin. Bi mûdaxalekirina hêzên azadiyê û şervanên YPG’ê û YPJ’ê ne tenê pilanên wan têkçûn, maske ya li ser ruyê wan hat qetandin û ew ruyê wan ê reş nîşanî cîhanê dan. Mudaxelekirina Tevgera Azadiyê mudaxelekirinekî şoreşgerî bû. Heqîqeta PKK’ê a ku wek partiyek kedkarên civakê û bi hemû awayî bi dehan pengavên şoreşgerî yê civakî ku PKK’ê bi ser xistine ev jî hemleyekî şoreşgerî bû. Hîn zêdetir heqîqeta PKK nîşanî herkesî da. Bi vî awayî ji 3’ê Tebaxa 2014’an derbasbûna hêzên PKK’ê li Şengalê bêguman ne tenê çeteyên DAIŞ sekinand, di heman demê pengaveke nû di pratîka Şengalê de dane destpekirin. Destpekê korîdora mirovahiyê vekirin û bi hezaran kes derbasî heremê ewle kirin. Gelê ku Şengalê de mayî ewlehiya wan girtin û hemû pewîstiye jiyanî pêk anîn gelek girîng bû. Ger ev gel lî Şengalê ne hatiba hiştin, parastîna wan wê çawa biba? Ger ne hatiba rêxistinkirin ferman yê serketîba.Ji ber ku armanca vê fermanê vê civakê lî ser xaka wê derxistin bû. Ji ber wê bî şêwazekî bê exlakî û mîrovahî peş çavê cîhanê di serîde keç û jinên Êzidî sukan de wekî kole pezekî hatin firotin. Vê bûyerê de dixwestin di civakê de çav tirsandine avabikin. Mûdaxalekirina hêzên Tevgera Azadiyê ya Şengalê ji bo tevahî civakan de bîr û bawerî avakir. Bingehekê nû çekir. Bi teybetî ji bo gel bi karibe xwe bi xwe berxwe bide dîve serîde xwe rexistin bike û hêzekê xwe parastînê avabike, ji bo ve pêngavên girîng hatin pêşxîstin. Avakirina YBŞ û YJŞ gelek girîng bû

Bi rexistinkirina YBŞ û YJŞ gavekî dîrokî hat avetin. Cara yekem di dîroka civaka Êzidiyan de di encama fermanekê de keç û xortên vê civakê heza xwe a cewherî birêxistin kir û hêza parastînê avakirin. Ev gelek girîng bû. Em baş dizanin ku di serîde cîvaka me ya Êzidî di Rojhilata Navîn de gelê Ermenî, civaka Elewî, Asurî, Suryanî û heman deme gelê Kurd jî bi gelek caran qirkirina re rû bi rû mane. Tene dîroka bi devkî tê gotin ya civaka Êzidî 72 caran ferman jiyan kiriye. Fermana 73’an edî ji bona xwe qulipandiye rêxistinkirinêkî bibiryardar li hemberî dijminê xwe têkoşîn kirin û berxwedayîn. Bê guman ev saya Tevgera Azadiyê, bi fikir û felsefeya Rêber Apo çêbûye. YBŞ û YJŞ di nava vê civake de bûne nasname ya rawestandina fermanan. Navenda berxwedanê a xwe naskirine û ji bo xwe têkoşîn kirine. Di 3 salê derbasbûyî de hemû pêngavên Şengalê hatine pêşxistin. Ji rizgarkirina navenda Şengalê bigire heta hemleya wekî Geliyê Şîlo, Medîban û pengava bi nave Tolhildana Jînên Êzidî bi pêşengtiya YBŞ û YJŞ û alîkariye hêzen azadiyê pêşketiye. Vê jî bandorek pozitîf lî ser cîvaka Êzidî û tevahî gelên bindest kiriye. Tene ne li Şengalê li kuderê derfet çebûye ji bo tol wergirtina qûrbaniyên fermanê û taybetî ji rizgarkirina dîlên di destê DAIŞ de li hemberî çeteyen DAIŞ ketiye nava berxwedanî û têkoşînekê mezîn de. Sala derbasbûyî li tevlîbûna hemleya Minbicê, niha jî sala 3’emîn de di cenga mezin de cihe xwe girtin encamê ve heqîqeteye ku dî civaka Êzidî de ev gavekî gelek pîroz, gelek bi nîrx û cihê silavkirineye. Berî 3 salan jina di sukan de firotin Siûdî Erebîstan, Ewropa, Kuweyt ,Qeter û hwd îro her qadê de lî berxwe dide û tola xwe hildirgire. YBŞ û YJŞ ne tenê mile leşkerî bandora xwe kiriye di milê sîyasî, zanabûna cîvakî, rexistinbûyîn li mile aborî û dîplomasî de ji pêngavên dîrokî peşxistiye. Hemû destkeftên vê civakê bi saya vê berxwedena pîroz hatîye peşxîstîn. PDK jî bo ku civaka Êzidî ne be xwedî statû ya xweser Şengalê dorpeç kiriye

