Tirkî  |  Erebî

Ji rojnivîsa şehîd Doza Welat

Belê, dîsa sir û seqem. Dîsa zivistaneke lal û sar dibin hevalên dilê min. Pênûsa min dîsa li ser rûpela sipî dileyîze bi wate û bê wate. Ma gelo pênûs dikare êş û bextewarî, hesret û tirsa di dilê mirov de li ser vê rûpela pak xêz bike. Gelo dikare van şevên tarî û bê dawî yên di dilê min de

vebêje!...Lê dizanim dîsa ne peyv ne jî hevok têra hesreta dilê min dike…Gelo ev berfa sipî têra şewata di dilê min de dike da ku bitefîne. Vaye dîsa zivistane, dîsa hesret, şewat û pêt, tirs û hêvî.

Lê di vê zivistana sar û cemed de dilê min germ kir silavekê. Belê silavek ji min re hat ji diyarên dûr. Gelo ma tişta jêre tê gotin bextewarî ne ev be çiye? Li gorê nêrîna min ji bo gerîlayekê xelata herî mezin eve. Lê pênûska min tu rastiyê bixwazî ez bi vê nameyê, bi vê silavê şa nebûm. Di vê kêliyê de cardî agahiya şehîdbûna hevrêyên xwe dibihîsim... Bawerke dilê min ranake. Dibêjin rastî bi êşin lê ez rastiyeke wiha naxwazim.

Belê dîsa zivistan, dîsa hesret, berfa sipî dibare ser serê min û dîsa dicemidim.

Destê xwe dirêjî destê min bike

Em dest bidin destê hev û

Biçin vî bajarî

Ev bajar tarî

Ev bajar sar

Bêkes, bêdeng û cemidiye

Bajarê serîhildan û qêrînane ev bajar

Em ronî bikin vê şevê

Li ser qêrînên wê qêrîn

Li ser serîhildanên wê serîhildanan zêde bikin îşev

Em deng bidin bê dengiya wê û

Bihelînin dilên cemed girtî

Bi agirê dilê xwe

Bi hêviyên di çavên te de em zindî bikin

Hemû canên westiyayî

Bi înada hemû kirêtiyan em bedewbûnan ava bikin

Destê xwe bide destê min vê şevê

Em bigrin dîlana cengê

Em bigrin dîlana azadiyê

Em qîr bidin

Ji bo zarokatiya di dilê me de nîvco mayî

Tenê bila bê dem nebin veqetîn

Reş û tarî, ar û pêt, ba û bahoz, berf û baran di nava saniye û salîsan de diyarî hevdû dike van bûyeran. Dilê min jî heman diyalektîkê, heman êş û şahiyê, heman sar û germahiyê, heman tarî û ronahiyê dijî. Vê şevê bê wate dibe erd û ezman, heyv û stêrk…

Dilê min di nava maratonekê de ye herdem. Li ku destpê dike li ku bi dawî dibe gelo tu dizanî. Rêwîtiyeke bê rawestgeh, demsal, roj û mehê wê nîne. Di rêwîtiyeke sal û rêkên bê dawî de me. Mîna lehiyekê diherikim. Dîsa diherike hesreta dilê min, dîsa dibe reş û tarî, ba û bager, berf û baran. Dibe tofan evîna dilê min vê şevê, lê tu her bi min re yî tirs û hêviya dilê min.

------

Di saleke nû de cardî dibêjim merheba rojnivîsa dilê min;

Saleke nû, cihekî nû û hevalên nû. Me saleke dûv û dirêj li pey xwe hişt. Carnan em xemgîn bûn, carnan jî kêfxweş. Carê em bi hev re meşiyan, gelek caran jî em ji hev qutbûn. Û vaye em saleke din mezin bûn. Milekî me kêfxweşî û şadî, lê milê me yê herî mezin xemgîn û birîndar. Me saleke din bê Rêberê xwe derbas kir. Dema dizvirim û li paş xwe dinêrim dihizirim ka gelo min di vê salê de çi kir, çi jiya û çi dît…

Me di Kobanê de gelek hevalên hêja şehîd da. Me bi xwîna pak û zelal zafer qezenc kir. Niha jî di xaka bakûrê Kurdistanê de em heman xwînê dirjînin.

