Tirkî  |  Erebî

REBER APO AVREL

Bi aliyên xwe yê erênî û neyênî li ser tevgera azadiyê ya jin, yek jina ku bandora xwe kiriye dayika min e.

Di Kurdîstanê de yek rastiyeke em bikaribin li ser bisekinin jî rastiya dayika ye. Dayiktî bi giştî îfadeya zayinê ye. Wateya herî hêsan ya di nava me de bi şêweya zaroka tîne û nifşê xwe didomînê ye. Min ji serî de ev nepejirand. Dikare were gotin ku, bersiva herî hişk ya dayika xwe min bi xwe da. Ew weke dayike kê hemû mafê xwe yê malê bi jidayikbûna min dida pêş. Min jî digot; di wê mirîşk û cêcikê dibînî, mirîşk jibo cêcikê çiqas dayike ti jî jibo min ewqas dayikî.” Ev şibandineke gelek qebe bû, lê min ev kir. Heta ez diketim nav nêzîkatiyeke ku min digot şûna zarokên tey wisa hebin bila qet tinebin baştire. Di vê watê de min nêzîkatî raber dikirin. Jiber yek ji dayikan bû, ez jî yek ji wan zarokan bûm. Zarok weke dixwaze jiyan nake, dayik jî weke dixwaze bi zaroka xwe re dixwaze xwe bidomîne. Ev nakokiyeke bû.

Dayika Ûveyş, kêmzane û plansaz bû. Lê belê li gor xwe dayikeke îsyanê bû. Di heman demê de jineke ku zêde neketibû bin bandora zilam bû. Jixwe têkiliyên wêy bi min re cûda bû. Di vê qenehetê de me ku dayika min zêde ne dizanebûna ku çi dixwest de bû. Ji bo min wisa difikirî “waye ê bibe karmend, hindek pere qezenc bike, çend metre qumaş, çend çilûberg bikire” bû. Ev hin xwestekên zêde naveroka wan ne dagirtî bûn. Qesta wê ji ewladê bixêr, halê wê hindek ferisandin, di aliyê madî û manewî de hindek bersivdana wê bû. Zarokek di vê watê de dayika xwe dibersivîne. Ji bo bibe keça diya xwe an jî kurê diya xwe gelek bi pute (özen) nêzîk dibin.

Di her tiştî de dijîtî di vir de destpêkir. Hûn bibêjin nebûna zarokekî wisa û cûdatiya vê taybetmendiyê, an jî şens an bêşensî em wisa fêrbûn. Ligor xwe di temenê herê nêzde şerekî wisa jibo dayika xwe min da. Ma însan li hember diya xwe şer dike? Me da. Ez gelek kêm ketim rewşa zaroka ji diya xwe gelek hez dike, an dayika ji zaroka xwe gelek hez dike. Jibo em wisa bibim ma ev xebata me gelo tawan bû, rastî ya we ye an ya min e? Lê belê psîkolog dibêjin şêwe girtina zaroktî gelek bandora xwe li ser kesayet dike û di mezinahiyê de jî ev bandor didome. Em jî bi vê bawerin. Ev rastiyeke ilmiye. Ew têkoşeriya wê demê nebe, têkoşeriya piştre jî nabe. Gelo ez gelek bi aqilbûm an biryar bixwe gelek cûda bû nizamin, lê têkoşerî da dextkirin. Ev jî mijareke cûdaye. Divirde ya awerte, divê behsa rewşên gelek cûda nehê kirin. Ev rewşeke di navbera her dê û zarokde tê jiyîn. Lê pêvajoya me destpêkir, dibe pêvajoya hindekî nakokî derxistina holê ye. Di temenê zûde ev tê vê watê. Em hesabxwestinê di temenê biçûkde destpêdikin. Hindek ferasetên wêy serwer jî hene; li gor xwe dixwaze hin kevneşopiyên malbatî jî dixwaze hakim bike. Hin xwestekên minî azadiyê hene, ez jî wan dext dikim. Kevneşopiyên malbatî yên ku ew fêrbibûn. Yên bi navê azadiyê ku ez fêr bibûm, şerê gelek bi rêgez li hemberî desthilatiyê ku pêşdiket bû.