Di dawiya sala 2014’an heya destpêka 2015’an de îlankirina Meclîsa Avaker a Şengalê hat lidarxistin ku pêwîstiyên hemû saziyan pê hebû êdî gav bi gav hat hûnandin. Avakirina Meclîsa Şengalê, avakirina Meclîsa Jin her wiha Meclîsa Ciwana û Xizmetguzariya Şengalê ku wek şaredariya Şengalê kar dike, vekirina dewreyên perwerdeyê bi taybetî dewreyên zimanê dayîkê ên ku niha tên dayîn û perwerdeyên îdolojîk ev hemû

jî hêza xwe ya cewherî tê, bêyî ku pişta xwe bide hêzêkî desthilatdar xwe rêxistin dike. Dî va 3 sala de pêngavên bi vî rengî her çîqas hatîbin pêşxistin jî di serî de PDK ji bo ku civaka Êzidî nebe xwedî statû ya xweser, rêxistinbûyinekê pêşnexe li ser Şengalê dorpeçbûyînek pêşxistiye. Ketin û derketîne Şengalê qedexe kiriye. Ji bo civakê hewcedarê xwe bike hema bî birçîbûnê terbiye dike. Cardîn ji bo yekîtiya civakê çê nebe bi dek û dolaban li ser gelek eşîra lîstiye. Kesên berê jî pêre tevgeriya ye cardîn xistiye bin serweriya xwe. Ev kes li hember îrade ya Şengalê ya hatî rêxistinkirin tên bikar anîn. Di serîde lî hember hêzên YBŞ û YJŞ peşmergeyên Êzidî rêxistin kiriye. Li hember îrade ya sîyasî û cîvakî, di nava civakê de xwestiye perçebûn û bê baweriyê peşbixe. Li hemberî van lîstikan, hezên Şengalê ê leşkerî û sîyasî di xeta berxwedanî de têkoşîna xwe bilind kirine. Saziyê xwe mezin kirine. Bi rêxistinkirina PADÊ (Partiya Azadî û Demokratik a Êzidiya) nasnameye xweya sîyasî û dîplomasî derxistine pêş. Bî rêxistinkirina TAJÊ (Tevgera Azadiya Jinên Êzidî), dîsa YCÊ (Yêkîtiya Ciwanên Êzidî) pêşengtiya xweseriya demokratîk bi van hêza mîsoger kirine. Dî Şengalê de di pêşengtiya jin û ciwanan de kar û xebatê ku hatine pêşxistin di astekî girîng de bandora xwe lî ser civake heye. Heman demê jî bo tevahî Ezidxanê jî wekî modelekê derketine hole. Ev hêza rexistinkirî 3’ê Adara 2017’an bî erîşa çeteyên PDK’ê û dewleta Tirk ve rû bi rû hatiye. Wekî erîşa çeteyên DAIŞ’ê a 3’ê Tebaxa

