Tirkî  |  Erebî

beritan gulnazkaratas

Ji bo ku mirov jinê pênase bike pêwîste hemû jiberkirinan derbas bike. Jina ku berê ne xwedî pênaseyekê bû, îro heqîqeta tevahî mirovahiyê temsîl dike. Bûyîna avakerê jiyanê, bûyîna pêşenga dîrokê, ked dayîn, hêvî kirin û ji bo rastiyên jiyanê şer kirin navê jinê yê dîtir e. Em dikarin ji bo jinê wiha bêjin; “Heqîqeta ku bi xiyanetê re rûbirû maye?”

Jin ya ku hebûna xwe di hebûna civakê de dibîne bi xiyaneteke mezin re rûbirû maye. Piştî ku berhemên axa bi bereket di parêzgehên xweda de bi ezezîtiyê re bû yek û navê berhemên zêde girt, jin û di şexsê jinê de mirovahî serûbin bû, jin jî ji vê, behra xwe girt. Serokatî Mezopotamyayê dişibîne rehma dayîkê. Jin ango dayîk ji bo ku exlaq û nirxên civakê yên kuu di hemêza xwe de mîna zarokekê mezin kir biparêze şerekî mezin da ber çavên xwe. Mirov nikare zû dev ji nirxên ku bi kedê hatiye avakirin berde. Dema ku ked tê dayîn mirov xwe hîn bêhtir azad hîs nakê? Ked, mîna hezkirina ku di dilê jinê de diherikê ye. Jina ku di cevherê wê de evîn heye, dema ku ji bo afirîneriya jiyanê têkoşîn da di heman demê de tabû deyna pêşiya zilam û hevotina(terbiye) nefsê ya yekemîn fêrî mirovan kiriye. Ji nefsê xwe paqij kirin di rastî de şerek û têkoşînek e. Em nikarin bêjin jin ji kuştinê hez dike. Tenê avakirin û çêkirin jinê kêfxweş dike. Şerê parastina cevherî ango weke ku Serokatiya me gotiye “Şerê Gulan” gelo vegotina vê ye? Gul ji avê têr dibe, bi axê re yek e. Rûyê xwe dizîvirîne rojê, di bêhna wê ya ku mirovan efsûnî dike mirov dibêje qey veşareyên gerdûnê tê de veşartîne. Di gerdûnê de her zindiyek xwedî parastina cevherî ye. Gul, mîna azadiyê rehetbûneke ku mirov di vegotinkirina wê de zehmetî dikişîne dide mirovan. Gelo guleke ku xwe bi van estetîkan dorpêç kiriye ger sitîriyên wê nînba dikarîbû hebûna xwe ava bike? Ya ku stirî bi wate dike şert û mercên xwe avakirina gulê ye.

Parastina cevherî qasî av û nan pêwîstiyeke jiyanî ye. Zindiyeke bê parastin her dem bi windabûnê re rûbirû ye. Ji ber wê, xwe parastin şerê hebûn û tunebûnê ye. Ger ku jiyan, xweza û mirov yekbin wê demê li hember xiyaneta zilamê qurnaz şerkirin jî erkeke jinê ya pîroz e. Civaka ku çavên xwe bi jinê re vekir cardin bi exlaqa ku di rehma jinê de avabûye bûye civak. Şerê gulê tê wateya şerê jinê. Ji bo ku em îro fêm bikin pêwîste em dîrokê mêze bikin, bixwînin û fêm bikin. Înanna ya ku em her dem navê wê dibêjin ne efsaneyek e, xwedavenda şerê parastina nirxên ku jinê bi destê xwe afirandiye ye. Xwedavendî xwe bi pîrozbûnê pêçandin e. Şerê Enkî û Înanna ango li milekî xiyanet, milekî jî şerê parastina cevherê mirovahiyê. Ger ku îro jin dikare ji bo rûmeta xwe şer bike ev çavkaniya xwe ji kokên dîrokê digire. Ger ku ajoyên(güdü) jinê yên parastinê nînba û artêşa wê nehatiba avakirin îro me dikarîbû ji bo jinê behsa jiyankirinê kiriba? Ger ku îro jin ne tenê hebûneke ketî be ev sedema şerê gulê yê ku tê meşandin e.