Divirde xala girîng, bandora bav zêde nebû. Dikare li ser vê bal were kişandin. Otorîteyek bav gelek bihêz bi gengazî yê rewş bidana veguhartin. Bandora bav bi her awahî li ser malbatê, ew hemû bibandor bikirana li ser min jî ê gelek encam bidana jiyan kirin. Mînak dibe ku min ev rewşa nakokiya nedîtana. Bi îhtîmal nakokiya dinavbera dê-bav firsend da ku derketineke min çêbibe. Bavekî bêbandor, lê cardin dixwaze bavtiya xwe, zilamtiya xwe bide hîskirin, naxwaze vê hêsan berde. Lê di aliyê dinde bi vê şêweya xwe ya ku sazûmaniya dayiksalarî derbasî jiyanê bike, an jî weke jineke dayiksalarî weke dayikê, di nava malbatêde di vê mijarê de gelek mijûlbûnên wê jî hebûn. Ev birastî jî nakokiyek girînge. Ev nakokî hindeke firsend jibo min derdixe. Di vê watêde di pêvajoya pêşde ji nakokiya firsend girtin cara yekem di malbatê de ez fêr bûm. Ji wan sûd wergirtin cara yekem di ocaxa malbatê de ez fêr bûm. Her wiha li hember otorîteya bav têgiha binavê hêza dayik ku tê gotin re hevnaskirinek çêbû. Ev rêya bêbandoriyekê di malbatê de dide vekirin. Jiber rê ji vêre dida vekirin ez jî di temenê biçûkte ketim lêgerina. Min digot ez jî dikarim azad tevbigerim. Mademkû diyamin li hember bavê min derdikeve ez jî dikarim li hember hindeka derbikevim. Li gor jinên din ev dayik hem wêrekiyê dide, hem jî min berbi serê xwe tevgeriyê, serbest tevgerkirinê ve dibe. Dema di hêz bihevdûre mijûl dibe, hêza sêyemîn rewşa pêşketinê dijî. Encamekî wisan jî derdikeve. Dema ev herdû bi hevdûre mijûl dibin, adeta dixwazin hevdû bêbandorbikin de hêza sêyemîn yanî ya zarok derdikeve. Ev rewş bi têqûzî li ser me bandor dike. Ez bîzat ji vê bibandor dibim. Rewşa heyî hişt ku zêde ketineke bin bandora bav nebe û xwe di wê demê de bibînim. Hindekî xwe azad hîs bikim.