2014’an êrîşa 3’ê Adar’ê a li ser Xanesorê ji bi heman zihniyetê hatiye pêşxistin. Hezên dagirker xwe li hember îradeya civakê ne girtine ji ber vê xwestine vê hêz û îradeyê belavbikin. Berxwedana li hemberî vê hatiye pêşxistin jî bi saya şervanên azadiyê YBŞ-YJŞ, kesên rumet û bi qehreman yê wekî Çekdar, Orhan, Nujiyan, Çiya, Amed, Nazê û Tekoşînan ev qomploya wan hatiye vala derxistin. Hêzên dagirker hatine rawestandin. Ji bo ku wan hêzên êrîşkar jî xaka Şengalê bavejin û pêşiya van bigire hîn zedetir yekîtiya Êzîdiya pêşxistin, hezê leşkerî mezinkirin, xweserîya xwe de israr kirin, bi vî awayî dikarî bûnpêşî van erîşa tevahî bigire. Asta niha rêxistinbûyina Şengalê tedeye, despêka havîna 2017’an de bi kongreyekê Meclîsa Avaker a Şengalê derbasê Meclîsa Xweserî û Demokratîk a Şengalê bû û bi hemû awayî dikare

êdî statûya Şengalê bide qebûl kirin. Meclîsa Xweserî û Demokratîk a Şengalê û heman demê desteya rêveber a Şengalê li ser esasê azadiyê herdû cinsan wekî pergala hevserokatiyê ji xwe re esas girtiye dikare hemû pirsgireka çareser bike. Ji bo ku ev îrade pêşnekeve hin gefên mezin ji aliyê dijmin ve tên kirin, wek ku çawa di 3’ê Adara 2017’an de dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê êrîş birin ser Xanesorê ku bi xwînê hatibû rizgar kirin û bersivê ku hate dayîn de şahadetên ku gelekî bi nirx çêbûn. Lê bele nehiştin dijmin jî bigîhêje hedefa xwe, ew daxwaza wan di qirika wan de hişt û berxwedan mezin kirin. Dîsa 25’ê Nîsana 2017’an a ji hêla balafirên dewleta faşîst a Tirk û deshilatdariya AKP’ê MHP’ê êrîşa ku birin ser baregehên YBŞ’ê, di encamê vê de bi şehîd xistina ciwanêkî Êzidî xwestin çav tirsandinekî li ser civakê çêbikin, kesên mayîn ji Şengalê bidin revandin û wan li hemberî Tevgera Azadiyê derxînin. Ji bona wê taybetî ji PDK ê pêşmergeyên xwe jî kirin qûrban. Lê ev pîlanên wan jî vala derketin. Armancên van erîşan ne naskirina statûya Şengalê û îrada ku hatiye rêxistin kirin ji nedîtîne ve hatine. Êdî hemû kes vaya baş dizani ku civaka Êzidî bi gişti, taybetî jî yê ku ev 3 salin Şengalê de manê û berxwedane êdî tû şêwazî desthilatdariyê û jiyana kole qebûl nakin. Heman demê Êzidî ne Êzidiyê berî fermana dawî ne. Vê civakê dost û dîjminê xwe baş naskiriye. Çawa li Xanesorê vala derket, dîsa 25’ê Nîsan’ê êrîşên hewayî jî vale derxist. Car

din di encamên van nezîkbûnen dîjminane yen PDK û hevkaren wê polîtîkayê perçekirin ya lî ser Ezidîya dide meşandin. Di dema dawîde Haşdî Şabî jî kete heremê Bakurê Şengalê. Sîyasetekî din a Êzidî perçekirinê jî ji vir destpêkir. Bê guman e ku ew nayê qebul kirin û wê tu caran jî neyê qebul kirin. Ji bona vê bi hemû awayî van polîtîka ya hişt ku Haşdî Şabî wekî hêzekî Iraqê xwe bigihîne derdorê Şengalê. dîsa sîyaseta PDK’ê û Mesûd Barzanî nehişt ku ew gundê ku niha Haşdî Şabî girtine Hêzên Tevgera Azadiyê û YBŞ-YJŞ e wan gundan rizgarbikin. Çû bi Iraqê re hevdîtin kir, bi Emerîka re hevdîtin kir ji bo ku YBŞ û Hêzên Tevgera Azadiyê nekevin van gundan. Haşdî Şabî ketiye wê qadê û rewşa Şengalê hîn tevlîhev kiriye. Dema mirov bi vî rengî nêzîk pirsgirêkê dibe dibine ku pirsgirêka Şengalê bi pirsgireka netewî ve girêdayiye,

