Tirkî  |  Erebî

2019 01 reber apo

Civakên herî kevin civakên dayîksalarî ne. Nêzîkbûnên min ji pirsgirêka jinê re tên zanîn. Ji bo bigihîn azadiya xwe ya ramanî, siyasî û felsefî min kedeke pir mezin raber kir. Min bîrdoziya azadiya jin ji bo azadbûna wan pêşxist. Bi kurtasî dixwazim vê bêjim. Min di mijara azadiya jinê de pir baş xwe gihandiye. Ez di mijara jin û azadiya zayendî de, bi awayeke felsefîk li cîheke pir girîng im. Ez dixwazim ji bo tevayî jinan vê bêjim. Ji hêla rizgariya jin a ji bin serdestiya pênc hezar salî derbikeve divê xebatên pir girîng bêne kirin û xwe baş pêş bixin. Divê pir bixebitin û pir bi rêxistin bin.

Jin û keçên ku diyar dikin bi min ve girêdayîne hene. Ger bi min ve girêdayî bin, an jî di riya azadbûnê de cidî bin, divê şoreşa siyasî û hişmendiya jinê pêk bînin. Ango ez dixwazim bêjim ku azadiya zayendî bi tena serê xwe têrê nake. Ev mijareke baweriyê ye. Azadiya jinê ne kareke hêsan e. Ez ê her demê tevkariya wan bikim.

Ez şervaneke azadiya jinê me. Di vê mijarê de pir radîqal im. Ji bo min jin pir girîng e. Min di asta xwedawend de nirx da jinê. Dahûrînên min ên di derbarê jinê de têne nasîn.

Min gotibû jina ku xwe azad neke pir xeter e. Di kesayeta jina Kurd de hîn zêdetir bi xeter e. Dahûrînên min ên di derbarê jin de gelek girîng in. Bi jinê re bixweşikî û bi wêrekî dikare bê jiyîn. Divê di eksenê jin de demokrasî bê pêşxistin. Divê hun di herêmên xweseriya demokratîk de xebatên aborî û demokratîk birêve bibin. Sê gund jî bin, ew demokratîk-kirin biwate ye. divê hun pergala xwe ya xwedawend, melek û Afrodît saz bikin. Hunê bi vî awayî mezin bibin. Dema we ev saz kir, tê wê wateyê ku we dest xistiye. Divê di her qadên ku bê bîra we de hun xwe birêxistin bikin.

Divê ji bo azadbûnê felsefe bê zanîn. Divê dîrok bê zanîn. Pênc hezar sale jin bi dîrokî ve hatine tinekirin. Qanun têne zanîn. Ez nabêjim jinan, bi dijberî qanunan tevbiger in. Lê bi berçavkirina van re jî divê sekineke demokratîk bê raberkirin. Derbaskirina van pirsgirêkan ne hêsan e. Ez tim dibêjim; xwe şewitand in, ji derbaskirina van pirsgirêka û azadbûnê hîn zehmetir e. Min di van mijaran de bi dehan pirtûk nivîsandine. Hewl didim ku jinan fêm bikim û têbigihijim. Ez di vê mijarê de bi israr im û bi îdia me. Ez ji bo zilaman jî dibêjim, zilamê bi namûs, ger hinekê namûs û şerefa wî hebe, dê ji bo fêmkirin û guhdarkirinê bixebite.

Jin dikarin bi dilxwazî û ruhê xwedawendiyê ve xwe azad bikin. Çawa ku ol bi baweriya hinek tiştan bawer in û dikin, divê jin jî ji bo azadiya xwe weke xwedawendekê tevbiger in. Belê weke olekê. Çawa ku ol baweriyeke, jin jî dikarin azadiya xwe weke baweriyekê, weke olekê saz bikin. Dikarin bi vê bawer bin û bixebitin. Divê jin hewldaneke taybet raber bikin. Azadbûna jinan azadbûna civakê ye. Azadbûna jinan azadbûna zarok û zarokên keç e. Ger jin azad bibe dê ev hemû pêş bikevin û azad bibin. Divê jin bi ruh, beden û zanistiya xwe bi dilxwaziya hesûdiya xwedawend ve biparêze. Dikarin bajaran jî bi vê ferasetê ve ji nûve ava bikin.