Şerê dê û bav bihevdûre ê zêdetirîn, rehetî û hizûr netiştina wan, cihê têgiha hembêza dê, an jî parastina bav nehişt. Ya rastî di nava van têgihade jî zêde tişteke nîne. Ti nikarî parastinê bibînî, hezkirinê bibînî. Jixwe eve li hember hevdû hemû bêrêziya raber dikin. Zêde ewlehî bivê rewşê nabe, an jî difikirim ku zêde bi vê rewşê nayê ewlekirin. Bi vî awahî di temenekî biçûk de li hember malbatê bê bawerî an jî zêde cihê baweriyê têde namîne. Ligor vê gûman pêşdikevin. Jixwe piştre wate û girîngiya vê hat fêhmkirin. Jiber bandora malbatê li ser zarok bi rastî jî gelek baldar e. Mezinkirina we ya malbatîre, mezinkirina dê û bavê we re birastî jî ez gelek wate didimê. Ev mezinbûneke gelek zore. Yanî bila xwedî hemû karî bimin bide kirin lê bila karê dayikekê li zarok nêrînê nede min. Zarok xwedî kirin bi rastî jî pir pi zore. Ez di wan rewşan de, di wî temenî de ji xwedîkirina zarokanre nikarim xwe ragirim. Jixwe ez ne li dijî zaroka me. Wek xwe metihkirinê nebe lê, herî zêde bi zarokan re hevaltiyeke xweş ez didim pêşxistin. Feraseta nêzîkatiya min ji zarokan re ne weke zarokekê, weke însanekî mezin jibo pêşerojê tê amadekirin nêzîk dibin û ligor vê yekê mijûl dibim. Lê cardin rojekê jî li hember giriyê zarokan mirov nikare xwe ragire. Dayik bi awayekî mithîş liberxwe didin. Jixwe ev berxwedan wan dixe, mehf dike. Ew paşverotiya dayikan hemû jiber vê rastiya zarokane. Ev nakokiyên cûrbercûrin û gelek cûda dikarin werin bidest girtin. Her wiha dinava rastiya kurdan de, ev şêweyê mezinbûnê dinava malbatê de, gelek encamên giran jî bixwere tîne. Ma hûn çiqas nazdar, çiqas delalî mezin bûne? Her çiqas malbat xizanin jî hûn wek paşeyan mezin dibin. Derveyî kedê mezin dibin. Ev nakokiyên mezinin. Pirsgirêkên mezinin. Jixwe malbat kurê xwe hertim bi vê gotinê mezin dikin “ê kurê min mezin bibe, bibe paşe”. Bi vê rastiyê ve girêdayî hûn weke generalekî bê ked li hember me disekinin. Ev, encamê mezinbûna we ye. Wan we wisa fêrkiriye. “zaroka min ya herî başe, zaroka min ya herî xweşike, zaroka min paşeye” wisa gotine. Bêyî ked were xerckirin, bêyî ku diber ked, pratîk û teoriyeke afirêner re derbasbibin hûn xwe layiqê rutbe û erkan dibînin, lixwe anîna mîlîtaniyê ji vê feraseta we tê. Hemû başiya min netevlîbûna min ya vê pêvajoyê bû, şens an jî bêşensiya vê şêweyê mezinbûnê ne jiyan kirine. Dêmekî ev rewşa min a binakok di nava malbatê de, û derketina vê nakokiyê bi awayekî lez, jibo pêşketinên paşê jî dibe bandoreke mezin. Gûmanê minî li hember vê saziya malbatê hişt kul i hember kevneşopiyan, orf û adetan, parastinan jî bigûman bim û bi hêza xwe li ser piya bimînim. Jixwe herkes bi feraseta “diya min ê min wisa biparêze, bavê min wisa biparêze” mezin dibe. Bêyî piştgiriya dê û bav ne mimkune ku zarok mezin bibe. Lê ev weke ku me jiyan kir, di temenê biçûkde ji van taybetmendiyan qutbûn, ji malbatê qutbûn jibo pêvajoya paşê jî seknekî serbixwe bixwere tîne. Jibo vê seknê gelek sûd tê girtin. Dihêle ku gelek encam ji nakokiyên civakî were derxistin, ne tenê ligor pêvanên malbatê ligor nirxên netewî firsendan jî bixwere tîne. Min di demekî zûde ji vê rastiyêre dide amadekirin. Lê cardin mikur werim ku wan jî ez hîmaye kirim.

Vêjî bibîrbînim, dikarim bibûma zarokekî sertewandî jî. Dayika min ligor nakokiyên xwe berbi şervaniyekê ve bi awayekî mithîş dahf dida. Heta dikarim bibêjim terbiya herî mezin min ji wir girt. Her wiha min ev dît:ger ti bidijminên xwere şer nekî, ti nikarî nan bixwî, heta nikarî bijî! Dibe ku eve taybetmendiyeke perwerdeyê ya başbe. Jiber ku ligor xwe ên ku dijmin didît li hember wan dinava têkoşînekê debû. Mînak ger zarokekê kotekek li min daba û min tola xwe negirtina bihatama malê, ez ji mal diqewitamdim. Ji min re digot “here tola xwe bigre û were”. Bi hin zarokan re şerê xwe ez hîn jî bibîr tînim. Ev şer bi taybet bi dextê diyamin dibûn. Ger biyamin ba, dema zaroka limin daba, min ê bigirî û gazinc bihata giliyê wan ji diya xwe û bavê xwere bikrana. Minê bigotana min biparêzin tola min rakin. Jixwe min wisa jî dikir. Rewşa hemû zarokan wisa bû. Dema zarokan kotek dixwarin bi girî û qêrîn dihatin ji diya xwe û bavê xwe parastin dixwestin. Xwe davêtin hembêza malbata xwe. Dixwazin wisa bibersivînin. Divirde rewşekî dijber ne mijara gotinêye. Dihat gotin: “ ew jî zaroke, ti jî zarokî, here tola xwe rake”. Dibe ku eve rewşeke perwerdehiyê başbe. Ya ku maye jî diya min jî diçû bi wan re şer dikir. Digot: mademkî zaroka wisa dike ez jî wisa bikim. Lê bi me jî dida kirin.