Xakên mezopotamiya ku rûyê rojê nedîtiye, hê jî ji kêfxweşî û şadiyê û ji aştiyê dûre. Hê jî xwîn digrî li ser van xakan. Şehîd Mazlûm Doxan digot; “îxanet berbi teslîmiyetê, berxwedanî jî berbi zaferê ve dibe” Her roja diçe ji bo zaferê berxwedan hinek din jî mezin dibe di welatê min de. Ala ku şehîdên me yên mezin dewrê me kirin, ji destekî derbasî destek din dibe û wê wisa li ber bayê azadiyê bilind be. Agirê di bedena Mazlûman de pêketî geş dibe, wê hê jî geştir bibe heya ku aştî û azadiyê bînê ser vê xakê.

Lê gelek caran dihizrim ku cîhan li beramber hebûna gelê Kurd rolê sê meymûnan dileyîze. Dema mijara gotinê dibe gelê min ê mazlûm ti kes nabîne, nabihîse û nizane. Tu dibê qey wîcdanê mirovahiyê bûye kevir. Hestên qerisokî xwe li wîcdanê mirovan pêçaye. Ji ber wê ye ku herkes li beramberî vê wehşetê, hawar, lorîn û qêrînên ku her roj li kolanên Cizîr, Silopî, Amed, Nisêbîn û Şirnexê deng vedidin, nabîne û nabihîse. Heger wîcdanê wan li hemberî kuştina dayîkeke ducanî nalerize, heger ji vê re deng dernaxin, ez ji mirovbûna me guman dikim. Ma qey têrê dike ku em bêjin însan ajalekî dihizire ye!... Ma qey ajal jî li pey zindiyên xwe ku têne kuştin, hêsran nabarîne! Ma qey li pey xwe nazvire û nanêre. Heger naskirina mirov naskirina gerdûnê ye çawa dibe ku hebûneke wiha pîroz ewqas cemidî û bê bandor dibe. Çawa dibe ku ewqas ji nedîtîve bê. Bawer bikin mejiyê mirov nagre. Ewqas tiştên ku dixwazim binivsînim û vebêjim hene ku tu dibê qey ger ez venebêjim gunehekî mezin dikim. Heger em van qehremaniyan, vê lehengiyê ji pêşerojê re nehêlin, ger em venebêjin wê dîrok me efû neke. Ji xwe wek şoreşgerekê divê em vê layîqê xwe nebînin û hewl bidin van lehengiyan ji hemû mirovahiyê re ragihînin. Dizanim berxwedanî û qehremanî pir mezine, ji ber wê ye ku pênûsa min stûxwar dimîne li beramber vê rastiyê. Hemû peyv kêm dimînin.

Mirovê mezin Rêber APO dibêje; “Êş mamosteyekî pir mezine”. Êşên me çemê hestane, her ku diherike wê paqij bike hemû qirêj û gemariyan. Wê zilma zaliman di derya xwînê de tune bike. Siberojên azad pir nêzin, êşên ku di oxira vê de tên kişandin jî pir bi nirxin.

Vaye zivistan xilas. Sibat di hembêza xwe de Adarê radike, Adar jî mizgîniya Nîsanê dide. Wê cardin şîn bibin çiyayên me, wê zarokên me leyîstokên xwe azad bileyîzin di welatê xwe de. Zafer ji herdemê zêdetir nêze. Siberojên ku emê bi ken û bi tîlîliyan pêşwazî bikin pir nêzin. Soza me soze, kîna me mezine û agirê tolhildanê di hinavên me de geş dibe. Wê dawî wisa nebe, wê dîrok xwe dûbare neke di axa welatê min de. Wê soza me careke din tolhidan tolhildan be…

Bêhna welat tê ji porê te

Bêhna xakê

Di çavên te de êş

Di cavên te de hezkirin

Di çavên te de hêvî dibarin

Bi van hêviyan

Emê siberojên bi roniya rojê dagirtî bibînin…

Di vê oxiraê de jî

Ezê rojekê jiyana xwe

Fedayê generalên biçûk ên welatê xwe bikim…

Kategori: Ji Pênûsa Jinê