Di civakbûnê de têkîliyên ku hêz didin hev hene. Gotina heval tê wateya ger pêwîst bike hemû dinyayê bîne pêşiya xwe. Ji bo hevala xwe tu dikare carna tenêtiyê jî bide ber çavên xwe. Îro di nav hemû şermên ku hundurê wan hatiye valakirin de hevalê xwe di nîvê rê de hiştin şerma herî mezin e. Di Serokatî de hevaltî timî ye, mîna rûbareke ku her dem diherikê ye, girêdanbûn û di heman demê de şer e. Di Serokatî de li hember nexweşikbûnan şerkirin heye. Ji bo ku mirov bigihîje xweşikbûnan li hember nexweşikbûnan şerkirin di Serokatî de çawa wate dibîne? Tiştên ku hêsan û bê têkoşîn hatine qezenc kirin ne timî ne. Ger ku bêdawîbûn her dem jiyan kirin be, wê demê hevaltiya Serokatî ya bi jinê re wê bibe evîna bêdawî ya ku her dem jinê berz dike. Dema ku em dibêjin şer; çek, mirin û xwîn tê bîra me. Di hişmendiya desthilatdarî ango di mejiyê zilam de jin di nav şer de weke gilaheyekê(ganimet) tê dîtin, jin weke kole di sûkan de tê firotin, di her dem û her wateyê de tê tecawiz kirin, bi vê şêwazê jin di nav tarîtiyê de tê gor kirin. Ger ku jin hebûna xwe û xwe ji bîr nekê dikare ji dil kolebûnê qebûl bike? Ango bûyîna evîndara celladê xwe çawa dê pêk werê? Jina ku xwe bi Serokatî re dît dema ku ji bo jiyaneke nû çek girt destê xwe ev bû şerê vegera cevher û hebûneke rewa. Ger di vî şerê rewa de hevaltî nînba Zîlan xwe parçe dikir? Zîlan ger ji bo jina ku tenê di nav evînên derew de derbas dibe bûbe henaseyek ev çavkaniya xwe ji hevaltiya Serokatî digire. Fêmkirina Zîlan, dileke ku wate dide û mejiyeke berz dixwaze.

Dema ku em li têgîna artêşê mêze dikin, lehengên xort yên ku fêrî me kirine, fermandarên şer, Napolyonan tên bîra me. Li hember zilamê ku destê wî çek digire Berîtanên ku xwe ji xweliyên xwe afirandin ji bo me dibin çavkaniya jiyanê. Bi vê şêwazê jin ji bo jinên ku çavên wan tije rondik in dibe hêvî. Ger her jina ku pirsa ‘ez kî me’ ji xwe pirs dike îro xwe li refên azadiyê dibîne, di nav vê rastiya ku di cevherê wê de jiyan heye bi xweşikbûna paqijiya ruh li hember hemû derewan şer dike ev ji evîna Semayan e. Bedenê xwe di nava agir de safî kirin berzbûneke çawa dixwaze? Mîna Sarayan di zîndanan de xwe radestî tarîtiyê nekirin girêdanbûneke çawa dixwaze? Ev heqîqeta ku di kesayetê van jinan de derketiye pêş cevherê hevaltiyê ye. Bi Serokatî re hevaltî kirin vîneke ku tevahî cîhanê dideynê pêşiya xwe dixwaze. Çavê jina ku koletî ewqas ketiye ruhê wê ev heqîqet vedike. Artêşbûna jin lêgerîna xwebûnê ya ku jê hatiye dizîn e, dema ku ev lêgerîn dizîvire evînê û digihîje çekê dibe artêşbûna jin. Ya ku çekê jî xweşik dike şerê wate ya jinê ye.

Dema ku bi xiyanetê, zilam bi êrîşên xwe yên li ser ked, nirx, nan û hêviyê bejnbost dibe, jin jî di nîvenga vî şerê xedar û zalim de xwe ji xweliya xwe afirand. Jiyana ku di şexsê jinê de bi xiyanetê re rûbirû maye cardin avakirin qasî civakbûna yekem pîroz e. Jin di wê zanebûnê de bû ku êş û giranbûna vê ji ya civakbûna yekem zêdetir e û bi zanista van zehmetiyan ji bo berpirsyartiyên dîrokî û pîroz xwe da ber. Di nav vê rêwîtiya me de zilamê zalim her dem li kêleka me bû. Ger dûrahiya ku jinê di vê rêke de daye be pirsîn ne em dikarin vegotin bikin ne dikarin xêz bikin ne jî bi gotinan bînin ser ziman li hember jinên egîd yê berz û yê ku berz dibin. Jin di vê meşa çiya de an wê bûba çiya an jî di pala wê de bûba rêwiyek. Vaye, dema ku Bêrîtan dibû çiya em jî di pala wê de di îddîaya çiyabûnê de ne.