Diya min hestewariyeke wisa bi min re da qezenckirin. Feraseta xwe parastina dayikê, girêdana bi dayikê, bi girî û gazinc, bi alîkariya zêde re nayê jiyîn. Divê bi gengazî bersiveke te hebe. Gelek kêm jî be, ev dibe weke hestên mezinbûnê an jî tol vedanê. Aliyê bav di şerde zêde ne bihêze. Aliyê dê bihêztire. Di aliyê bavde jî şerkeriyek heye, lê aliyê dê hindekî baldar dibe. Ev di jiyanê de taybetmendiya têkoşervaniyê ye. Diyamin zêde em ne didan binpêkirin. Jiber li hember zarokên din em dikaribûn bibin biketana û bihatan binpêkirin. Zarokên aliyê dijber mezinbûn, bihêzbûn, gelek bûn. Diwirde hêza xwe parastinê derdiket holê, her wiha herdû şer jî dihat dayîn. Hem tol dihat girtin hem jî xwe parastin pêşdiket. Lewra ev dida hîskirin: ez wisa bi hêsanî serî natewînim. Şerê mezin dikim. Dikarim qiyametê rakim. Di gunde jî kesê derveyî diyamin bi navê deng nebû. Tam tofaneke îsyanê bû. Di qîr û bang kirinê de, di dijûna de, di serwêre kes tinebû. Jin an zilam kî bûna bêtirs bi ser wanda diçû. Lewra kesayetek bûyerê bû. Hindekî jî di aliyê parastinê de parvekirina min çêbibû. Derveyê vê em dikaribûn kesateyek wenda jî bûna. Bi gotinên wan kesayetek wenda, ji hertiştîre ser ditewîne. Di vê watê de divê hêjaya wê were teqdîr kirin.

Divan çiyayên azad de bi silavkirina komên jinên azad ez xebitîm xwe bi “wate” bikim. Jibo min jin an ê di pîroziya xwedavenda debe an jî qet nebe. Ez rastiya vê gotinê hertim difikirim; “asta jiyana jinên civakekê, asta pîvana wê civakê bixwe dide diyarkirin”. Jibo diya xwe min gotina bermahiya ji çanda xwedavenda dayik a neolîtîkê bikaranîbû. Weke wan qelew bû. Avahiyên modernîte ên çêkirî (yapay) dîtina wêy pîroz asteng kiribû ku ez bibînim. Rexmî di jiyana xwe de min gelek êş kişandibûn, di çi bûyerê de ez ti carî cîdî ne giriyabûm. Lê belê piştî ku min qalibên modernîte şikandin şûnde, di serîde diyamin û di şexsê wê de hemû jinên rojhilata navîn her tim bi dilşikestinekê û bi çavên şil ez bibîrtînim. Li wan dinêrim. Wan demên ku diya min bizorê ji bîrê av dikişand û di nêviyê rêde ji wê satila avê av vedixwar, wek biranînên xwey herî dilşewat û bijart bibîrtînim. Ez hevîdarim ku herkes piştî qalibên heşmendiya modernîte şikandin şûnde cardin li wan biranînan mêze bikin. Dixwazim heman nêrînê li ser wan têkiliyên ku ji neolîtîkê mane “têkiliyên gund” jî pêşbixin. Bêgûman serkeftina modernîteyê ya herî mezin têkbirina wê nêrîna me ya 15 hezar sala ku hatibû avakirinê bû û tinekirina wêbû. Ev jî rastiyeke ku ji civak û kesayetekî nêrîn û hêviyên wê hatiye tinekirin û wendakirin ti azweriya jiyanê û berxwedanî nayê hêvîkirin.