bi yekbunê Kurdan ve giredayiye. Bi çareser kirina pirisgirêkên herêmî ve girêdayî ye. Di rewşa niha de di Êzidxanê de hêzên ku bi derfetên xwe hatine rêxîstîn kirin dîsa xwe bi xwe rêve dibin YBŞ-YJŞ û sazî, dezgehên demokratîk yên vê civake xwe rêxistin kirine. Hemû astengiyên PDK, dewleta Tirk û yên wek wan serneketine û sernakevin. Niha PDK’ê û dewleta Tirk hîna jî ji bo ku Şengalêk demokratîk û xweser ava nebe hebûnaTevgera Azadiyê li wê derê ji xwe re datîne û dixwaze êrîşên xwe bidomîne. Lê gelê Şengalê di serîde vêya baş dizane ku hebûna Tevgera Azadiyê ne sedeme şere. Hebûna Tevgera Azadiyê li Şengalê ji bona civaka Êzidî û hemû pêkhatên di deşta Nînova û Iraqê de jiyan dikin û ji bona tevahî Êzidxanê garantorêkî dîrokiye.Tevgera Azadiyê li Şengalê de ne tenê weke hêzekî leşkerî ye, li wir wekî hêzekî bi hemû awayî garantiya jiyana van civaka ye. Ev jî bi hemû awayî di van 3 salên derbas bûyî de derketiye holê ku PDK’ê ji bo ku civaka Êzidî li hemberî Tevgera Azadiyê derxîne bi dehan caran komcivîn çêkirine. Rihê 15’ê Tebaxê û 14’ê Tîrmehê di hemû qadên têkoşînê de jiyan dike Dîsa Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî bi pêşengên olî ên civaka Êzidî re konferans û kombûneke çêkirin. Kesên ku beşdar bûn dostên wa bun, yê ku ne dostê wan jî li nav civaka xwede kar dikirin bi gef, bi tirsandin,

bi dek û dolaba wana çav tirsandî kirin û bê rumet xistin. Wan ji tevgera wan dur xistin. Rixmê wana jî encamêk bi destê xwe nexistine. Dibe ku li ser çend şexsên va lîstîka bandor kirîbin. Le belê em baş dizanin ku ew kes jî niha poşmaniyekî mezin jiyan dikin. Mafdarbuna Tevgera Azadiyê û bîr û baweriya vê civakê ku li dora fikrê Rêber Apo kombuye hem di Şengal û tevayî Êzidxanê de û hem jî li dervayê welat li nava civaka Êzidî û gelê bindest de ew bi xwe re sempatiyekî mezin derxistiye holê. Baweriyekî mezin çêkiriye, hêvî daye avakirin û di dilê dijminan de jî tirs û xofên mezin daye avakirin. Bi rizgarkirina Mûsîl, despêkirana cenga mezin a Reqqa heman deme operasyona ya Til Afer bêguman ji bona hebûna DAIŞ bi dawîkirine pêngavên giringî dîsa dixûyî ku dawiya DAIŞ’ê tê. Ji ve demê şundetir êdî pêngava dîplo

