Tirkî  |  Erebî

SEHIDEN ME ADAR

Di têkoşîna tevgera jina azad de gelek dem û merhele hene ku mirov kêlî bi kêlî li ser bisekine û hewldana fêmkirinê nîşan bide. Dî nava nêrîneke giştî de her dem, bûyer û şehadeteke wate û girîngiyeke xwe ya cûda heye. Bi taybetî dema ku mijar dibe şehîdbûn û şahadet, mirov ji wan kesayetên fedaî gelek tiştan fêr dibe. Jixwe yên ku rih û can dane tevgera me jî ew in. Dema ku me ew kesayetên leheng fêm kirin, dê em ê qarekter û cewhera tevgera xwe jî fêm bikin û li gorî wê helwesta xwe ya demê jî diyar bikin. Bêguman bi carekê re em nikarin hemû pakrevanên ku di têkoşîna me de bûne stêrkên azadiyê vebibêjin, her wiha hevalên ku em behsa wan bikin jî em nikarin bi hemû aliyên wê ve bigrin dest; lê qesî ku ji deste me tê vegotin û nivîsandina wan erkeke me ya bingehîn e.

Di vê nivîsê de jî em ê behsa sê têkoşerên ku damgaya xwe demeke têkoşîna me dane bikin, bi taybetî her sê hevalan jî bi helwesta xwe, di heman demê de pêşengiya serhildana gelê me û berxwedana têkoşîna me kirine. Her yek ji bo têkoşîna me bûye remz û rêgeheke pîroz.

Pakrevaneke Ku Dibe Remza Serhildanan; Berîvan

Di destpêka salên 1990’î de, bi giştî Kurdîstanê têkoşîna gel; an jî şerê gel yê rizgariyê destpê dike. Ango şerê gerîla ku li hemû cihê Kurdistanê olan daye, êdî digêhêje asteke cuda. Gel êdî bi awayekî girseyî li têkoşînê xwedî derdikeve û serhildanên gel pêş dikevin.

Serhildana gel ya ku herî mezin û girseyî ye, bi şahadeta hevala Berîvan (Binevş Agal) destpê dike. Heval Berîvan, bi xwe Êzîdî ye, ji Beşîriya Elihê ye. Malbata wê dervayî welat e, ew jî ji wir tevlê dibe. Piştî tevlî partiyê dibe, diçe qada Serokatî û Serokatî li qada Rojava di nava gel de wê berpirsyar dike. Bi beşdarbûna xwe ya nava têkoşînê sekna xwe dide dîyarkirin. Li gelek hêremên li Rojava, cihên ku wê lê kar kiriye, hê jî ew qomîteyên ku avakirine, di nava kar de ne. Malbatên ku heval Berîvan çûye mala wan; hê jî di bin bandora sekna wê, nêzikbûnên wê yên li hemberî gel û welatparêziya wê de ne. Wê demê gelek heval, bi naskirina heval Berîvan tevlê partiyê dibin. Serokatî dibêje, “hevaleke ku taybatmendiyên wê yên gelperwerî pir xurt bûn û pêşengeke gel bû.”

Piştî ku demeke li Rojava dimîne, Serokatî wê dişîne hêrêma Botanê. Li wir di nava gel de xebatan dike; qomîteyên jin û yên giştî ava dike. Niha hê jî gelek mîlîsên heval Berîvan, di nava xebatan de ne. Wê demê navend Cîzra Botan e, lê wê hêremê hemûyê kar dike. Hevalên ku wisa aliyên xwe yên gelperwer hene, di nava civakê de nayen bîrkirin. Kê re diaxife, teqez li ser wî bandoreke çêdike. Kesekî ku tenê careke ew dîtiye jî, ew sekna wêher mînak digre. Gelek ji van hevalên ku wisa pêşengtiyê dikin, wisa şopa xwe di nava civakê de dihêlin.

Di 89’an de li Cîzrê hûcre û qomîte tên rêxistin kirin; amedekariyên serhildanê pêş dikevin, bi giştî jî li hêrema Botanê atmosferekî cûda derdikeve pêş. Jixwe bingehek heye, lê piştî pratîka Hogir, bandorek neyînî çêbibû. Fereset û nêzikbûnên wan di nava gel de, li hemberî partiyê tirs û nêzikatiyeke cûda pêş xistibû. Lê nêzikatiyên hevala Berîvan, ew atmosfera ku li hemberî partiyê dihat rêxistinkirin, ji holê radike. Pêşiya tahrîbatên mezin digre. Nehêlişt ku gel, li hemberî partiyê bikeve nava hewldaneke cûda. Lewra hezkirina gel, di şexsê heval Berîvan de, ji PKK re derdikeve holê.

Hevala Berîvan di 92’an de şehîd dikeve. Li ser şehadeta wê, di serî de li Cîzre, gelê hêremê radibe serhildanê. Bi hezaran kes, xwedî li hevala Berîvan derdikevin û cinazeyê wê radikin. Ew di dîroka tevgerê de, bi taybetî di dîroka tevgera xweser ya jinê de, têkoşînê êdî bi rêxistin dike. Şahadeta heval Berîvan, rê li pêşiya serhildan û têkoşîneke bi vî rengî vedike.

Piştî vê serhildanê, êdî di salên nodî de, tevgerên civakî û serhildan destpê dikin. Cihên weke Amed, Merdîn û Botanê her ku diçe ew serhildan mezin dibin. Ew jî di dîroka Kurdîstanê de, di nava gel de, qadeke cûda ya têkoşînê vedike. Di van pêşketinan de rista pakrevanên weke hevala Berîvan diyarker e.