Derveyî vê tiştekî bidin me tinebû. Piştî pêvajoya dibistanê destpêkir tiştekî zêdetir bikaribim ji diya xwe fêr bibim nemabû. Pêvajoyek qutbûnê bû û her berdewam bû. Ji dayika qutbûn çiqas rast bû, çiqas şaşbû? Mînak zarok piştre bi giştî dema derfetên wan çêdibin an jî perê wan çêdibin jibo diya xwe diyariya dikirin. Min serlêdanek li rêbazekî wisan nekir. Ya rastî perê min jî hebû, rexmî hindek pere jî qezenc kir, ez nefikirîm ku jibo diya xwe an jî ehlê xwe diyariya bikirim. Dibe ku lome kiribin. Dibe ku di vê derbarê de ez zêde li xwe mukur nehatibim. Lêbelê li gor min kurbûn divê cûda bûna. Weke ez nebibûm kurekî weke wan, lêgereke minî din hebû ku ez bibim kure cûda. Ez ti carî ji pêwendiyên xwe ên dostanî bi diyariyên erzan nêzîk nebûm. Hê jî wisa me. Min ji were berê jî dabû diyarkirin ku ez çiqas bi hevaltiya we re girêdayîme, di temenê biçûkde lêgervanê hevalbendiyeke çiqas mezinbûm, jibo ez bi wan rebilîzim çiqas min can davêt, heta jibo hevaltiyeke wisa avabikim çiqas hêzeke mezin serf dikir dabû nîşandan. Min wê demê didît ku ev bi diyariyên hêsan nabin û heta min hindek diyariyên erzan di ceribandin. Hindek tiştên ku baldikşînin dixebitandin. Lê ev zêde baldar nedibûn, jibo hevaltiyeke bihêz çêbibe, firsenda avakirina têkiliyên bihêz nedida. Jibo vê hîn di temenê biçûk de ez li rêyên girêdana însana yên cûda geriyam. Li ser wan ponijîm. Li ser girêdana bi malbatê yê mezin jî fikirîm.

Mafê dayikan encax bi têkoşîneke yeman were dayîn.

Bi hin têkiliyên madî, diyarî, ehlî û kirîviyê bibe bibe encax hûn bikaribin çend têkiliyên ehbabî qezenc bikin. Mirovahiyê, hemû gelê xwe hûn nikarin qezenc bikin. Jiber di wê demê de pirsgirêk ev bû. Em hemû gel qezencikirinê li aliyekî bihêlin, me nikaribû cîranê xwe bikişandana aliyê xwe.

Bi me re lêgera birdozî, ramyarî, partîbûnê wisa destpêkir. Lewra însan ewqas bêpêwendî bûn û qutbûneke ewqas bi hêsanî hebû ku, divê kes ji kurde nehatana girêdan. Ev têkiliyên diyariyên erzan û usûlên feodal jibo min zêde bihêz nehatin jibo wê zêde eleqedar nebûm. Girêdana bi ol jibo min hîn kûrtir dihat. Wê demê min xwe bi ol ve rapêçand. Bi wê rêyê bi civakêre girêdan, bûyîna hêz û hêz dana civakê pêşket. Di peyde ilim, felsefe û her ku çû birdozî, birdoziya civaknasî, pêwendiyên ramyarî, pêşketin. Di kesayeta min de heta niha pêvajoya kûrkirina têkiliyan heye. Di kesayeta minde mezin bûna siyasetê an jî sexlemiya têkiliyê min çavkaniyê xwe ji van taybetmendiyên temenê biçûk digire.

Hûn di têkiliyên xwe de bi hêsanî têrî (tatmîn) hevdû dibin an jî çend têkiliyên erzan besî we dikin. Bêtêkilîbûn jibo we gelek asayî ye. Jibo min bêtêkilîbûn êşkence ye. Ez têkiliyên lewaz bi mixab (esef) pêşwazî dikim. Di kesayeta min de lêgera têkiliyên hîn bingehîn, hîn radîqal, hîn sexlem, kûr û di sedsalan de cihbigrin heye. Ev têkiliyê jî min berbi lêgera birdozî, felsefe, polîtîqa û her ku dere têkiliyên artêşê ve dibe. Ger têkiliyên artêşê hate astekî her ewle, warê têkiliyên agir diwirde ti bilindî lûtkeyan dibî. Jiber însan di oxira wêde jiyana xwe feda dike. Kesayeta ku jiyana xwe dayne holê ne kesayeteke hêsane. Têkiliyên vê hêsan nabe. Çavkaniya vê lêgerê jî ji hêrsa min ya têkiliyên erzan û bê ewle tê. Ger hûn di kesayeta xwe de belavbûna neteweyî û têkçûna civakî baş fêhm bikin, encamê ku hûnê derxin; giraniya hûn bidin ser têkiliyên rêxistinê ye. Nirxandina we ne zore. Ger asta we ya rêxistinî û têkiliyan ne radîqal be ez ê bibêjim ev kêmzaneyek bixwe ye. Jiber bi çend têkiliyên erzan xwe têr kiriye. Di asta neteweyîde li têkiliyekê nagere. Jibo min diyare ku eve dibe kesayetekî sivik. Ji têkiliyên artêş û şer re baldariyekê nade diyar kirin. Ev nabe gêrîlayek û fermandeke baş. Jiber wata têkiliyan nizane.

