Tirkî  |  Erebî

13

Rêhevalên ku di şerê Başûr de şehîd bûn, rêhevala Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di milê azadiyê de xwediyê hewildaneke mezin bû. Ev heval, beriya ku şehîd bibe ji bo min raporek rêkiribû. Min şehadeta wê ne bihistibû. Lê, timî di bîra min de bû. Gotibû; “Ezê ji tehlîlatên Serokatî sûd wergirim û dixwazim ceribandina romanekê bikim.” Li gel me heya niha kes gotinek bi vê awayê nekiribû. Rêhevaleke gelekî pêwender bû. Min digot; ez vê hevalê bibînim û nîqaş bikim wê baş be. Dûvre agahiya şehadeta wê hat. Keçikek pir leheng bû. Di asta fermandariya taximê de diçe li ser qereqola Rûbarok û birîndar dibe. Ruxmê ku birîndare jî di şerê Başûr de di eniya xwe de di pêş de cih digre. Li wê derê jî, heya guleyên wê xilas dibe di mevziyê de dimîne. Dûvre jî hêzên nûker yê xayîn derdorê wê dorpêç dikin û dibêjin; “radest be em tiştek li te nakin.” Lê, helwesta vê hevalê jî ev e, dibêje; “we bi neyar re nûkertî kiriye, hûn li Başûr êrişî şoreşa Bakûr dikin, hûn xayînin, ez xwe radestî we nakim.” Ji bo Serokatiya partiyê Dirûşme davêje û xwe ji zinaran davêje. Ev çalakiyeke pir watedar e û wêrektiyek e. Di asta teorîk de jî bi hêz e. Ev tenê çavkaniya xwe ji welatparêztî û berxwedartî nagre. Her wiha tehlîlatên wê ji pir kûrin û li ser esasê fêmkirinê ne. Ji ber ku dixwaze wan hîn bêhtir kûr û firehtir bike. Ev rewş dide diyar kirin ku wê ji vê hevala me kesayeteka xwedî çareserî derketiba. Kesayetên ku ji bo fêmkirinê bi biryar û ji bo vê jî her cûrê berxwedaniyê didin meşandin derdikevin. Pêwîste mirov nirx bide van rêhevalan e. Pêdivî heye ku mirov ji bo bîranîna vê hevalê bersivên xurt bide. Ev kesayetane ne kesayetên ku mirov hêsanî nêz bibe ne. Ji bo vê şehadetê, heval dibêjin; “em bi bîranîna vê hevalê re girêdayîne, emê navê wê bidin taburê.” Pirsgirêk ne ewe ku mirov navê wê bi de taburê. Ya girîrng ew e, helwesta ku mirov daye raber kirin jiyanî kirina wê ye. Ji xwe yê ku gihişt vê encamê jî helwestên ku dane raberkirin e. Em vê giring dibînin.

Ya rastî jî, ev rêhevala me ji bo pêşketinê bi biryar e, her wiha pir şaşîtiyan re jî rûbirû maye, lê belê, her diçe di xeta rast de kûr dibe, encameke pir bi bandor jî digre. Tişta ku ez dixwazim bêjim ev e; ger em rê vekirî bihêlin pir kesên leheng û yeman wê derbikevin. Her wiha berê digotin; “ jin giranî çêdikin, em çi ji wan bikin?” Min ji wan re digot; yên ku dibêjin jin giranî çêdike ew bi xwe giranî ne, jin hêzeke mezin ya fedaî ye. Asta ku ev hevalane xwe gihandinê jî dide diyar kirin ku piraniya wan de derdikeve li gel feraseta xwe fedakirinê, vegotina wêrektiyê jî heye. Dibe ku hêza we têrî nekê, nêzîkatiyên rast dane diyar kirin jî dibe ku zehmet be, lê belê feraseta min jî wisa ye. Her wiha derket holê ku ev feraset rast e. Pişt re jî pir kesan got; hemû di sengeran de berxwedan e, kes ne reviye. Weke ku me dizanî ne wisa ye. Xeta Şehîd Bêrîtan ji bo min pir giring e. Ez dibêjim xet û bîranîna Bêrîtan. Em jiyana Şehîd Bêrîtan bikin xet. Ji bo min nameyek wê hebû, ez bawer dikim yêk name bû. Hêza wê ya entelektûel û kûrbûna wê jî hebû. Xwe radest nake. Xwe radestê netewperestiyên paşverû nake. Ferhat xwe radest dike. Ev xetek e. Xwe ji zinaran davêje. Ev ne xwekujî ye, xeta azadiyê ye. Ev mezinbûna rûmeta jin û berxwedaniya wê ye. Ev pir giring e. Formûla min a pênç hezar salan heye. Ji neolotîkê heya roja me ya îro çanda xwedavendî em rojane dikin. Ez jê re dibêjim “şoreşa zayendî.” Tevgera azadiya jin bila jiyanî bikin, bila jin bi tenduristî bisekinin. Bila ti qisaweta(endişe) jiyan nekin, heya dawiyê ji xwe bawer bikin. Ew ê Rojhilata Navîn çareser bikin.