 Di Dilê Kurdîstanê De, Şopdareke Kawayê Hemdem; Zekiye Alkan

Di sala nodî de heval Zekiye şehîd dikeve. Hevala Zekiye Alkan, li Amedê di newrozê de xwe dişewitîne. Bi xwe xwendaker e. Di helwesta xwe de jî daye diyar kirin, herî zêde li çalakiya heval Mazlum bandor dibe. Lewra heval Mazlum, di zindanê de li hemberî taritiyê xwe dişewitîne. Heval Zekiye jî, di vê demê de bi vê şewazê xwe dişewitîne.

Çalakiya heval Zekiye, bandoreke mezin li ser hêrema Amedê dike. Jixwe berxwedana zindana Amedê, li ser hemû hêrema Amedê bandoreke mezin kiribû. Weke jineke çalakiyeke bi vî rengî pêkanîna heval Zekiye jî, bandoreke cûda dike. Hem hemû Kurdîstanê bandoreke cûda li ser gel û tevgerê dike, hem jî bi taybetî li ser gelê hêrema Amedê bandoreke cûda dike. Bi taybetî li Bakur û Rojava gel pir lê bandor dibe. Di nava gelê Başur de jî, bandoreke taybet dike. Mesela peykerê heval Zekiyê hê jî li Sûleymaniyê heye. Lewra li hemberî dagirkeriya Tirkiye, bi çalakiya xwe bersiveke dide. Ew di Kurdîstanê de dibe remzek. Çawa di Cizîrê de, hevala Berîvan dibe remz û gel wê helwestê pîroz dibîne û xwe re weke pêşeng û mînak digre; heval Zekiye jî li Amed û hemû Kurdîstanê remzeke wisa derdixe holê.

Bi xwe ji Erzînganê ye, lê li Amedê dixwîne û li wir jî çalakiya xwe dike. Lewra wê demê de êrîşên dijmûn pir zêde ne, bê sînor in. Çiqas qada têkoşînê mezin dibe, dijmûn ewqasî ditirse. Ji bo vê êrîşên xwe dijwar dike. Hevala Zekiye, li ser şopa heval Mazlum, li dijî wê zilmê çalakî dike. Mifteya ku Kawayê Hemdem, di zindanên Amedê de pêxistibû; şopdara wî Zekîye Alkan, li ser sûrên Amadê geş dike û dibe denge hemû jinan.

 Di Keleha Dagirkeran De, Dengek Ji Têkoşîna Azadiyê Re; Rehşan

Heval Rehşan jî, bi eslê xwe ji Mêrdînê ye. Lê qoçî Îzmîrê kirine, di newroza 92’yan de li Qedîfe Qeleyê çalakiyeke pêk tîne. Bi temenekê ewqasî ciwan de, li metrepolên Tirkan û navenda pergalê de, vê çalakiyê dike. Lewra Îzmîr ji avabûna komarê û vir ve keleheke girîng ya pergalê ye. Di temenekê ciwan de, cihekî wisa çalakî darxistin, pir girîng e. Jixwe di nameya xwe de jî dibêje, “bajarekî weke Îzmîrê, li dijî êrîşên ku dijmûn li ser gelê min dide meşandin, ez çalakiya xwe dikim.”

Girêdanbûna xwe ya bi Serokatî û têkoşînê re bi hevokên pir sade û zelal tîne ziman. Dibêje, “cihekî weke Îzmîrê, ez dixwazim bibim dengê têkoşîna azadiyê.” Bi vî şiyarî çalakiya xwe dike. Piştî vê êdî li metrepolên weke Îzmîr û Stenbolê jî gelê me radibe serhildanan, di heman demê de xwedî derketineke mezin jî di van qadan de derdixe holê. Gelê me yê metrepolan jî, êdî ji Serokatî, nirxên partiyê û şehîdan xwedî derdikeve.

Bi giştî di vê demê de; di 89, 90 û 91’an de; çalakiya hevala Berîvan, hevala Zekiye û hevala Rehşan her yek li hêremeke tê kirin. Lê di şexsê van hersê hevalan de; Serokatî dibêje, “êdî jin li ku dibe, bila bibe asta girêdanbûna xwe; bi têkoşîna xwe dide diyarkirin.” Ya rast ew hewldanên hevalan pêşengtiya jinê derdixin holê. Lewra bi şahadete hevalan bi sedan jin tevlê têkoşînê dibin. Li hemû hêreman, beşdarbûna jin ya herî zêde, di vê demê de ye. Li derveyî welat jî wisa ye. Bi taybetî li Rojavayê Kurdîstanê, teqîneke tevlêbûnê çêdibe.

Serokatî van hevalan li hemû cihan belav dike. Hem tevlî şerê gerîla dibin; heya Dersîm û Botanê diçin, hem jî diçin metrepol û bajaran. Hemû gund û bajarên Kurdîstanê, pêleke tevlêbûnê destpê dike. Kom bi kom tevlî nava refên gerîla dibin. Bi awayekî xwezayî, artêşeke jinê tê avakirin. Hemû deskeftiyên me yên îro jî, bi fedaîtî û lehengtiya van her sê jinên ku bi çalakî û helwestên xwe bûne remzên têkoşîna me pêş ketine. Her jineke ku li Kurdistanê tevlî têkoşînê dibe, bi taybetî di wê demê de ji helwesta van hevalan bandor bûye. Jixwe gelek hevalan navê Berîvan, Zekîye û Rewşen li xwe kirine û têkoşîna wan berdewam dikin. Bi vî awayî ew her sê hevalên leheng jî tevlî arteşa me yê sku mirinê dimîrîne dibin.

Rûken Garzan

 

Kategori: Şehidên Me