Divirde hindek kûrbûna min, ravekirina min bi çive girêdayî ye? Hêrsa min li hember bêtêkiliya herî mezin, têkçûn civakê, wendabûna asta netewîbûna civakê, cardin qutbûna mezin ji malbatê bi çive girêdayî ye? Ji malbatê qutbûm. Lê rêya malbata mezin ya kurdîstanê hat girtin. Bêhêziya malbata xwe min dît. Di temenekî gelek zûde ez ji têkiliyê malbata xwe û yê gundê xwe qutbûm. Ez xizaniya vê, êşa vê çawa dixebitim ku derbas bikim? Dixebitim ku malbata mezin ya kurdîstanê bînim warê malbata mirovahiyê. Ev min berbi rêxistineke mezin, girêdana mezin, artêş, eniyê ve dibe; eve hemû jî berbi keda herî mezin û lêgerînên bêhempa ve dibe. Kûrbûnên mezin dide avakirin. Bi vî awayî ji wê malbata ku dihele, lewaz û wenda dibe berbi malbata kurdîstanê ya mezin ve qevzeke mezin tê avêtin. Di têkiliyên we yên erzan û sivikde girêdanên web i heval, dost, mirov û derdora we li ser bingehên heskirin, azwerî dihêle kul i ser girêdana we ya rêhevaltî, girêdana we bi artêşê re, lewaziyan derxe holê. Gelek teng bimîne. Ev lewazîjî dihêle ku têkiliyeke rast ya navnetewî, rêxistinî pêşbikeve. Jiber hûn ê kevin dijîn. Hê di dilêxwede hûn diya xwe ya berê, bavê xwe, malbata xwe, xwuşk û birayên xwe, dost-heval-hogirê xwe, kevneşopiyên xwe dijîn. Bi kinayî we hîn bandora wan saziyên kevin ji serxwe ne avêtine. Ev hemû qutkirin û avêtin, şûna wan ya bihêztir û veguherîner dana rûnişkandin , pêşneketiye. Jiber vê hûn di nava pevkirinêde ne, reformîstîn. Jiber we di kesayeta xwe de veguhartineke çênekiriye, şoreşa kesayeta xwe ava nekiriye, ji zaroktiya xwe û şûnde we eve pêk ne aniye.

Di PKKê de em kesayet jinûve lêdihûrin. Jibo me ne rêya navîn ne jî tiştekî din lazime. Sedemên vê çine, hûn çiqas bi van bandor bûne? Hema hema ti kes nemaye ku bandor nebûye. Di encama vê de zilam nabe xwedî rizgarvaniya artêşê ya mezin, hestên rêxistinî ya mezin û encamên mezin nayên girtin. Hejmarên kesên weke we pirin lê kûrbûn kême. Ê eve çawa derbasbibin? Bi van dahûrînên zarok û dayik hindek werin derbaskirin. Hûnê bibêjin; “ti xwe lêdihûrî û dikî malê hemû netewê”. Jixwe divê herkes vê bike. Ên rastiya xwe lênehûre, neke malê netewî xerabiya herî mezin dike. Kesê rastiya xwe, malbata xwe nasneke nikare başiya bike. Ez nabêjim înkar bikin an qet encam dernexin. Dibêjim tam eksî vê bikin. Di vê mijarêde ji dil û bi pîvan bin. Wê demê hûnê bighêjin ya rast û bihêz. Destgirtina min ya diya min bi vî awahî û ev nakokî derxistina holê nayê wata ku min ew înkar kir. Bi qasî ku ez xwe bighînim dayika kurdîstanê min girîngî dayê. Bawerim ku min ew jî anî warê navûdengekî.

