Tirkî  |  Erebî

REBER APO ADAR

Beriya her tiştî ez dixwazim vê diyar bikim, tenê roja 8’ê Adarê wek roja jinên cîhanê dîtin ez rast nabînim. Merca ku tu carî dev jê nayê berdan, ewe ku divê hemû roj bi jin re, bi jina azad re were jiyan kirine. Lê belê rastiya 8’ê Adar’ê jî bi rengek vekirî diyar dike ku jin di jiyanê de nîne. tenê bi wesîleya rojek wisa de bîranîna wê wek nirx dîtin, milê koletî yê kûr dide diyarkirin. Ev qad ji bo min qadeke xebatê ya ku her diçe ez tê lêhûrbûnan didim çêkirine. Ez vê qadê ji şer cûdatir nabînim. Çawa ku di tevahî şoreşan de û di şoreşên roja me ya îro de mijara jinê mijarek herî serekeye, di şoreşa Kurdistanê de jî mijara sereke ji bo serkeftinê tehlîlkirina jiyana li derdora jinê ye. Ev mijar bi rengek sereke di pirsgirêkên şer yên herî pêşketî de bigre heya avakirina aşitî û tevahî pêşketinên li ser bingehê azadiyê bigre xwedî rolek bingehîne.

Salên 2000’rî bi înada serdemên şaristaniyê yên reş ên ku tinebûnek kûr bi jinê da jiyankirin, wê bibin salên azadiya jinê. Di esas de ez vê şaristaniyê wek serdema reş û seqem dibînim. Lê belê, di despêka salên 2000’an de biharbûna jinê despêkiriye. Azadiya jinê ya wek berfîna ku zivistana reş û qeşayê kun dike û serî li hember sermaya hişk ya pergala zilamê deshilat yê ku di tevahî dîroka şaristaniyê de xwe spartiye derew û zorbaziyê, bi rengek geş ji nûve ava dibe. Li kêleka vê serîhildanê, biharbûn û gulvedana jinê li hember berf û zivistana hişk gulvedana tevgera azadiya jinê bi xwe re pêk tîne. Ez vê astê girîng dibînim. min bi dil û mejiyê xwe ve têkîlî bi jin re avakir. Nasnameya min eve, şêwe û rêbazê min eve, meyzandina min ya ji jinê re eve.

Divê tu carî neyê ji bîrkirin ku bi jin re jiyana bi rûmet û bi wate bilindbûyîn û zanistiyek mezin dixwaze. Yên ku îdîaya wan ya eşqê heye, divê di her kêliyê de bînin bîra xwe ku rêya pêkanîna vê di zanistî û bilind bûyînê re derbas dibe. Ger xwesteka jiyankirina vê heye, di serî de divê ev bi jin re ji nûve hêzek zanistiya hevbeş ava bibe, bi xuliqandina hestên xweşikbûn û bilindbûnê re û divê bi parvekirinê re bi serbixin. Pêwîste em bighêjin heqîqeta avakirina vê rastiyê. Di vê mijarê de pêwîste, tekane û gerdûn, yanî bi şênbera jin û zilam di nav hev de bi rezber jiyan bikin. Dîsa divê hevdû wek milk nebînin û xwe ji ayîdê hevdû bûyînê dûrbixin. Li şûna namûsa kevneşop, divê xweşikbûyîn û balkêşbûna kesayetên hêja û mezin domdar bihêlin. Şoreşek jin ya bi temamî avabûyî, ger bi xwe re guhertin di jiyan û hişmendiya zilam de ava neke wê demê rizgarkirina jiyanê ne mumkine were avakirin. Ji ber ku jin ya ku bi xwe jiyane, bê ku were rizgarkirin, jiyan bi xwe wê hertim wek xeyalekî (serap) were jiyan kirin. Ger ku lihevhatina zilam bi jiyanê re û ya jiyanê bi jinê re neyê avakirin, kêfxweşî jî wê bibe wek xeyalek vala.

Îhtîmalek mezin zewaca we bê rizaya we pêk hat. Piştre hun dayîkin. Êşên we hene. Lê belê eşq bi dayîk û jinên xwedî taybetmeniyên kevneşop re nayê jiyan kirin. Eşq jiyanê dikuje. Gelekî ku jina wî ne azad be, şansê wî yê azadbûyînê nîne.

Divê hun azad bibin. Ramyarî bi eşq, bi heskirina gel tê kirin.

Em tevgera azadiya jin jiyan dikin. Sakine mînake. Hun mînakin. Jiyana Sakîne mînake. Azadiya jin tekoşîna Sakîne ye. Ezê pirsa komkujiya Sakîne bikim, ezê rastiya wê derxim holê.

Jinên mezin yên qehreman hene. Pîrozbûna jiyanê girînge. Divê dev ji koletiyê were berdan. Peyama min ya 8’ê Adar’ê bi vî awayî ye. Gelekî ku jina wî ne azad be, ew bi xwe jî azad nabe. Rewşa jin ya bi tevahî azadbûyî xwedawendîtiye (tanrısallıktır). Ez qehremanên jin yên Şehîd bi bîrtînim...