Bêrîtan, ji bo xwe radestê Kurdên paşverû nekê xwe ji zinaran avêt. Ji gundekî nêzî Qereqoçanê bû. Pêşmerge pir hêvî jê dikin, ji bo ku xwe radest bike dibêjin; “em tiştek li te nakin.” Xeta azadiyê ya ku ez hîm digrim ev e. Ew jî ji bo xwe azadiyê hîm digre. Parastina rûmeta wê keçikê deynê me yê mezin e. Ev rêgeza min e. Ez Bêrîtan bi vê awayî dinirxînim. Min vala vala xeta Bêrîtan negot. Berxwedaniya Bêrîtan di nava me de wek şêwazek e. Heval xwe radest nekir û ji zinaran avêt. Neh keç hebûn, govend girtin û xwe bi narincokê(el bombası) şehîd kirin. Ji bo ku nekevin destê neyar bi vê awayê kirin. Ev hemû ji bo me leheng in. Rêhevalên jin ê pir zadegan(soylu) û berxwedêr hene. Her wiha rêhevalên ku xwe şewitandine jî bibîrtînim. Kesên ku dixwazin bibin hemdem bila biçin xwe bikin hemdem. Ev diçin Avrûpa diçin ku bila biçin. Bi zimanê magazînê nabêjim. Ev çand yê werê zindî kirin. Zilam naxwaze fêm jî bike. Ji derveyî vê jiyaneke azad nabe.

Çawa Nayê Jiyan Kirin?

We dev ji dibistanên pergalê berda û hûn hatin dibistanên me, birastî jî hûn dixwazin di asta azwerî de bibin şagirtên me? Nirxên ku hûn di bingeh de bêre girêdayîne hene? Di we de çi pêş dikeve, ez dixwazim wan fêr bibim. Bala we li ser çi pêş dikeve? Bê ku xwe bi xapînin û rê li rêbazên cûda bidin bersiva pirsên min bidin. Di we de hûnera rastiyê derxistina holê pêşketiye? Hêvî pir lawaz e? Hûn pakbûyînê bi fêza(gurur) xwe nadin xwarin? Hûnê gotinê neyar kengê berdin? Di we de ferq bûyîn pêş dikeve? Ya herê giring; em ê xwe ava bikin? Di vê mijarê de bext xwiya dike. Birastî jî hûn dixwazin bibin miroveke nû?

Min xwe naskiriye heya niha her tim bersiva pirsa “ çawa bijî” digeriyam , lê herê zêde jî min pirsa “çawa nayê jiyan kirin” esas digirt. Heya niha jiyan di cihekê de “çawa bijî” bû. Lê, dema min çawa be jiyan kirin dît, ew dem min derfeta fikrê azad û vîna azad avakir. Ez ji jiyana ku werê sererastkirinê bawer dikim. Jiyan ji bo min her timî vegotina wê ya şeydabûyînê heye. Min ti carî ji bo xwe jiyankirinê esas negirtiye, bi min re nabe. Pêwîste hûn tiştên ku we winda kirine bizanibin. Hûn di nava cîhanê de, gelê ku henek lê tê kirin û gelê ku herê tune kirinê re derbas dibe de jiyan dikin? Hûn dibêjin qey hûn bi çi awayî jiyan dikin. Hûn ji xwe hinek pirsan nakin? Hin pirsên ku hûn ji xwe bikin hene, heya hûn bersiva wan jî nedin we efûkirin nîne.