Di sala borîde jibo merasîma goristanê ji her deverê kurdîstanê bi hezaran însan beşdar bûn. Ger ez dinava têkiliyê dê û zarok berê de mabûma, dibe ku ji gund çend kes hatibûna vê merasîmê ew jî diyamin an bibîr tanîn an jî netanîn.

Rexmî hemû nakokî û pevçûnan bûyîna ewladekî bixêr wisa dibe. Lewra em gavek avêt. Ji têkiliyeke dê-kur ku wendabûye, xelasbûye xwe gîhandina têkiliyeke welat, welatparêzî û xak dayik hîn bilindtir dibe. Jibo dayikê jî ya rastî mafdayîn wisa dibe. Ji jinekêre pêwendiyeke çawa dikare were pêşkêşkirin? Di lêhûrînên me ên azadiya jinê de jî weke hatiye eşkere kirin jibo dayikê jî bersiveke bi wate dikare were dayîn. Ne hewceye ku diyarên erzan werin kirîn. Bi yamin be lêhûrîneke azadiya jin jibo dayikan jî dibe bersiv û rêzdariya herî mezin. Ger bandora diyamin nebûna ma ez dikaribûn wisa nêzî jina bibûma? Bandora wan têkiliyan bi awayeke neyekser li ser min hişt ez hîn bi hişyarî nêzî jina bibim û rê ji vêre da vekirin. Hêza dê, şerkeriya dê ku li ser min bandor kir hişt ku ez li ser mijara jinê hîn şiyartir bisekinim, înkar nekim, herî kêm jî nebim weke bavê xwe an jî weke zilamê ciranê xwe. Difikirim divê encamê de jî pareke diya min ya mezin heye. Bandora jineke wisa her wiha jineke bi hêsanî nakeve bin bandora zilam an jî mêr jixwe berbiçave. Me ev bandor piştre çawa veguhart teoriyê? Waye lêhûrînên jinê. Me ev hemû çawa veguhartin têkoşîna azadiyê? Nabêjim diya min teqlîd bikin. Lê diya min di wan şert û mercên gund de, bi wê kêmzaniya xwe têdikoşiya. Bila keçkên me yên ciwan jî têbikoşin. Ger hûn bala xwe bidinê di serîde bi diyaxwere pevdiçim. Piştre digihêjim encama ku dikarim êdî bi hemû jinan re têbikoşim. Ev jî di asta herî jorde di kişandina jina nav refên azadiyê de, di bûyera girêdanê de bibandor dibe. Dibe ku eve bandoreke rast be. Ger diya we, gelek îsyankar be, gelek kêmzanebe, heta gelek neçarbe şerte ku hûn girîngiyê bidin rêxistina azadiya jinê. Ger hûn dixwazin bi diyaxwere girêdayî bin, şûna hûnê diya xwe bes bibînin wê neçariyê wê bighînên asta jina bihêz. Hûnê wê demê ispat bikin ku hûn ewladekî bixêrin. Teorî ewqas sivike. Dikarin lewaziyên wê derbasî hêzê bikin. Îsyankariya wê ligor artêş û rêxistina jin ya pêlansazî bidin veguhartin. Divê herkes vê bike. Hûn bikin hûnê xwe rast bidin îfadekirin. Dayikek di heman demêde xaka dayike. Welatparêziyeke. Azadiye. Veguhartina rewşa jin ya azadiyê ye. Divê herkes vê bike û ev pêdivî niha bi giştî derketiye holê. Em layiqbûna dayika wisan diceribînin. Ya herî rast jî ev e. Jiber niha bi awayekî çalak dayik jî tevlî têkoşînê bûne. Gelek bi bandorin û gîhaştine feraseta dayiktiyê ya herî rast.

