Tirkî  |  Erebî

2019 01 lenusa jin

Faşîzma Tirk her tim gef li destkeftiyên Kurdan dixwe ji ber vê yekê li Suriyê, Bakûr û Başûrê Kurdistanê heman demî de her deverên ku gelên azadîxwaz têdikoşîn de êrîş dike. Her ku destkeftiyên gelan zêde dibin wê demê hêzên dagirker hîn zêdetir dîn û har dibin. Tevahiya hêzên xwe dan berçav,

heta dawî nirxên gel dagir kirin û berê dan xaka Efrînê. Faşîzma Erdoxan hêzên dagirker dike şîrîkên xwe û cardin di dîroka gelan de bi xwînmêjiya xwe re bicîh dibe. Ew ji her demî zêdetir di tengaviyê de ne, ji bona xilasiya xwe êrîşê her deverê dikin, qetil dikin, ji zarokeke biçûk heta qal û pîr di girtîgehan de bi awayeke dîl digrin, ne tenê gelê Kurd gelek mirovên ji pêkhateyên cuda jî dikin amancê êrîşên xwe û bêguman ew bi destê xwe dawiya xwe amade dikin.

Şoreşa gelên şerker, heta roja îro bi biryardarî didome, teqez ji bona zaferê ji tinebûnê hebûnên nû û bi nirx ava dike. Tekoşîna Tevgera Azadiyê bi ronahiya felsefeya Rojê de kesayetên ji xwe bawer bi îdda diafrîne û di zaferê de kîlît dibin. Weke evîna Derwêş û Edûle, evîna PKK’ê mirovên dildar ava dike. PKK’ê êşên mezin vedigerîne hêrsa tolhildanê, di çiyayên asê de dilsozên serdemê mezin dibin ji ber ku berê me Rojê ye. Bi evîndarên mezin re dîrok navê Avesta, Polat, Îlan, Arîn, Rêvan û fedayî yên doza gelan diqîre. Mezopotamya dergûşa çanda berxwedaniyê ye, weke deryayekî ye, di her kêliyê de dilopeke nû tevlî dibe, pêl bi pêl dengê Çiyager, Zeryan, Viyan û Arjînan deng vedide. Weke xelekekî berxwedanê heqîqeta; Zîlan, Andok, Arîn, Têkoşîn hevdû silav dikin û rêya hevdû doşopînin. Felsefaya Rêber Apo rêya jiyana azad nîşan dide û bi heqîqetê xwe re biryardariya gelan xurttir dike. Rastiya gelê berxweder di roja me ya îro de, dîsa li ser vê axê pir eşkere tê jiyan kirin. Her ku berxwedan bilind dibe ewqasî bawerî zêdetir dibe û serkeftin roj bi roj nêzîktir dibe. Agirê azadiyê bi tekoşîna gelên yekbûyî re her ku diçe geştir dibe.

‘Deşt, çiya, bajar, kolan bi kolan, her derê Kurdistanê Berxwedan’

Weke ku Rêber Apo jî dibêje; “Ruhê şehîdan heqîqet û cewhera PKK’ê ava dike” Ruhê berxwedanê li kolanên Kurdistanê di dil û têkoşîna Çiyager, Arjîn, Denîz û bi saden dilên ciwan de hêza tolhildanê raber kir, bi fedekariya Arîn, Rêvan û sedan hevalên din de bû ronahiya jiyana azad. Agirê azadiyê ya ku bi berxwedaniya Kobanê re her ku çû geş bû, bi geşbûna xwe re tirsa herî mezin di nava dilê dagirkeran de avakir, bi hezaran kes li derdora xwe kom kir, bi gihîştina serkeftinê re ronahiya jiyana azad bi tevahî cîhanê re parve kir, berxwedaniya serdemê ya Efrîn’ ê re rihê tekoşînê ji nûve zindî bû. Bajarê Kobanê bi berxwedana sedsalê re navê xwe bi tîpên zêrîn di dîrokê de da nivîsandin. Efrîn; warê Arîn, Jînda, Slava, Mahsum, Amargî û bi sedan hevalên bi nirx e. Dijminên mirovatiyê li her cîhê ku xweşikbûn, dewlemendî û yekbûna gelan hebe êrîş dikin, ji ber ku ew dijberî hebuna civakbûnê ne. Xurtbûn û yekbûna civakê di dilê desthiladaran de tirs û xofekî mezin çê dike ji bo vê dîn û har dibin.

Heta roja me ya îro dîrok li gorî berjewendiyên serdestan hate nivîsandin lê, heqîqeta mirovahiyê li ser axên Mezopotamya yê veşartiye ji ber vê hêzên desthiladar bi êrîşên herî hovane, dij mirovî re naxwezin ku rûyê rast ya dîroka gelên şerker werê dîtin.

‘Têkoşîna azadiyê vîna şerê hebûnê ye’

Şervanên doza rast, bi gelê berxweder re heta xwîna dawî soza tekoşînê didin, bê guman li hember vê biryardariyê ne dagirkeriya tirk ne jî hêzên hevkar nikarin bisekinin ji ber ku bi taybetî gelê Kurd hêza xwe ji Rêber Apo digrin û bi vê hêzê re ji mirinê, ber bi bêmiriniyê re pira heqîqetê ava dike. Di encama berxwedanê de şahadet jî hebe dizanin ku bi xwîna me hezaran tekoşer wê li pêy tekoşîna azadiyê bibezin. Bi vê baweriyê re jiyan kirin wê her timî li pêşiya jiyana azad ronahî bike û hêza bi vîn bide me. Heqîqeta jiyanê kêlî bi kêlî di berxwedaniya Serdemê de ji nûve tê zindî kirin.

Tevgera Azadiyê bi pêşengtiya Rêber Apo û şehîdên nemir re ji tinebûnê hebûn, ji tarîtiyê ronahiya bê dawî ava kir. Ji bo vê rûxmê ewqas teknîkên pêşketî ya dijmin, roj bi roj hêza doza mirovahiyê qat bi qat zêdetir dibe.  

Tevgera Azadiyê tekoşîna tevahî mirovahiyê ye. Ji ber ku pergala Konfederalîzma Demokratîk ya ku daxwaza wê tê kirin û di encam de ji bo serxistina wê, berxedanên dîrokî tê dayîn di rastî de ji bo tevahî cîhanê modela herî rast ya jiyanê ye.

 Ji pênûsa şervaneke

Kategori: Ji Pênûsa Jinê