Tirkî  |  Erebî

REBER APO 2018

Têgîna desthilatdariyê di serê wan têgînan de tê ku herî zêde di warê jihevderxistina rastiya civakî de rê li ber zehmetî, şaşî û nakokiyê vedike û mîna ku ji aliyê naverok û şêweyê ve ji bo neyê naskirin li ber xwe dide. Hakimiyeta di xwezaya wê de xwe di danasîna wê de jî nîşan dide, li hemberî danasîneke bi rastî li ber xwe dide, xwe nade dest. Mîna ku nutr e, lê dest jê nabe û fena diyardeyeke xwedayî xwe dike giştî û bi vî awayî xwe mutleq dike. Mirov dikare desthilatdariya civakî jî bi awayê herî rast weke mêtinkariya zêde ya ekonomîk û potansiyela hêzê (derfetên hêzê) bide naskirin. Desthilatdarî potansiyela hêzê û mêtinkariya mîna genetîkê (mîna DNA’yê) bûye xwedî karektereke kombûyî ya di tevahiya çaviyên civakê yên mejî û avahiyên wê de ye, hêzên civakî yên ev mekanîzmaya desthilatdariyê xistine destê xwe jî bi awayekî berbiçav dewleta dîrokî, elîtên mêtinkar û çînên wan pêk tînin. Gelekî girîng e ku mirov desthilatdariyê timî weke derfeta kanên potansiyela pêkhatinên dewlet û çînan fêhm bike. Kengî potansiyela desthilatdariyê berbiçav dibe, her çi dewlet û elîta hukim lê dike çîna mêtingeh a civakî ya xwe disipêrinê (koledar, feodal, bûrjûwa û hwd.) pêk tînin. Mirov dikare desthilatdariyê hem fizîkî, hem jî weke potansiyela hêzê ya entelektuel jî bifikire. Li ser civakê xwe weke hewcedariyekê, mutleq û domdar ferz dike. Yek ji sedemên din ên girîng ê vê yekê jî ew e, xwe bi pêdiviya rêveberiya xwezayî ya civakî re wekhev dibîne. Kengî desthilatdariyê xwe bi diyardeya rêveberiyê re kir wekhev, hingê xwe dike ku dest jê nebe. Dema ku desthilatdarî ji pêşengiya civakî ya xwezayî hat veqetandin, wê baş were dîtin ku desthilatdarî çawa weke girêkeke kansêrê çiziriye binyeya civakî û lê belav bûye.

Girîng e ku mirov cudahiya di navbera dewlet û desthilatdariyê de jî bibîne. Desthilatdarî li civakê zêdetir belav e, û çiziriye tevahiya çaviyan, lê dewlet nasnameyeke desthilatdariyê ya bêhtir teng û bi pîvanên berbiçav îfade dike. Dewlet şêweyekî desthilatdariyê ye, zêdetir di kontrolê de ye, bi pîvanan ve hatiye girêdan, her diçe huqûqî dibe û di warê xwerewakirinê de nazik tevdigere. Mirov dikare desthilatdariyê weke rewşa hukimraniyeke giştî binirxîne û ji bo rewşa bêdesthilatbûnê jî mirov dikare weke koletiya giştî hukim bide. Şêweyên koletî û desthilatdariyê yên cuda bi xisletên giştî yên dewletê ve girêdayî ne, û ji wê feyza xwe digirin. Mirov dikare li ser wan weke dijberê azadiyê hukim bide. Di civakê de çiqasî potansiyela desthilatdariyê hebe, ewqas jî civak ji azadiyê bêpar dibe. Desthilatdarî çiqasî were kêmkirin, ewqasî rewşa azadiyê pêş dikeve. Divê mirov gelekî hay ji hesreta ji bo desthilatdariyê ya di nava civakê de hebe. Ev hesret û bêrîkirin çiqasî belav be, ewqas jî wê despotokên civakî zêde bibin. Ev jî dikare bi tevahî demokrasiyê biqedîne. Despotî nexweşiyeke desthilatdariyê ye. Kengî li derveyî kontrolê bimîne, çawa di mînaka Hîtler de jî hat dîtin, dikare har bibe û bibe cinawirekî serî pêre derxistin zehmet be. Despotîzm di dîrokê de ji nava şêweyên rêveberiyê yên keyfî derdikeve û weke girêkên faşîzma civakî bi cih dibe. Di pêvajoyên desthilatdariya kapîtalîzmê de dikare bi lez mezin bibe, li tevahiya çaviyên civakî belav bibe û weke rêveberiya hêza totalîter a civakê bi gewde bibe. Şêwegirtina desthilatdariyê bi awayê dewleta netewe têkiliya xwe bi rejîma kapîtalîst-faşîst heye û rewşa wê ya pêşek îfade dike.

Kategori: Reber APO