Tirkî  |  Erebî

02 07 2018

Serokê min her roj beriya ku tav derbikeve ez diçim Deriyê Aslan ya ku pala çiyayê Cîlo ya herî bilind e. Dema ku ez li wir dirûnim ba pora min ya ku di bin kefiya leşkerî de derketiye şedike. Destê min yê ku dûrbûnê digire her çiqas ji serma qerisî be jî xweşikbûnên ku çavên min dibîne dest û dilê min germ dike. Oremar cardin mîna zarokeke nazdar ya ku di hemêza dayîka xwe de ye tîne bîra min

Serokê min; li Cîlo destpêkê Oremar biharê pêşwazî dike. Niha em di meha tirmehê de ne. Dema Oremar havînê jiyan dike Cîlo nû nû biharê jiyan dike. Di milekî de xweşikbûna Oremar’ê temaşe dikim milekî din de jî berê dûrbûna xwe didim sertabên Cîlo. Deriyê Cehfer ya ku di Pala çiyayê Cîlo de ye cardin cilên xwe yên herî xweşik li xwe kiriye, xetên asmîna yên reng bi reng ji deriyê Cehfer xwe dirêjî Gever’ê dike û tevahî xweşikbûna xwe li ber çavan radixe. Her ku dem derbas dibe rojên ku em li bendê ne nêz dibin. Roj ber bi hilatbûnê ve tê. Her ku roj bilind dibe xweza xweşik dibe.

Serokê min her roj van demên xweş bi we re jiyan dikim. Serokê min ez dizanim em çiqas ramanên we jiyan bikin hûn ewqasî bi me re ne. Ji bo ku hûn her dem di dil, mejî û jiyana min de bin ez 24 saetan bi kesayetê xwe re di nav têkoşînê de me. Ji ber ku ez dixwazim weke Zîlan û Kemal xweşik bim û xwe bigihînim pîvanên milîtantiyê. Xweşikbûn bi azadbûnê dibe û bê guman ev bi fêmkirina hişmendiya we pêk tê. Fêmkirina Serokatî, di tevahî hucreyên xwe de hîs kirina Kemal, di oxira têkoşînê de xwe feda kirin… ji bo têkoşînê ez ê erkên ku dikevin ser milên min pêk bînim. Di vê meha pîroz de ew têkoşîna we ya pîroz hêzeke mezin dide min.

Dawiya keşfa me hat. Bi we re ez xwe ji zozanê Cîlo berdidim Gezre. Ez dizanim di demeke nêz de em ê bi hev re li van xweşikbûnan mêze bikin. Bi hêviya wan rojên xweş dîtinê. Hûn ê her tim mîna awazeke bê dawî di dilê min de lê bidin.

Şehîd Rûken Kato

Kategori: Ji Pênûsa Jinê