Sala 2013 de

Peyama Rêber APO ya ji bo 8’ê Adarê...

Beriya her tiştî ez dixwazim vê diyar bikim, tenê roja 8’ê Adarê wek roja jinên cîhanê dîtin ez rast nabînim. Merca ku tu carî dev jê nayê berdan, ewe ku divê hemû roj bi jin re, bi jina azad re were jiyan kirine. Lê belê rastiya 8’ê Adar’ê jî bi rengek vekirî diyar dike ku jin di jiyanê de nîne. Tenê bi wesîleya rojek wisa de bîranîna wê wek nirx dîtin, milê koletî yê kûr dide diyarkirin. Ev qad ji bo min qadeke xebatê ya ku her diçe ez tê lêhûrbûnan didim çêkirine. Ez vê qadê ji şer cûdatir nabînim. Çawa ku di tevahî şoreşan de û di şoreşên roja me ya îro de mijara jinê mijarek herî serekeye, di şoreşa Kurdistanê de jî mijara sereke ji bo serkeftinê tehlîlkirina jiyana li derdora jinê ye. Ev mijar bi rengek sereke di pirsgirêkên şer yên herî pêşketî de bigre heya avakirina aşitî û tevahî pêşketinên li ser bingehê azadiyê bigre xwedî rolek bingehîne.

Salên 2000’rî bi înada serdemên şaristaniyê yên reş ên ku tinebûnek kûr bi jinê da jiyankirin, wê bibin salên azadiya jinê. Di esas de ez vê şaristaniyê wek serdema reş û seqem dibînim. Lê belê, di despêka salên 2000’an de biharbûna jinê despêkiriye. Azadiya jinê ya wek berfîna ku zivistana reş û qeşayê kun dike û serî li hember sermaya hişk ya pergala zilamê deshilat yê ku di tevahî dîroka şaristaniyê de xwe spartiye derew û zorbaziyê, bi rengek geş ji nûve ava dibe. Li kêleka vê serîhildanê, biharbûn û gulvedana jinê li hember berf û zivistana hişk gulvedana tevgera azadiya jinê bi xwe re pêk tîne. Ez vê astê girîng dibînim. min bi dil û mejiyê xwe ve têkîlî bi jin re avakir. Nasnameya min eve, şêwe û rêbazê min eve, meyzandina min ya ji jinê re eve.

Divê tu carî neyê ji bîrkirin ku bi jin re jiyana bi rûmet û bi wate bilindbûyîn û zanistiyek mezin dixwaze. Yên ku îdîaya wan ya eşqê heye, divê di her kêliyê de bînin bîra xwe ku rêya pêkanîna vê di zanistî û bilind bûyînê re derbas dibe. Ger xwesteka jiyankirina vê heye, di serî de divê ev bi jin re ji nûve hêzek zanistiya hevbeş ava bibe, bi xuliqandina hestên xweşikbûn û bilindbûnê re û divê bi parvekirinê re bi serbixin. Pêwîste em bighêjin heqîqeta avakirina vê rastiyê. Di vê mijarê de pêwîste, tekane û gerdûn, yanî bi şênbera jin û zilam di nav hev de bi rezber jiyan bikin. Dîsa divê hevdû wek milk nebînin û xwe ji ayîdê hevdû bûyînê dûrbixin. Li şûna namûsa kevneşop, divê xweşikbûyîn û balkêşbûna kesayetên hêja û mezin domdar bihêlin. Şoreşek jin ya bi temamî avabûyî, ger bi xwe re guhertin di jiyan û hişmendiya zilam de ava neke wê demê rizgarkirina jiyanê ne mumkine were avakirin. Ji ber ku jin ya ku bi xwe jiyane, bê ku were rizgarkirin, jiyan bi xwe wê hertim wek xeyalekî (serap) were jiyan kirin. Ger ku lihevhatina zilam bi jiyanê re û ya jiyanê bi jinê re neyê avakirin, kêfxweşî jî wê bibe wek xeyalek vala.

Îhtîmalek mezin zewaca we bê rizaya we pêk hat. Piştre hun dayîkin. Êşên we hene. Lê belê eşq bi dayîk û jinên xwedî taybetmeniyên kevneşop re nayê jiyan kirin. Eşq jiyanê dikuje. Gelekî ku jina wî ne azad be, şansê wî yê azadbûyînê nîne.

Divê hun azad bibin. Ramyarî bi eşq, bi heskirina gel tê kirin.

Em tevgera azadiya jin jiyan dikin. Sakine mînake. Hun mînakin. Jiyana Sakîne mînake. Azadiya jin tekoşîna Sakîne ye. Ezê pirsa komkujiya Sakîne bikim, ezê rastiya wê derxim holê.

Jinên mezin yên qehreman hene. Pîrozbûna jiyanê girînge. Divê dev ji koletiyê were berdan. Peyama min ya 8’ê Adar’ê bi vî awayî ye. Gelekî ku jina wî ne azad be, ew bi xwe jî azad nabe. Rewşa jin ya bi tevahî azadbûyî xwedawendîtiye (tanrısallıktır). Ez qehremanên jin yên Şehîd bi bîrtînim...

Kategori: Reber APO