Tirkî  |  Erebî

DICLE URFA

Gulac di evîna hevdîtina pelê de ye

Baran di bêsebirbûna bereketê de ye

Xweza di heycana destpêka de ye

Dîcle di lehiya coşê de ye

Baskên xwe vekir, hemêz kir

Tevahî çema

Û herikî ber bêdawîbûnê ve.

Navê çemê Dîcle Îdîgna ango Îdîgîna ye. Tê wateya ava ku diherike. Hîseke ku di banegehê de na herike dide mirov. Hedî ye, lê belê kûr e Dîcle. Yek ji wan çemên ku sînorê Mezopotamya ya kevin daye diyarkirin e. Çemê Dîcle ya ku bi coş diherike di Kurdistanê de zayîn dibe, gelek milên wê hene û derbasî axa Iraq’ê dibe, li wir bi Firat’ê re dibe yek li ŞattûlArab’ê ber bi kendava Basra ve diherike. Bi helandina berfa biharê ve Dîcle ewqas bi coş dibe ku dengê wê ji dûr ve tê bihîstin. Havînê bêdeng e. Di payîzê de mirov dibe qey xwe ji bo fînalê amade dike. Weke ku bi demsalan re pêşbirkî dike diherike Dîcle. Di nav erdnigariya Dîcle, Firat û Torosan de herêma herî bi adan(verimli) deştên Riha’yê ne.

Di dilê me de mîna navê, xwe carna bêdeng carna hêdî carna jî asî diherikî Dîcle. Masûmiyeta ku di her tîrka demê de, di her liva demsalan de di bîra de dimîne, Dîcle dewlemendiya ku di dilan de avabûye ye. bajarê Riha ya ku bajarê pêyxambera, navenda pîroziya û mişraqa çanda ye bûye dergûşa şarezayiyan. Çavê xwe di axa ku cevherê xwedavenda û çanda neolîtîk wateya xwe dît de vekir. Ji Riha’yê bû Dîcle. Ji ber ku ji bo rûmeta mirovahiyê girîngiyek da qezenkirin bajarê pîrozî û berheman Riha di bîra Dîcle de ewqas cih girt.

Dibe ku bihûşta çandinê deşta Haran’ê tevahî ne geriya be, dibe ku derfet nedît gola Masiya têra xwe temaşe bike. Pêl axa ku xezîneya berheman bû nekir, rûyê wê li ber tava wê germ nebû, di bin barana wê de şil nebû, di bayê wê de pora wê nehat ferikandin, lê belê ew evîndarê Riha’yê bû. Dema parêznameya Serokatî ya Riha yê cara yekem xwend heycana ku jiyan kir hesteke ku dê bifire tê de ava kiribû. Bi bawerî û kevneşopiya Êzîdi’yê ya ku di Mezopotamya’yê de baweriya herî kevin e mezin bûbû Dîcle. Êzîdiyên ku heya sala 1970’an li Riha’yê bi taybetî jî li Wêranşehîr’ê jiyan dikirin piştî sala 1980’an koçberî derveyî welat bûn. Her çiqas ne bi dilê wa jî bû Dîcle û malbata wê ji axa xwe koçber bûbûn. Almanya ya ku yek ji navenda kapîtalîzmê ye jiyana xwe di domîn e. Di nav pergala ku mirovan ji raçîngên civakî û çandê dûr dixe ewqas paqij mayîn, cevherê xwe parastin di Dîcle de digihîşt wateyê. Ewqas ji dil û paqij bû. Di jiyana wê a ku di pakbûna melayîketan de bû şopên sadebûna wê hebûn. Ji ber ku sade bû, dijî zêdebûnê bû. Bêfîşal bû(abartısız), ji ber ku li gor wê pêwîst dikir her tişt bi ya xwe xuya kiriba, ne zêde ne jî kêm. Dema bûbû gerîla qey gihiştibû vuslata xwe. Evîndara gerîlatî bû. Bi saetan bê ku bi weste an jî eciz bibe dimeşîya, ji meşê kêfxweş dibû. Her ku digihişt sertaba çiyayekî henaseyeke kûr dikşand, baskên xwe vedikir, çavên xwe digirt, li derdora xwe dizîvirî kevaneyan(kavis) xêz dikir. Gelo azadî ev e? Her ku diçû zirveya çiyayekî vê pirsê pirs dikir. Ji her ava ku didît av di vexwar, çîrokên her rêyên ku tê de dimeşiya pirs dikir. Hemû xweşikbûnên welatê xwe di mejiyê xwe de bi cih dikir, ecizbûna dûrbûnê bi avakirina zanista dîrokê dixwest qezenc bike. Ji bo ku li pey lêgerînên xwe de biçe û bigihîje armancên xwe bi biryariya hîn bêhtir nêzî Serokatî bibe û ji bo ku tevlê pengava 1ê Hezîran’ê a sala 2004’an bibe berê xwe da Dêrsîm’ê. Bê ku dudilî jiyan bike girên herî zehmet meşiya. Botan, Amed, Erzerom, Dêrsîm dît, kêfxweşiya gihîştina hesreta xwe di kenê wê yê bihar de diteyisî. Ked bû, cehverbûn bû Dîcle. “ Em ê Kurdistan’a azad bi keda xwe bineqşînin, em ê cardin gelê xwe bigihînin van xweşikbûnan.” Van gotinên xwe bi hemû hevalan re parve dikir. Ji penabertiyê eciz dibû. Ji bo wê, jiyanên ku di axên biyanî de derbas dibe birîn bû. Li ser vê armancê berê xwe dabû çiyayên azad. Şûna ku weke kole û koçberekî jiyan bike di çiyayên welatê xwe de li hember her zor û zehmetiyê têkoşîn dayînê ji bo xwe weke diyariyekê didît. Dibêjin; “ Edeb şewqa rê ye.” Di meşa azadiyê de edeb ji bo me hemûya weke kevirê mîhengê ye. Dîcle weke şewqa edebê bû, bi rûniştin, rabûn û tevgerandinên xwe yê bi pîvan rêzdarî bû. Çalak bû. Ji bo ku darbe li dijmin bide xwe di hemû ziravtiyên gerîla de pêş dixist. Him sabotaj dizanî him jî sekvan bû. Bi van tektîkên ku fêrbûne ji bo ku darbe li dijmin bide her tim dihizirî û pêşniyarên xwe danî ser ziman.

Di sala 2007’an de li navenda Dêrsîm’ê dema dixwestin vesayeta dijmin biteqînin, di esnaya dahfik cihkirinê de di encama kemînê de heval Dîcle û Binevş digihîjin şehadetê. Dibe ku bi bedenên xwe ji gel me koçber bûn, lê belê ti carî ji dil û mejiyên me koçber nebûn. Di nav şoreşê de her tim xeyaleke heval Dîcle hebû; “tenê carekê ez Serokatî bibînim û jê re bêjim hevbajarê min.” Jiyana xwe bi pir tiştên bi wate tijî kir û mîna wê gelek şervanên jin yê azadiyê… Van jiyanên tije bi demên kûrt re anîna ser ziman bêguman zehmet e. Ya ku ji me re dimîne xwedî li jiyana mîna Dîcle û welatê xwe derketin e.

EYLEM RONÎ

Kategori: Şehidên Me