Ma Hêza Wan A Xwe Parastina Cewherî Heye, Ma Parastina Xwe Ya Cewherî Pêş dixin?

Parastina cewherî, polîtîkaya ewlekariya civaka exlaq û polîtîk e. Ya herî rast, civaka ku xwe ne parêze wesfa xwe ya exlaq û polîtîk winda dike. An civak dagir bûye, an jî dihele û dirize. An jî di berxwedaniyê de ye, dixwaze wesfa xwe ya exlaq û polîtîk ji nû ve dest bixe û bigihîne bikaranînekê. Parastina cewherî, navê vê pêvajoyê ye. Ya xwebûnê de bi israr e, civaka ku dagirkeriyê û her cure girêdanên bi yek alî ve têne ferzkirin red dike, encex vê helwesta xwe dikare bi derfet û saziyên parastina cewherî ve pêş bixe. Parastina cewherî tenê beramberî xeteriyên derve pêk naye. Di nava avagerên civakê de jî her demî nakokî û tengezarî gengaz in. Divê neyê jibîrkirin ku, demek dirêj e bi dîrokî-civakî hêzên ku wê bixwazibin xisletên xwe yên biçînatî û desthilatdarî hîn demeke dirêj biparêzin. Ev hêz ji bo parastina hebûna xwe, wê bi hemû hêza xwe ve berxwe bidin. Lewma parastina cewherî weke daxwazeke berfireh a civakî, dê demeke dirêj di rojeva civakê de cîhê xwe bigire. Ger hêza biryarê bi hêza parastina cewherî re xurt nebe, bi hêsanî jî naye birêvebirin.

Jixwe em, di roja me de, ne tenê ji derveyî civakê, di nav de jî ya ku heta şaneyên wê de xwe veşartiye bi desthilatdariyekê re rû bi rû ne. Di hemû şaneyên civakê yên gucav de weke komên parastina cewherî avakirin jiyanî ye. Civaka bê parastina cewherî, civaka ku ji aliyên tekela sermaye û desthilatdariyê ve hatiye girtin û dagirkirî ye. Di tevayî dîrokê de ji klan, kabîleyan heta eşîran, ji qewm û netewan heta cemaetên olî û ji gundan heta bajaran her demê pirsgirêkên komên civakê çêbûne. Tekela sermaye û desthilatdarî, di pêşiya nêçîrê û êrîşkariya weke gur de ye. Dê yên ku ji parastina cewherî xizanin weke keriyê pez belav bike û qasî ku dixwaze dest dane ser.

Di bûna civaka demokratîk de û hebûna xwe berdewamkirinê de, di pîvanê ku êrîşên tekelên sermaye û desthilatdariyê de xwe asta herî kêm û dagirkeriya wan bisînor bike de, avakirina avanî û çalakiyên parastina cewherî, amade û kêrhatinê de girtin şert e. Li gorî ku wê demeke dirêj bi amûrên sermaye û desthilatdariyê re di nava hev de bijî, divê nekeve du şaşiyan. Şaşiya yekemîn, weke kezep radestî pisîkê kirin, ewlekariya xwe ya cewherî radestî pergala tekel kirine. Encamên vê ên pir dijwar bi hezaran mînakan ve derketine holê. Şaşiya duyemîn jî, beramberî dewletê di carekê de bi banga weke dewletbûnê de hewldana bûna amûrê desthilatdariyê ye. Di vê mjarê de gotinên sosyalîzma pêkhatî me têr ronî dike. Lewma ya ku kêrhateyeke xwe ya bi wate heye parastina cewherî di dîroka şaristaniya demokratîk de, di roja me û pêşerojê de dê weke hêmaneke ku neyê paşçav kirin wê bidomê.