Pêwîste gotinê fîlozofên Yewnaniya em fêm bikin. Wan teşe daye mirovahiyê. Piştê wan peyxember tên. Ji xwe hevdû bandor kirine. Dibêjin di serî de “ xwe nas bikin.” Encex kesên ku hêza wan yê eqil pêşketine ihtîmalê xwe naskirinê heye. Kesên ku xwe nasdikin, ma wisa tên şer û jiyanê? Li hev bîne û bêje, li hev bîne û jiyan bike.

Pêdivî heye ku hûn baxivin. Ez her tim pirs dikim. Bersiva pirsên min dayîn giringtir e. Salane ez ji bo we xîzmet dikim. Ez ti tiştek ji we naxwazim, tenê bersiva pirsên min bidin. Jiyanê fêmkirin ne şerm e. Ya şerm ew e ku di wê jiyana ku nayê jiyan kirin de û jiyana ewqasî eyb jiyan kirin de israr kirin e. Ez niha hatim vî temenî û min pala xwe dayê. Ma şerm e ku ez jiyanê bi hemû kûrahiya wê fêm bikim? Na. Li gor min karê herê rast, berdewamkirina jiyana rast e. Formûl ev e. Ger ku hûnerê we yê lêkolînkirinê hebe, dîrokê meyze bikin, kesên ku hewildanên wan mezinin, jiyana wan jî mezin e. Em nabêjin jiyan nekin, em dibêjin ji bo xwe jiyaneke mezin esas bigrin. Dema Roma çû, ti Sezar’ê Romayê ne ma, ji ber ku Sezar li gor Roma bû. Ango pergaleke mezin bû. Dema Palmîra jî çû, yêk Zenûbya namîne. Ji ber ku ew jî li gor Palmîra bû. Dema Misir jî çû, Kleopetra jî namîne. ji ber ku mezinbûna wê li gor Misir’ê ye. Niha nirxên me yên wisa mezin jî nînin. Li gor wê jî hûn dibêjin em dikarin mezin bibin.

Ger ku serkeftin giştî nînbe, welatê me timî dê werê şewitandin, û gelê me jî her tim dê qirkirinê re werê derbaskirin, ez û tu mane ji çi re ye. Mirovên ku di feraset de xurt bin, yêkitiya wan ji bo şer jî û ji bo serkeftinê jî giring e. Gelo, ma ji bo vê rêbazê ewqasî israr kirin şaş e? Di vê mijarê de tiştên ku hûn bêjin heye. Di nava we de yê herê bandor bûye kî ye? Di eniya keçikan de hişyar bûyîn zêdetir e. Gelo kî ye ewqasî bandor bûye? Di hişyarbûyîna jin de, nasnameya wê de û dilê wê de tiştên nû hene?

Em mafê axiftinê bidin berdevkê fermî. Gelo berdevkê fermî di van milan de çi dibêje?

Heval Meryem: Serokê min, ne gengaz e ku şêwazê we bandoriya xwe nekê. Di me de tişta ku tê jiyan kirin, mirovan bi xwe re dayîna girêdan, xîtabê lawazê wan kirin û hwd… Lê, di Serokatî de mirovan kîşandina jiyanekê rast û lawaztiyê wan xurt kirin ..

Serokatî: Mijara jin tê fêm kirin?

Heval Meryem: Tê fêmkirin Serokê min.

Serokatî: Di we de coşbûnek dide avakirin?

Heval Meryem: Rast e Serokê min.

Serokatî: Em bi were berdewam bikin?

Heval Meryem: Berdewam bikin Serokê min.

Serokatî: An em bêjin berxwenadin û dest jê berdin?