Em dizanin ku dayik bêyî rondikên çawa birjînin ewladên xwe bi heskirin rêdikin nava şer. Şehadetên wan jî bi tilîliyan pêşwazî dikin. Jinên berê ku li ser jana biçûk ya zaroka xwe diricifîn îro hemû zarokên xwe dikarin rêkin nava şer. Ev dayik dibin mirovên herî wêrek. Ev jî dide nîşandan ku em nêzî rastiya dayikê dibin. Ev dibe şahidiya newêrekiya dayikê veguhartina wêrekiya herî mezin, rêzdariya herî mezin. Êş û lewaziyên wan vediguherin hêza mezin. Ya rastî ev me berbi pirsa ji hiqûqê jinê re çawa nêzîkatiyê jî. Gelek teorîkjî bimîne, gelek di asta ramyarî jî de be, jibo vê pirsê bersiva herî bi wate hatiye dayîn û tê dayîn. Dema diya min nefesa xwe ya dawî jî dide dibêje: “binavê min gelek xêra bikin, dia bikin”. Xêr û diaya me têkoşîne. Bi taybet niha jibo bûna ewladekî bixêr jibo dayika weke ewjî dixwazin divê şervantiyeke mezin derkeve holê. Xêr û diaya dayika bi şerê we ve girêdayî ye. Ne çend diyariyên ku ji we dixwazin. Jixwe niha wê jî napejirînin. Dayikên we her roj ji min çi dixwazin? Dayikên we ji min re dibêjin: “ van zarokan hîn baştir bide şerkirin, em ne li dijî şehadeta wanin, lê di demekî ewqas kinde em şehadetên wan nikarin rakin”. Dibêjin: “me ew bizor mezinkirin, bila bihêz şerbikin”. Ev xwestekên bişewat û rastin. Ev jî erka we ye. Madem kî xwestekên dayikên we evin, şervantiyeke demdirêj bikin. Bibin mîlîtanên yeman. Ger bi were binavê girêdanê tiştek hebe, wê demê pêwîstiyên vê bi cih bînin.

Tê gotin ku mafê dayikê bi hêsanî nayê dayîn. Di nav me d emafê dayikê encax bi şervantiyeke yeman were dayîn. Ew pir baş dizanin ku dayik çiqas hatine heqaretkirin, neçar hatine hiştin. Îro herin ji dayikan dext û biçûk dîtinê fêrbibin. Ji wan guhdar bikin. Ger ew îro ji me mîlîtaniyek baştir dixwazin, ger birastî jî rêzdariyeke me ji bo wan hebe, wê demê nîşaneya girêdana rast ev pêwîstî bicih anîne. Cardin difikirim ya ku ket ser milê min, min pêkanî. Lêbelê hin erkên hûn jî bicih bînin hene. Zû şehîd ketina we û bi dayika re lorîk dana gotin ne şervantiyeke raste. Divê hûn bi hiqûqê dayikê ve girêdayî di nav şerekî cûrbecûr de bin. Jiber ji bo wan negengaze ku ti bersiveke din were dayîn.

Wekîdin jî dijmin zêdetir bi xedarî jina qetil dike. Dijmin dixwaze bi feraseta me ya namûsê û jinê bilîze. Cardin bi çavtirsandinê dixwaze dayika di nav rondikên çavan de bihêle. Bi vî awahî bangî aliyên me ên lewaz dike. Di vê derbarê de bersiva ji dijmin re were dayîn şervantî û têkoşeriya bi bandor mezintire. Derveyî vê em nikarin ti bersiveke din jibo dayikên me ên dilbiêş û xizan bidin. Ez wan êşan pir baş dizanim. Jiyaneke dayika wisa dilbiêş, xembîn û biçavên şil heye. Êş, rondik û xemgîniya wan dana seknandin ne hêsane. Ger min hinekî rê ji vê rastiyêre dabe vekirin ev jiber erkê min bû. Em îro ji lewazî, êş û xemgîniyê dayikan re hindek bersiv didin ev ji feraseta me ya egîdiyê tê. Derveyê vê min jî dikaribû wek we nêzî hiqûqa dayikê bibûma. Dibeku hindek li kêfa min jî çûbana. Ez tengav jî nekirama. Lê ne mimkune ku ev nêzîkatiyek bi rêgez û bi şeref bi hata hesibandin. Zore ku mafê heman rastiya were dayîn. Tê gotin ku mafê dayîkê nayê dayîn. Lê ger wisabe hindek mafê wê dikare were dayîn. Divê were dayîn jî.

Rêber APO

Kategori: Reber APO