Parastina rewa tenê ji bo jin nîne, ji bo her kesî derbasdar e. Divê jin bikaribin parastina xwe bikin. Ez dibêjim teoriya Gulê. Ez li ser Gulê hizirîm. Gul, ji bona ku xwe biparêze sitiriyan derdixe. Parastina cewherî ya gulê û ya nebatekê jî heye. Ji bo parastina cewherî mirov tenê xwezayê binêre bes e. Me qasî gulekê jî mafê me ya xwe parastina cewherî tineye? Parastina cewherî pîroz e. Darek jî tehtan diqilişîne û koka xwe derdixe û dikare xwe bide jiyîn. Ma em nikarin qasî vê jî bibin? Êdî hun nikarin di kolanekê de bigerin. Dizewicin, her roj destavêtina re rû bi rû tên. Zilam bixwaze dikare di rojekê de jinê xilas bike. Divê bi dîtina van re têkoşîna xwe ya azadiyê kûr bikin. Asta wan a kûrbûnê lêhûrbûnên wan baş in. Lê ya girîng e van tiştên ku difikirin di jiyana xwe de jîndar kirine. Dema ku van tiştên dibêjin jîndar bikin wê di riya têkoşîna azadiyê de pêş ve biçin.

Dê jin serbixwebûna xwe bi xwe biparêze. Bila ewlekariya xwe bigirin. Divê ji azadiya jin neyê tirsîn. Divê jin bi xwe namûsa xwe ya cewherî biparêze. Wê jin bibe mirova ku xwe bi xwe diparêze. Ez bi jinê re wisa rêheval im. Mesela cinsê çors çîrok e. min bi jinan re hevaltiyeke bêhempa kir. Hevaltiyeke min bi jinê re pir bihêz heye. Ev meseleyeke hêz û baweriyê ye. ger zilamên wisa hebin ew jî dikarin bi alîkar bin. Ez ji kedên hevalên xwe yên jin ên ji bo min diyarkirine re wisa bersiv didim. Ez deynê rêzgirtina ji dayêka xwe re wisa didim. Gelek hevalên min ên jin ku ji bo min xwe şewitandine hene. Ji bîranîna wan re wisa bersivê didim. Jinên ku bi sîxurtî sekinîn jî hebûn. Min beramberî yên xwestin min bikarbînin jî şerê xwe kir.

Hun dizanin di Sumeran de perstgehên jin hebûn. Ev perestgeh war ên ku jinê avakirî û pîrozbûn. Ev destkeftîyeke wan a pir girîng bû. Jinan di van perestgehan de perwerdeyên xwe dimeşand in. Her cure perwerde didîtan, huner û bedewîyên xwe jî raber dikirin. Heta zilam jî dihatin ew temaşe dikirin. Piştî vê zilaman ev der kirin kerxane. Piştî wê dîrokê jin weke xwedawend diketin van perestgehan lê weke fehîşeyan derdiketin. Tevahî berhemê jinê ji destên wê hatin girtin. Musa tiştek neda jinê. Hun di Îsa de jî rewşa dayîka Meryem dizanin. Di Hz. Mihemed de rewşa Eyşe li holêye. Piştî ku Hz. Eyşe desthilatdarîya zilam fêm dike dibêje; “Xweziya ku ez li şûna jin weke kevirekî ji dayîkbûma.” Kapîtalîzîm jî tiştekî nû nedaye jinê. Hîn zêdetir jin bi her awayî dorpêç kirîye.