Heval Meryem: Serokê min, ji xwe yê ku hêza berxwedaniyê nadin raber kirin dikevin. Di encam de yê ku dixwazin bimeşin xwe dêşînin.

Serokatî: Di rojên dawî de bûyerên herê bi bandor çiye, di vê de hiskirinek heye?

Heval Meryem: Serokê min di asta hevalê jin de?

Serokatî: Bifikire, ez tinê vê milê na bêjim. Li gor min tiştên pir girîng hate gotin û ev tên kirin jî.

Heval Meryem: Serokê min, di rojên dawî de jî tê xwiya kirin, Serokatî ji bo ku em xwe ne xapînin şereke pir mezin dide. Mirov çiqasî nêzî kedê Serokatî dibin tê ditin. Çawa kesayet dîsa xwe pozber dike, di şerê xwe de çiqasî bê hêz e dibîne.

Serokatî: Pêşketinên balkêş hene? Hêvî heye?

Heval Meryem: Serokê min pêşketin, pirsgirêkên xwe zelal dîtine û xwasteka pêşketin û vegûhertinê.

Serokatî: Birastî jî hûn dixwazin?

Heval Meryem: Serokê min em dixwazin.

Serokatî: Kesê ku di dilê wê de bager jê tê heye?

Heval Meryem: Serokê min di dilê her kesê de cûda bager heye.

Serokatî: Eman tam gotineke mîran e. Yekê nîşanî min bide. Ger ku lê dide, di kîjan milê de tê, di kîjan milê de diçe? Ew kîjan bagere dixwazim fêm bikim. Ji min re kesê ku di kûrahiyê de bandor bûyî nîşan bide?

Heval Meryem: Serokê min em “ tiştên ku destên me diçin zêdetir, em ê çawa bikaribin jê re hêz bînin” fikrandina wê de ne.

Serokatî: Ev roj wê çawa bin, hûn wê difikrin?

Heval Meryem: Em ê çawa bibin? Ango tiştên ku were derbaskirin û xwe gihandina tiştên pêwîstî…

Serokatîi: “Çawa nabe” hate fêmkirin? Hûn ferq dikin ku hûnê çawa nebin?

Heval Meryem: Serokê min, em ferq dikin ku bi vê awayî nabe, ev bandorek dide çêkirin.

Serokatî: Li gor min xebatê herê bi semyan xweşikbûyîna keçan û pêşketina wan e. Ji bo ku keç, xortan bipejirînin ya giring ew e ku xort xwe bigihînin asta herê jor. Pêwîsti heye ku hûn bibin şervanên xurt. Ji xwe ji derveyî vê ti pîvan nîne. Ev ji bo min jî derbas dibe. Ev pêwîstiyeke hûrmet dayîna jinan e. Wê jin jî wisa be. Dema em dibêjin şerê me şerê jinê ye, em giringbûneke pir xurt didin diyar kirin.

Ez, li ser mirovan pir disekinim, bala herî giring bal kîşandina li ser mirovan e. Bala herî bi nirx jî pirsgirêkên mirovan re mijûlbûyîn e. Mirovan fêmkirin, ber bi rizgariyê ve birin hewildanên herî bi nirx in. Em vane li vir fêr dibin. Nan û av bi vê re girêdayî ye. Ji xwe di welatê Kurdistanê de, her wiha di Rojihilata Navîn de wisa xuya dike ku şoreşa herê ku li ser mirovahiyê şopê baş bihêle, wê ev şoreş be. Ji ber ku her diçe bala mirovan bêhtir dikşîne.

Ez bi xwe jî her roj xwe tê de kûr dikim. Bi îddîa bin û ji dil bin. Em dixwazin nirx bidin we hemûyan. Ev der dibistana jiyana xwe serxistinê ye. Dilnizim bin, baş fêr bibin, ji xwe we xwe peyîtandiye. Hûn ne mirovên ezezî û tirsonekin. Xwe bikin şagirtên herê baş û serkeftî. Çima hûnê nikaribin bibin fermandar û milîtanên sexlem û kesên ku ti astengiyan nasnakin.

Kategori: Reber APO