Her avabûn dema ku mirov dikeve ferqa hebûna xwe de çêdibe. Her mirovê ku ketiye ferqa xwe de jî mirovên pir xweşik û berz in. Zanebûn û gihiştina zanebûnê di destê jinê de mîna ajeke ku disekine her dem rûyê xwe dizîvirîne şînbûnê. Zanebûn ronahî ye, ronahî jî di dilê dayîkê de ye. Mirovên zana û jîr her dem mirovên xweşik in. Pêwîstî bi xweşikbûnên teşeyî nabînin, ji ber ku xwe bi xweşikbûna ruhî afirandin e, ew mirovên xweşik û berz in. Mîna jinên çiyayî yên ku xwe bi hestên berz û bi bandor afirandin e. Ya ku van jinên çiyayî bi bandor û balkêş dike fîdakariya wa ye. Di dinyayeke ku qirêj bûye, cevherê wê hatiye firotin, rastiyên wê xistine sandoqekê û mefte lê hatiye dayîn de û di dinyayeke ku hemû xweşikbûnên wê bûne xeyal de bûyîna jineke çiyayî; mîna çûkê Anka ji xweliya xwe, xwe cardin afirandin e. Mîna Semayan; ji xweliya xwe, xwe pir berz afirandin. Bûyîna jinên çiyayî di heman demê de tê wateya ku dinyaya ku zilam lê serwer e li hemberî wê sekinandin e. Ya herê girîng jî ew e ku kesayetên me yê ku bi xîle û zordestiyê ji me hatine dizîn cardin girtin e. Navê jinên çiyayî yê dîtir jî civakbûna me ya ku hatiye parçekirin û hemû nirxên aîdî me cardin girtin e. Zilam ji bo ku hebûna jina xwedî ruhê wêrek bigire weke çeka yekem derew şuxuland, bêdîrokbûnê pozber kir. Şerê yekem bû şerê derew û rastiyan. Jina ku rastiya jiyan dike ji bo ku ezîtiya xwe bibîne kete nava vî şerî. Hal ev e ku navê jinê ne kuştin e, her dem dayîne jiyan kirin e. Ger ku jin tê wateya jiyanê; xwedî li jiyanê derketin şer dixwaze. Ger ku armanca şer afirandin û parastin be wê deme exlaqî ye. Di zagonên şerê jinê de kuştin û mirin nîne. Dilê jinê li dijî vê ye, dibe ku çek amûra dawî ya ku serî lê bide be. Serokatî dibêje; “Jin dayîka tevahî zilama ye.” Dema ku Serokatî xiyaneta zilam didahûrîne di diyardeya dayîk de civakbûnê tîne ser ziman. Di avabûna civakê de têkoşîna jinê heye. Ango şerê jiyan kirin û dayîna jiyan kirin… dema ku bi sotîna vê heqîqetê em dikevin rê û dadikevin kûrbûna cevherê artêşbûna jinê; artêşbûna jin îro na dişibehe ti artêşên hêzên hegemon yên ku ruxên in. Artêşbûna jin bi zanista parastina cevherî jiyana ku cardin bi rengê jinê tê hunandin ji xwe re hîm digire. Di nav de ruxîn nîne, tije jiyan e. Berdelên ku di vê oxirê de tên dayîn vê jiyanê dixemilînin. Berdel pîroz e, çawa ku xwîna dikeve ser axê av dide dara azadiyê, destên ku civakbûnê ava kirine vê carê neçar dimînin ku çek hemêz bikin. Ger evîn me dide şerkirin wê demê di oxira vê de ti fedakartiyeke ku em nekin nîne. Ne ev azweriya evîna berz bû ku Berîtanan û yên din di kûrahiyên zinaran de xweşik kir? kir yên ku nayê gihiştin û ti destê qirêj nagihîje. Qey ne Bêrîtanên xweşik bûn yên ku sitû li zilamên ku dixwestin bi xiyanet û radestbûnê fermandartiyên sexte ava bikin xwar kirin? Ger Bêrîtan neketiba ferqa xwe û xwe ewqas berz nekiriba dikarîbû di mejiyê tevahî mirovahiyê de cihekî ku nayê paqij kirin girtiba? Dikarîbû ber bi mirinê ve baz bidê? Hevrê Serok APO her ku di zagonên jiyankirina evîna rast û ya heqîqî de kûr bû di şexsê jin de mirovên ku ketine tirba mirinê zindî kir. Di vê manê de jina ku bûye egîd dibe nav û nasnameya mirovên ku ji nû ve şîn dibin. Çavên ku vê heqîqetê dibînin bi wate li dinyayê mêze dikin. Zilamên kole û paşverû yên ku ruxmê vê heqîqetê dibînin û pê re jiyan nakin hene ku mirov di vegotinkirina wê de di aliyê hest û raman de zehmetî dikşîne, lê belê xortên wisa yên egîd jî derketin ku di wateya rast de ne mimkûn e ku mirov nebê evîndarê wan. Di xweşikbûna fikir û hestên Şerîfan, Dengtavan û Harunan de mirov heyran nemîne nabe. Li hember van desthilatdariyên ku em rûbirû dimînin yek jî ya ku êşa me kêm dike ev hevalên xort yên ku li ser bingeha rêgezan bi me re hevaltî dikin û xwe berz dikin e. Beriya her tiştê artêşbûna jin navê avabûna xort û jinên ku xwe li ser bingeha rêgezên azadiyê xwe derbas kirine û ava kirine ne. Bi kûrtasî artêşbûna jin; deng, destan, nasname, reng û hebûna meşa azadiyê ya wicdan û exlaqa civakên kolektîf yên ku dil û mejiyê jin jê re pêşengtî dike ye. Jina ku diçe azadiyê di meşa çiya de dûrahiyeke dijwar û dirêj derbas kir. Di vê meşê de tê zanîn ku pir jinên egîd bi ked û fedakartiya xwe di meyandina azadiya jin û civakê de ketin rê.

