Tirkî  |  Erebî

02 07 2018 leh

Jinên Kurd di dîrokê de her tim bûne xwedî rol û qehremaniyên mezin bi dest xistine. Di her qadekê de cih girtine, ked dane û erk û berpirsyartî hilgirtine ser milê xwe. Deyfe Xatûn jî yek ji wan jinan e ku bûye semboleke herê girîng a berxwedêriya jina Kurd. Jinên Kurd her wekî berê, îro jî di nav civak û her qadekê de bi rol û mîsyona xwe radibin. Ji bo azadiya civakê pêk bê ked û xebat didin meşandin.

Sembola berxwedanê Deyfe Xatun biraziya Selahedînê Eyûbî ye. Di sala 1186’ê hicrî de, di qela Heleb’ê de tê dinya yê. Di 25 saliya xwe de bi lawê Elmelîk Elzahirê ji xanedaniya Eyûbî re dizewice. Dema ku hevserê wê li ser desthilatdariyê ye jiyana xwe ji dest dide, ji ber ku kurê wê biçûk e, ew tê ser erk û rêveberiyê digire dest xwe û heya ku kurê wê dibe 17 salî ew bi tena serê xwe xanedaniyê birêve dibe. Lawê wê di sala 1236’an de, dema hîn 24 salî ye dimire. Rêveberî dikeve destê lawê wê ku weke Selahedînê II. tê nasîn. Dema ew jî dimire, vê carê rêveberî ji neviyê wê ku hîn 7 salî ye re dimîne, lê ji ber ku temenê wî biçûk e, careke din Deyfe Xatun di temenê xwe yê 50 salî de erka rêvebirinê digire dest xwe. Heleb û derdora wê nêzî 6 salan birêve dibe.      

Di dema rêveberiya xwe de serî natewîne, bi berpirsên Hama, Tunus, Şam û Kurdistanê re hevdîtinan çêdike. Dîsa bi Selçûkiyan re hevdîtinê çêdike. Ji bo pêşî girtina êrîşên Xaçan û Moxol an, ji wan alikariyê dixwaze. Di dema êrîşan de nêzikatî û helwesteke bi wêrek raber dike. Di sala 1219’an de, (li gor dîroka hicrî) Moxol, dibin rêveberiya Cengîz Xan de, bi awayeke hovane êrîşê Buhara û Semerkant’ê dikin. Tevkujiyên nayên dîtin, bihîstin, pêk tînin. Bajarên misilmanan, camî û dibistanan talan dikin. Pirtûkan tevî aliman dişewitînin. Talaneke wehşiyane pêk tînin. Li hemberî vê wehşetê, dema ku gelek rêveber ditirsin, Deyfe Xanim di pêvajoyeke wiha de ji wan natirse, serî natewîne. Di sala 1226’an de Cengîz Xan dimire. Lê, piştî çar salan şûn de, li hemberî Saruhan, Kîşlohan, Berdîhan û Xûwarîzma êrîş pêk tên. Vê carê dora Selçûkiyan tê. Heya keviyên Firatê nêz dibin. Bi êrîşa li ser Qela Cihberê gel tirsandin. Beşek ji artêşa Deyfe Xanim ji bo kela Cihber’ê, beşek jî ji bo Şîrez û ya din jî ji bo ku kela Harîmê biparêze dikeve rê. Di encama vê parastinê de Moxol berê xwe didin Heleb ê. Deyfe Xanim, li hemberî vê êrîşê bi gelê xwe re dibe yek û ji wan dixwaze ku xwe li hemberî êrîşan biparêzin. Gelê ku li dor hev civiya ye, di kelheyê de dest bi parastina xwe dike.                

Moxolan bi dehan caran êrîşê Heleb ê, Xanedaniya Eyûbiyan kir. Her carekê jî Deyfe Xanim tevî leşkerên xwe berxwedaniyeke mezin raber dike û rê nade Moxol pêş de biçin. Tê gotin ku Sûhabutîn Eyûbî, nikare xwe li ber vê nêzikatî û jêhatîbûna Deyfe Xanimê rabigire û dixwaze bi xwe rêveberiyê birêve bibe. Lê, bi tena serê xwe cesareta vê yekê di xwe de nabîne û diçe cem Padişahê Şamê Elmelîk Eleşref û wiha jê re dibêje: “Mîr û begên li derdora te wê naxwazin. Dixwazin di bin desthilatdariya wê de derkevin û azad bin. Ji ber ku ew li pey padişahekê ne.” Padişahê Şamê jî wiha wî dibersivîne û dibêje; “ Ez xirabiyê li neviya Eyûbiyan nakim” û bi vî rengî vê daxwaza Sûhabutîn Eyûbî paşde dizivirîne. Deyfe Xanim, dema ku vê yekê dibihîse, leşkerên xwe derdixîne pêşiya vî zilamê ku dixwaze îxanetê lê bike û tevahiya mal û milkê wî ji dest digire. Wî û hevkarên wî di kela Helebê de heps dike.   Piştî êrîşên Moxolan şûnde, dîsa Xaçî derdikevin ser dîka dîrok ê. Her cûre êrîşan dibin ser gel. Deyfe Xanim li hemberî Xaçiyan jî şer dike. Tevî leşkerên xwe berxwedaniyeke mezin raber dike.

Deyfe Xanim ku di qada rêvebirinê de serkeftinên mezin, qehremantî da nîşandayîn, her wiha di qala medreseyan de jî gelek xebat û keda wê çêbûye. Li Helebê medreseya Fîrdewsî da çêkirin. Di sala 1236’an de li wê derê tekke û mezargehekê dide avakirin. Mînakeke din, şexsiyeteke hêja ku di dema xwe de hewl daye karê baş û xêrê bike, Sîtû Şam e. Navê wê yê rastîn Zumrût Xatûn e. Weke Îsmetûdîn jî tê nasîn. Di nav gel de weke Sîtû Şam hat nasîn û bibîranîn. Îbnî Kesîr di derbarê Sîtû Şam de wiha dibêje; “ ew xwîşka siltanan, meta zarokan û dayîka siltanan bû. Sîtû Şam ku seltenetê di dest xwe de digire, ji gelê xwe re xizmetên giranbiha dike” her wiha di çavkaniyên dîrokî de behsa du medreseyên ku wê avakirine jî tê kirin.

Deyfe Xanım, (hicrî) 1242’an de, di 59 saliya xwe de, ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dide.

 

Gerîla Jiyan

Kategori: Lehengên Jin