Tirkî  |  Erebî

LENUSA JIN

Bi we re û bi hezaran hevalên xwe re di nav rêwîtiyekê de me. Di vê rêwîtiyê de destpêk û dawîbûn bêdawî dibe. Hûn di demeke wisa de ji dinyaya me re bûn rengek wisa ku watebûn di nav vê heqîqetê de wateyeke din dibîne.Deryayê dilê min; zayîna rast min bi we re dît, lê belê di vê rêwîtiya xwe de weke fizîkî hê min we nedîtiye.

Ez her tim bi hêviya dîtina we şer dikim. Bi hêviya dîtina we ez bi vîneke mezin dixwazim xwedî li têkoşîna xwe derbikevim. Her dem bi jiyanê re di nav şer de me. Li hember kesayetê xwe her dem têkoşîn didim meşandin da ku ez bigihîjim xeta jina azad ya ku we ji bo me danî holê. Êdî ez hîn bêhtir wate didim nirxandina we ya “Qasî nan û avê pêwîstiya me bi azadiyê heye.”

Ez heya niha jî dema ku navê we tînim ser ziman nizanim bi kîjan hevok ango peyvan we vegotin bikim. Ez çi bînim ser ziman jî dizanim ku li beramberî we kêm dimîne. Hûn roja me, şeva me, meji û dilê me ronî kir. Hûn di her demê me de ji me re dibin ronahî. Dema ku ez zehmetî dikişînim her dem ji birdozî û fikrandina we ronahiyek li çav û dilê min dikeve. Hûn ji bo min kombûna hemû wateyên jiyan û azadiyê ne.

 

DÎCLE AVAŞÎN

Kategori: Ji Pênûsa Jinê