Çawa ti tişt bi tena serê xwe çênebû îro hevdîtina jin bi nasname ango bi ezîtiya xwe ya cevherî re bi tena serê xwe çênebû. Em di dîroka mirovahiyê de bûn şahidê pir bûyîngan. Di şexsê kesên ku mîna Îsa û Manî li hember koletiyê bûne serokên raperîn û serhildanan, di şexsê kesayetên ku bûne malê dîroka mirovahiyê, jin li derketina wan weke hêviyeke mezin mêze kir û bêguman ji xwe ev hêviyek bû. Mixabin çi bi êş e, beriya ku ev hêvî şîn bibe û bejn bavêje bi trajediyên mezin, bi zilimkarî dema aj bûn ketin bin axê. Ji jinan re jî li hember van hêviyên ku ketine bin axê girîn ma. Di rastiya van şoreşên ku bi navê mirovahiyê tên kirin de em bi rastiya van jiyanên bi sotîn re rûbirû dimînin. Di ti şoreşê de jin xwe li paş nehişt. Ruxmê hemû keda xwe jî, xwe ji vê qedera sexte û bi lanet azad nekir. “Gelo sedema vê çiye?” dema ku em vê pirsê ji xwe dikin, em ê binînin ku di bingeha vê de avanebûna nasnameyeke siyasî, zanista parastina cevherî heye. Dema ku bi vê zanistê em li dîrokê mêze bikin û bigirin dest em ê bibînin ku Serok APO di nêzîkatiyên azadî û exlaqî de çiqas kûr e. Artêşbûna jin ji bo ku keda jinê ya ku bi salanê tê mêtinkirin bê parastin û ji bo ku hêviyên wê yên ku şîn dibin nekevin bin axê ye. Jin jî bi vê zanist û hestan tevlê klana Serok Apo bû. Lê belê tevlêbûna vê rêkê û xwe dayîna vê rêkê cûda ye. Xwe razandin di her alî de xwe dayîn e. Bî wî re di ruh, hest û fikir de yekîtiya xweşikbûnan xistina çalakiyê ye, mîna Sara û Berçeman… Ev yekîtî di bîbika çav de diteyîse. Tenê tevlêbûn bi ya heyî re herikandin e. Şûna ku li derdora ROJê mezin bibin, yên ku di vê ronahiyê de zer dibin jî hene. Jin jî ji bo ku bibe layiqê van kedên pîroz bi avakirina xwe ket nav hewildana bersiv dayîna hunera ku heval Serok APO bi jinê re hevdîtina dîrokî kir û di her manê de xwest xweşik bibe.

Her jina ku hewildana wê ya azadbûnê heye di her demê de ket nav lêgerînê û bi lêkolîna xwe ji nû ve avakirinê di vê rêkê de dimeşe. Hinek caran mîna Rahşan û Bêrîvanan di kûrahiya agirê ku di bedenê wan de geş dibe xwe xistin xwelî û xwe ji nû ve afirandin. Hinek caran jî mîna Bêrîtanan di zinaran de bi perbûn û melodiya azadiyê lêdan. Hinek caran jî mîna Berçem û Binewşan di bin qezanên hezar tonî de ketin rêka şehadetê, di gotinên xwe yên dawî de evîna heqîqetê qêr kirin. Şoreşa jinê ya ku li Rojava gihişt lûtkeya herî bilind weke xeleka dawî tevlê vê meşa azadiyê ya jinê bû û bi gerdûniya xwe bi tacîdarkirina tevahî jinên cîhanê bû çavkaniya moral û hêzê. Îro Şoreşa Rojava bi bahatina azadiyê re jinên ji her netew û çandê tîne gel hev. Di vê manê de dema ku em cardin tevahî şehîdên şoreşê bi mînet û rêzdarî bi bîr tînin, em jî weke şopdar û rêhevalên wan yên jin yên van qehremanan em didin diyarkirin ku layîqbûna me wê bibe soz û sonda ku me daye wan.

Bahar Irmak

Kategori: Ji Pênûsa Jinê