Tirkî  |  Erebî

Şehîd Sarya Welat

JI PENUSA JIN ADAR

Serokê min em dikevin meha ku xweza bi hatina wê dest bi govendê dike. Adar, bi hatina xwe pir nirxên pîroz jî bi xwe re tîne. Him mizgîniya Newrozê ye him jî ya roja jinên cîhanê ye. Wek şervanên têkoşîna azad di van çiyayên azad de dema em dikevin meha Adarê kelecanek cûda di hûndirê me de diafire. Agirê Newrozê yê ku bi destê Kawayan hat pêxistin di şexsê Heval Mazlum û Heval Sema de hîn bêhtir geş bû.

Îro jî wek şopdarên van lehengên pîroz em dixwazin xwe bigihînin serkeftinê û armancên van hevalan bi têkoşîna xwe pêk bînin. Serokê min, we bi fikir û ramanê xwe ji bo jinên bindest rêka azadiyê ava kir. Îro bi saya we hezaran jinên têkoşer li hember pergala kapîtalîst him jî desthilatdariya zilam berxwedaniyekê didin meşandin. Nîşanî giştî cîhanê kiriye ku felsefa Serok APO di rêya jinên ku daxwaziya azadiyê dikin de dibe ronahî. Min jî bi daxwaziya azadiyê berê xwe da van çiyayên azad. Dema min perwerda ku di çarçova felsefa we de hatiye amadekirin dît wî demî ez ketim wê ferqê de ku civak çiqas tişt ji me revandiye û çiqas me bindest kiriye. Xeyalên me, armanca me heta bedena me li gor xwe bikaraniye û wek meta pêşkêş kiriye. Heya şaneyê me xwe bi cih kiriye, lê belê bi birdoziya we weke min bi hezaran jin ketin vê ferqê û berê xwe dan qadên têkoşînê.

Serokê min, we ji me re ewqas nirxên pîroz ava kir û rêkên çareseriyê nîşanî me da, lê belê dîsa jî ez di têkoşînkirinê de kêm dimînim. Pêwîste hîn bêhtir hinek tiştan ser xwe biavêjim û têkoşînek hîn xurt bidim meşandin. Dema ez li pişt xwe dinêrim dibînim ku pir tişt min ser xwe avêtiye. Ketime ferqa pir tiştên mezin û li hember qirêjiyên pergala desthilatdar dest bi berxwedaniyekê kiriye, lê belê hewceye hîn bêhtir têbikoşim û xwe bigihînim xeta Zîlan û Bêrîtanan. Ev jî bi felsefe û fikrên we di kesayetê xwe de dane rûniştandinê gengaze. Serokê min, bi rastî jî ez nizanim hestên xwe li hember we çawa bînim ser ziman. Hestek wisa ye ku bi hevok an jî peyvan naye pênase kirin. Encex bi tevlîbûnek xurt em dikarin ji we re bibin bersiv. Em dizanin, bi fikr û ramanên xwe hûn ji me hemûya bêhtir azadin, lê belê armanca me jî pêwîste fizîkî azadkirina we be. Ji bo hevaltiya xwe a kêm ez çiqas rexnedayina bidim dizanim ku kême. Bûyîna xwediyê çalakiyek mezin û tevlîbûnek xurt dikarim rexnedayina herî mezin bidim. Wek kesayet hinek tiştên ku pergala kapîtalîst li min kirine hîna min ser xwe neavêtiye, lê belê armanca min her ewe ku wek Zîlan bûyîna xwediyê çalakiyek mezin, wek Bêrîtan bûyîna vînek pîroze.

Serokê min, bihar bêhna we ji me re tîne. Her kulîlka ku vedibe de rengê we dibişkive. Bihar mîna we ye Serokê min. Xweza xwe bi her cûre renga dixemilîne û mizgîniya roja nû dide. We jî Serokê min, bi ramanê xwe mizgîniya jiyana azad da me. Îro bi xêra vê mizgîniya we bi hezaran têkoşerên azadîxwaz di vê rêkê de dimeşin. Armanca me hemûya ewe ku di nav van kulîlkên reng bi reng de bi we re pêşwazî kirina biharê ye. Dibe ku beden nikarin dîwaran derbas bikin, lê belê tiştek nikare li hember hestan bibe asteng. Em bi hemû şaneyê xwe li gel we ne. Di vê rêka ku we bi ramanê xwe ronahî kiriye heya dilopa xwîna xwe ya dawî ezê têbikoşim. Emê di Kurdistana azad de bi hev re biharê pêşwazî bikin. Wî demî wê kulîlk hîn bi fêz bibin, ji bo ku li pêşberî we dibişkivin.

Jiyana Jina Azad Bi We Re Gengaze Serokê min.

Kategori: Ji Pênûsa Jinê