masî û sîyasî bi xurtayî dikevî dewre. Hêzên azadiyê ku dijî DAIŞ’ê şerkirine û bedelê gîran dane di despêkê de dive ku ev deskevtiyên xwe di bin hemû şert û mercan de biparezên û bi hêza xwe bawer bin. Çiqas zorî û zehmetî hebin jî lazime ew fedakariyê ku di şer de kirine di sîyasetê ser masê de neyin windakirin. Gelê me yê Êzidî tevî ku fermanêki pir dîjwar di serde hatî jî cara yekemîne dî dîroka ve civakê de fermanêke diqulipine berxwedane û xwe bi xwe rêxistinkirin. Derfetên gelek giring di destê civaka Êzidî de hene. Beriya her tiştî meşrûyeta ku karîbî xweser jiyan bikin hatiye avakirin. 73 caran qirkirin jiyan kir şunde tu kes nikare bêjî tûyê bi min ve giredayî bî. PDK’ê be, hûkumeta Irak’e be, kîjan hêz bê divê gelê Şengalê tû caran qebûl neke. Di Êzidxaneke xweser û demokratîk tevahî civaka lî wîrde jîyan dîke hemû awayî rêxistîn bike. Heman demê bi hukumete Iraq û Başûrê Kurdistanê re hemû danûstandînare vekiribe. Civaka Êzidiyan de kesen ku nasname û xweseriya Êzidiya nasbike ew jî bi heman îrade re dîkari pîrsgirêkê xwe çareser bike. Sîyaseta herî rast ji bo civaka Êzidiyan ev e. Jî bo ku karibe vê pêk bîne wekî ku me jor de daye diyarkirin divê yekîtiya navxweyî avabîke. Di hêle leşkerî, sîyasî de sazî dezgeh, meclîs, partî û hêzê leşkerî di bin îradekê de kombike. Xwe ji bone we pevajoya nû, ku wekî pêngavekê destpekîreye xwe amade bike ku ve civakê bide qezanc kirin. Bi serxistina Federasyona Bakurê Sûriye wê bibe tûnekirina DAIŞ’ê. Heman demê gerîla li Bakurê Kurdistanê bi rihê fedaiyane derbên mezin yê ku hiş û mejîyên dewleta Tirk de hejandiye bi hemleyên biharê bi rihê Şervanan, Çekdaran, Andokan destpêkir. Dîsa bi heman rihê 8’ê Adaran û Newrozan gel bi vîna xwe ya li hember faşîzme danî holê û çû referandumê. Bi heman awayî Têkoşîna Azadiyê ku niha merhela ku gihayê Şengalê jî bi wî ve girêdaye. Ev hemû bê guman bingeha xwe jî rihê pêngava 15’ê Tebaxê digire. 15’ê Tebaxê 33 salên xwe paşde di hêle, dikeve sala 34’an. Êdî gerîlayê profesyonel ê moderen, yê di bin fermandartiya Rêheval Egîd de dest pêkir niha di her çar aliyê Kurdistanê de li ser vê xet û rihê 15’ê Tebaxê artêşa xwe parastinê wek Artêşa Parastina Kurdistanê têkoşîn dike. Jîyana nujen di Kurdistanê de bi pêngava 15’ê Tebaxê û bi rihê 14’ê Tîrmehê ku dest pêkir hem di şêwazê rêxistinê û serde çunê de helwesta hatîye danîn, îrada mezin a ku hatiye ava kirin, êdî li hemû qadan li ser vê ferasetê têkoşîn berdewam dike. Destkevtiyên mezin yên ku hatine avakirin êdî li hemû qadan de liser vê têkoşîn tê meşandin, HPJ bivî awayî dîsa YPS-JIN êdî Artêşa Azadiyê xwe xistiye malê civakê. Hemû bi pergala KCK û KJK’ê û bi pêşengtiya PKK’ê û PAJK’ê Rojhelata Navîn de bune hêviyeke mezin. Êşên mezin yên hatine jiyan kirin, bersivên vana yên ku hatine dayîn, tiştên niha bi dest bên girtin, serkeftinên mezin çêbûne di pêşengtiya Rêber Apo û Tevgera Azadiyê de bi rihê 15’ê Tebaxê pêkhatiye. Niha rojevê me a sereke û navenda hemû kar û xebatên tevgera me, di hemû qadan û di hemû kêliyan û di her xebatê de azadîya Rêber Apo ye. Li dora Rêber Apo xeleka berxwedanê mezin kirine. Sala 2017’an salvegera 15’ê Tebaxê ya 34’emîn ji her demekê zêdetir sala azadiya Rêber Apo ye, ya azadiya gela ye, ya azadiya jina, azadiya ciwana, azadiya hemû pêkhatên civakê ye. Li ser vî esasî careke din 15’ê Tebaxê bi rihê Egîdan, Erdalan, Zîlanan, Bêrîtanan, Nalînan, Çiyageran ez careke din pîroz dikim û serkeftin a gelê Kurdistanê ye.

 

SOZDAR AVÊSTA

Kategori: Nivêsên Rojêvî