Pirsgirêka jin encama çanda destavêtinê ya benc hezar salî ye. Ez hîna jî dema ku vê mijarê li vir lê dikolim û dixwînim şaş û mehtel dimînim. Jinan hîna jî ev pirsgirêk fêm nekirine û çareser nebûne. Divê jin pirsgirêka xwe fêm bike û çareser bike. Ez dibêjim jina azad, lê weke azadîya cînsel berovajî dikin. Her tiştî di naveroka cînseltî de dest digirin. Li Ewrûpa bedena jinê pir balkeş derdixin pêş û tehrîk dikin. Jinê dikin meta. Awirên we cuda ne. Ji porê xwe bigrin heya neynokên xwe hun nizanin hunê çawa xwe bixemilînîn. Divê jin parastina xwe ya cewherî pêş bixin. Ger min wisa nekiribûya ev deh sale ez evqas bi derûnî hêz nedibûn. Ji ber ku li vir kevir jî nikare li berxwe bide. Şêweya destgirtina min a jinê felsefîk e. Weke perçeyek xweşikbûna di xwezayê de û weke estetîk dest digirim. Jin wate ye. Hegel felsefeya xwe ya destpêkê li ser têkilîya jin û zilam bi bingeh kir. Lê dema ev ser nexist felsefeya xwe li ser têkilîya kole-begtî ava dike. Lê ez felsefeya xwe li ser zilamê hêzdar û xesûk û jin avadikim. Beramberî zilamê xesuk û hêzdar, jina herî xweşik û pak di nava mehekî de van xisletên xwe winda dike. Hun dizanin bi Yewnanî têgînek ‘NOMOS’ heye di wateya aqil û qural de ye. Di tirkî de weke namus tê bikar anîn. Di fereseta min a namusê de, jina bi namus, jina ku xwe azad dike, quralên xwe bi xwe ava dike, quralê xwe ferz û jîndar dike ye. Jina girêdayî zilam, jina ku quralê zilam dîyar kirîye, jina di malê de girtîye, ne jina bi namuse. Di Sumeran de jina herî bi esil û xweşik di perestgehên zîguretan de bi eslîyan re dijîyan. Jinên din jî bi şêweyên herî ketî dizewicîn, malan de dihatin girtin. Ya rastî peyre perestgeh jî xirab bûn.

Niha jî jin bi navê em evînê dijîn xwe dixapînin. Dema ez li Şamê bûm min ji keçan re digot; ez ji xwe bawerbûm. Îdea min a azadî û evînê mezin e. Ez di wê bawerîyê de me ku evîna rastî bijîm. Di vê mijarê de jêhatî me. Gelo hun jî ji xwe bawer in, bi îdda ne, hunê bikaribin feraseta min ya evînê rabikin? Lê ez dibînim ku di vê mijarê de ne têr in. Ji ber ku di vê mijarê de, ne bi îdda ne direvin diçin. Bi dehan salan têdikoş in dema aciz dibin yekî bi pere dibînin û li pey diçin. Ez li pey van tenê dikenim. Ji ber ku li xwe dikin û dev ji îdda xwe ya azadîyê diberdin. Ev e ne evîn e. Hun dizanin Kant feylesofekî girîng e. Ez ê fereseta evîna di modernîteya kapîtalîst de bêjim. Di paraznameya min de hevokek ku min bi kar anîye pir baş vê rave dike. Kant evînê weke hevgirtina organê cînsel ên jin û zilam pênase dike. Belê fereseta evîna wan ev e.

Têkîliyên ku di asta bilind de nehatine bidestxistin tu rûmeteke wê ya bilind jî nîne. Di van têkîliyan de pêtir radest girtin û radestbûna hev heye. Mînaka min vê yekê pir balkêş eşkere dike. Ji ber ku di aliyê netewî de divê em hesab bipirsin. Ez bi vê têkîliyê re di aliyê çînî de ez hesab digrim, aliyê zayendî de hesab digrim û di aliyê çandî de hesab digrim. Ka dibêjin, te bi serê xwe bela da rûniştandin, vaye rewşeke wisa ye.

Evîna bi rêbazê Nazim, ne evîn e. Ji evîna xwedawenda jî behs nakim. Evîn Fêm Kirin e, Kûrbûn e. Fêmkirina Xweza, Gerdûn û Mirov Ee. Bêyî Fêmkirina Van, Evîn Nabe. Fereseta Evîna Bi Min Re Fêmkirine û Ev e. Ji bo min jî hinek tiştan dibejin, fereseta min a bilindkirina jin dîyar e . Ez ê vê têkoşîna xwe berdewam bikim.

Di jinan de zanebûna jin pêş ketîye û hatîye astekê. Dîsa bawerîya xwe ya ji bo serkeftina têkoşîna azadîya jin dîyar dikim. Wê têkoşîna azadîya jin bigihije serkeftinê. Di eksena jin de têkoşîna azadîyê a ku em bi rêve dibin, bi hêza ku ji têkoşîna azadîya jin girtîye wê bigihije serkeftinê. Bawerîya min ji vê re tam e. Wê tekoşîna azadîya jin hêz bide têkoşîna azadîya giştî. Bi vê mebestê tevahî jina silav dikim.

Kategori: Reber APO